Li Bazarcixê bahoz rabû: Herî kêm 20 kes birîndar bûn

  • rojane
  • 16:31 20 Nîsan 2023
  • |
img
MEREŞ - Li navçeya Bazarcixa ji ber rabûna bahozê gelek konteynir û konan zirar dîtin, herî kêm 20 mexdûran erdhejê birîndar bûn. 
 
Li navçeya Bazarcix ku navenda erdheja 6’ê sibatê li Mereşê rû da bû, ji ber bahoza rabû konteynir û konan zirareke mezin dîtin. Hate hînbûn ku di encama hilweşîna konteynirên li dora Cemxaneyê de herî kêm 20 mexdûrên erdhejê birîndar bûn. Hate diyarkirin ku ji birîndaran rewşa Nesîmî Çagman ê 20 salî girane û bi ambûlansê rakirine nexweşxaneyê.