HPG’ê têkildarî Garê daxuyanî da

  • rojane
  • 15:29 20 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê îdiaya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ku digot; “6 PKK’î hatin kuştin” derewand. 
 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk di navbera 18-19’ê nîsanê de herêm 86 caran bombebaran kiriye. Di heman demê de HPG’ê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ku digot; “6 PKK’î hatin kuştin” jî derewand û diyar kir ku di êrişan de tu endamên wan jiyana xwe ji dest nedane.