NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya nû de bi manşeta “Jiyan dema azad be bi wate ye” derket.
Hejmara 305’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Jiyan dema azad be bi wate ye” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya têkildarî hevdîtina ku di 13’ê Cotmeha 2025’an de li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re kirî derxist manşeta xwe.
Di hejmara vê hefteyê de nivîskar Serdil Akdag, Adar Jiyan, Kamûran Simo Hêdilî, Zinar Ronî, Felemez Ûlûg, Medenî Ferho, Ramazan Olçen, Prof, Dr, Abdulîllah Polat, Daxistan Payçû, Ubeydullah Serhildan Andan, Paşa Şeker, Metîn Dag, Ciwan Nebî û Lêl Amed bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.
Rojnameyê, di nûçe, analîz, dosya û nivîsên xwe de bal kişandiye ser mijarên jin, siyasî, polîtîka, ziman, wêje, civakî û gelek mijarên din.