Partiya Çepên Kesk li Wan û Mêrsînê bi rojnamevanan re civiya

  • rojane
  • 19:15 17 Nîsan 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Wanê û Mêrsînê, bi xebatkarên çapemeniyê re civiyan. 
 
Namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Wanê Havîn kiye, Mahmût Dînsar, Gulderen Varli, Taylan Ertaş, Zulkuf Ûçar û rêveberiya Partiya Çepên Kesk a Wanê, di fitariyê de bi xebatkarên çapemeniyê yên li bajêr re civiyan. Hevberdevkê Partiya Çepên Kes a Wanê Veysî Dîlekçî, malavayiya hemû kedkarên çapemeniyên tevlî hevdîtinê bûn kir. 
 
Dîlekçî, bal kişand ser zext û astengiyên li ser azadiya çapemeniyê û got ku gelek rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê girtî ne. Dîlekçî îşaret bi hilbijartinên 14'ê Gulanê kir û got ku ew Partiya Çepên Kesk ew ê ji bo azadiya çapemeniya azadiyê bixebitin. 
 
Piştî ku namzetan xwe da naskirin, endamên partiyê rojnamevan bi hev re fitirîn. 
 
MÊRSÎN
 
Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Mêrsînê jî, tevî namzetên parlementeriyê yên bajêr Esra Erguzeloglû, Alî Bozan, Mûhammet Talat Şeker û Hevserokê HDP'a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz serdana Cemiyeta Rojnamevanan a Mêrsînê kir. Namzetan ku bi rojnamevanan re sohbet kirin, destnîşan kirin ku ew bi pirsgirêkên Mêrsînê û Tirkiyeyê dizanin û ew namzetên çareserkirina van pirsgirêkan e.