Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin 2019-09-17 11:44:44   Amed – Ayten Kaya ya tê îdiakirin ku li Gêlê dawî li jiyana xwe aniye hat veşartin.    Li gundê Basraf a girêdayî navçeya Gêlê ya Amedê duh Ayten Kaya (35) a dayika 7 zarokan hat îdiakirin întîxar kiriye.  Hatibû ragihandin ku Kaya xwe li axûrê daliqaniye û dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Kaya ji bo otopsiyê rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî. Piştî malbatê cenaze wergirt birin Goristana Yenîkoyê ya Amedê û duh êvarê veşartin.    Hat ragihandin têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.