Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin

  • jin
  • 11:44 17 Îlon 2019
  • |
img
Amed – Ayten Kaya ya tê îdiakirin ku li Gêlê dawî li jiyana xwe aniye hat veşartin. 
 
Li gundê Basraf a girêdayî navçeya Gêlê ya Amedê duh Ayten Kaya (35) a dayika 7 zarokan hat îdiakirin întîxar kiriye.  Hatibû ragihandin ku Kaya xwe li axûrê daliqaniye û dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Kaya ji bo otopsiyê rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî. Piştî malbatê cenaze wergirt birin Goristana Yenîkoyê ya Amedê û duh êvarê veşartin. 
 
Hat ragihandin têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.