‘Em ji bo jiyana xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan’
- jin
- 09:01 22/5/2023
Ji Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Îpek Tîrenç Ûlaş diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartinê hilbijartina “man û nemanê” ye û got: “Heke Erdogan bi ser bikeve wê welat ji bo jinan bibe dojeh. Ji bo em xwedî li jiyana xwe derkevin divê em biçin ser sindoqan.”