Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
- jin
- 13:09 17/5/2022
Li navçeya Bayrakliyê jina bi navê Ayşe Ayçîçek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Bayrakliyê jina bi navê Ayşe Ayçîçek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
Delegeyên ku tev li Konferansa Jinan a HDP'ê bûn, diyar kirin ku li dijî şer û êrişan çareya tekane berxwedan e û ev tişt gotin: "Destpêkê wê êrişî kesên li ber xwe didin û piştre wê dor bê herkesî. Ji bilî yekkirin û têkoşîna bi hev re rêyeke din nîne."
Jinên Silopiyayê bertek nîşanê qetilkirina Sakîne Kultur dan û destnîşan kirin ku li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikin hedef û bang kirin ku divê li dijî qetilkirina jinan û polîtîkayên şer ên taybet têkoşînek bi rêxistinbûyî were dayîn.
Berdevka TAJÊ’yê Sebîha Sebrî anî ziman ku bedel çi bibe bila bibe dê jinên êzdî Şengalê radestî dagirkeran nekin û wiha got: “Dê xewn û xeyalên wan di qirika wan de bihêlin. Em ê destûr nedin ku dagirker bikevin Şengalê.”
Ji avakarên Hewldana Ji Bo Aştiyê Nebîle Irmak Çetîn diyar kir ku li dijî şerê AKP'ê yê li hundir û derve barekî mezin dikeve ser milê jinên û got, pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye.
Di doza derbarê kuştina xwendekara zanîngehê Pinar Gultekînê de heyeta dadgehê dîsa biryar neda û doz taloqî 20'ê Hezîranê kir.
Derket holê ku jina bi navê Remziye Apaydin a beriya 6 mehan li navçeya Depê winda bûbû ji aliyê zilamê bi navê Nîhat Cav ve hatiye kuştin.
Jinan li Silopiya li dijî qetîlkirina Sakîne Kultur a ku ji aliyê Serokê Tevgera Ocaxên Taybet Îbrahîm Barkin ve bi îşkenceyê hat qetîlkirin daxuyanî dan û meş li dar xistin û hovîtiya hatiye kirin protesto kirin.
Ayşe Acar Başaran di Konferansa Jinan a HDP'ê ya Herêmê de axivî û bertek nîşanî êrişa li dijî cenazeyê Aysel Dogan da û got: "Em ê li dijî zilma rejîma serweriya zilam, jiyana azadîxwaz a jinan ava bikin. Em di azadiyê de bi israr in."
Kujerê Sakîne Kultur a li navçeya Silopiyayê bi îşkenceyê hate qetilkirin, Serokê Ocaxên Tevgera Taybet a Şirnexê Îbrahîm Barkin hate girtin
Qeyûmê Cizîrê, Parqa Sûrdîbî ku dema rêveberiya HDP'ê rojên çarşeman ji jinan re dihat veqetandin kir cafe.
Dengbêjên jin ku ji ber dengbêjiya xwe bi salan li hemberî tahdeya mêran û ji ber zimanê xwe jî bi salan li hemberî tahdeya dewletê têkoşiyane, gotin: "Em ê her tim bi kurdî biaxivin û dengbêjiyê bikin."
Yek ji sembolên berxwedana Şengalê Kinê Xidir diyar kir ku dê axa xwe teslîmî dagirkeriyê nekin û wiha got: “Tenê yek ji me bibîne û dilopeke xwînê jî di laşê me de bimîne, em ê dev ji vî çiyayî bernedin û xaka xwe neterikînin. Em ê axa xwe bo xayin û xwefiroşan nehêlin."
Jinên ku ji bêgavî ji bajarên xwe koç kirine, li hemberî hemû zext û zoriyan jî nasnameya xwe û zimanê xwe diparêzin. Jinan ku gotin "Zimanê me nasnameya me ye" di axaftina bi kurdî de bal kişandin ser rola jinan.