Hejmara dawî ya Jineolojiyê ku nivîsa Nagîhan Akarselê jî tê de ye derket
- jin
- 16:56 14/10/2022
Hejmara dawî ya Kovara Jineolojiyê ku nivîSA Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin jî tê de ye derket.
Hejmara dawî ya Kovara Jineolojiyê ku nivîSA Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hate qetilkirin jî tê de ye derket.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku jin ji bo jiyana xwe li her çar aliyên cîhanê serî hildidin û wiha got: "Em bi awayekî zelal dibêjin; bêdeng bibin û guhdar bikin ka jin çi dibêjin. Ya ku serbikeve dê bibe dirûşmeya 'Jin jiyan azadî'."
Li Edeneyê zilamê bi navê Bûrak A. bi çekê Bahar T. qetil kir.
Yekitiya Jinên Suryan diyar kirin ku Akarsel ji ber xebat û nasnameya xwe hedef hatiye girtin û ji rêveberiya Başûr xwestin ku faîlên cînayetê di zûtirin demê de bigirin û bidarizînin.
Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li gundê jê dayik bûyî bi tililî û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat pêşwazîkirin.
Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê yên li dijî rejîmê berdewam in. Li Tehranê jî parêzer bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” daketin kolanan.
Rojnamegerên jin ên li Amedê girtî ne, qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin û gotin: "Em soz didin ku pênûsa Nagihan wê li erdê nemîne.”
Derket holê ku gumanbarê sereke yê dosyaya Gulistan Dokû ya winda bûyî, Zeynel Abarakov tevî ku bi şertê kontrola edlî hatiye berdan jî 6 meh in neçûye îmze avêtinê.
Komeleya Dema Jinê bi mebesta piştevaniya bi GOÇÎZDER’ê re ku 16 endamên wê girtî ne, çû serdanê komeleyê.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, diyar kirin ku bi qetilkirina endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarselê berxwedana jinan hedef hate girtin û bi lêv kirin ku di komkujiyê de berpirsyariya PDK’ê heye.
Parêzer Fatma Kalsen a ji bo Serokatiya Baroya Dêrsimê hat bijartin diyar kir ku ew ê rêjeya temsîliyeta jinan zêdetir bikin û dê di pêvajoyên biryargirtinan de bêtir jin cih bigirin.
Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê konferansa xwe ya duyemîn bi encamnameyekê bi dawî kir. Di danezana encamê ya konferansê de hate destnîşankirin ku di têkoşîn û parastinê de rêgeza herî girîng a mirov rêbaza xweparastina netewî ye.
Jinên kurd, tirkmen, azerî, faris û ereb ên li Îranî bang kirin ku têkoşîna divê têkoşîn xurttir bibe û wiha gotin: “Em ê bi ser bikevin. Mirin jî tê de be em ê bi ser bikevin. Dê nifşên nû azad bijîn."
Bi ser qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelefê re 3 sal derbas bûn. Hevrêya Xelef, Zozan Şemo got ku têkoşîna Hevrîn Xelef hedef hat girtin.
Nagihan Akarsel a ku bi rojnamegeriya jinê dest bi xebatên xwe yên çapemeniya azad kir, bû mîmara gundê jinan ê Rojava, li Efrînê sembolên jinê şopand û ji bo bîranîna jinan dest bi xebatên pirtûkxaneyê kir, li ser jiyana her jinekê bandor hişt.