Tecawiz, şantaj û fihûş: Cerdevanê faîl û hevalên wî beraet kirin
- jin
- 09:03 12/4/2024
Tevî cerdevanekî 4 kesan bi awayekî sîstematik destdirêjî li jinekê kirin û fihûş lê ferz kirin. Bi giliya jina rastî tecawizê hatiye, lêpirsîn hate destpêkirin. Dozger ji ber giliyê hatiye kirin sal û nîv piştî bûyerê der barê cerdevan û hevalên wî de bi hinceta “ne li gorî jiyana asayî ye" biryara beraetê da.