Qetilkirina jinan protesto kirin: Êdî Bes e
- jin
- 22:03 22/10
Jinan qetlîamên jinan bi meşê protesto kirin û peyama “Em banga mezinkirina berxwedanê dikin” dan.
Jinan qetlîamên jinan bi meşê protesto kirin û peyama “Em banga mezinkirina berxwedanê dikin” dan.
Hat ragihandin ku rejîma Îranê cezayên nû da 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê ku Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Nêrgiz Muhammedî jî di nav de ne.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê di encamnameya civîna xwe ya ku tê de xeta têkoşîna siyasî ya serdema nû diyar kir de, bal kişand ser bandorên xirab ên şer li ser jinan û destnîşan kir ku jin wê di têkoşîna ji bo aştî û azadiyê û li dijî şer pêşengtiyê bikin. Di encamnameyê de hat gotin wê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" berxwedana jinan mezin bikin.
Jina êzidî Asya dema ji aliyê DAIŞ’ê ve hat revandin 14 salî bû û salan bi tecawizê re rû bi rû ma. Niha ew 24 salî ye û li gel du zarokên li Navenda Hêwirîna Demkî ya Haranê dimîne û li benda wê rojê ye ku vegere Şengalê.
Jinên ku ji bo Rojîn Kabaîş a cenazeyê wê 18 rojan piştî li Wanê windabû hate dîtin meşiyan, pirsa “Çi li Rojînê hat?” pirsîn.
Hejmara 86’emîn a Kovara Jinê bi manşeta "Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in" derket.
Jinên Egîtîm-Senî destnîşan kir ku çavkaniya kuştina jinan û tundiya li wan tê kirin polîtîkayên desthilatê ne û gotin: "Divê em bibin yek û bi hev re têkoşînê bimeşînin."
Jinan anî ziman ku di demeke wiha de ku kuştina jinan zêde bûye xwe ewle hîs nakin û bal kişandin ser xweparastinê û ev peyam dan: "Ancax jin dikarin cîhanê biguherînin."
Şaredariya Artemêtanê Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran vekir.
Suat Aslan ê ku li navçeya Elbakê bi awayek sîstematîk li hemberî zaroka 9 salî tacîz zayendî pêk anî, hat girtin. Dayika zarokê H.G. got ku ji bo îfadeyên xwe bi paş ve bikişîne gef lê tên xwarin.
Jinên ku li Amedê lihev civiyan, serdana gora Rojîn Kabaîşê ya li Goristana Yenîkoyê kirin.
Endama Komîteya Jinan a Rêveberiya Xweser Emîne Omerê diyar kir ku Reqa ya ku DAIŞ'ê ew veguherandibû "bajarê mirinê" û bi rizgarkirina wê re cardin gihaştiye rengê jiyanê û got ku dirûşmeya vê şoreşê "Jin, jiyan, azadî" li hemû cîhanê belav bûye.
Abdullah Ocalan ku li dijî komkujiyên jinan gelek caran bal kişandiye xweparastinê di hevdîtina parêzeran a bi dîroka 2011-2014’an de ev nirxandin kiriye: “Şoreşa ku jinê azad neke, ne şoreş e. Yekane rizgarî azadî ye.”
Çalakiya nobetê ya ku Meclisa Dayikên Aştiyê bi dirûşma “Ji şer re na, a niha aştî” li Silopiyayê daye destpêkirin di roja 3’yemîn de didome.
Rejîma Îranê cezayê îdamê da rojnameger Pexşan Ezîzî û ev 100 roj in nahêle bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.