Di Konferansa Jinan a Navneteweyî de tecrubeya Rojava hatin nîqaşkirin

  • jin
  • 15:02 7 Cotmeh 2018
  • |
img
FRANKFURT - Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê hat lidarxistin, di roja duyemîn de jî berdewam kir. Di rûniştina îro ya konferansê de li ser tecrubeya Bakurê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. 
 
Konferansa Jinan a Navneteweyî ya ku li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê dest pê kir di roja duyemîn de jî bi eleqeyeke mezin berdewam kir. Ji her çar aliyên cîhanê jin beşdarî konferansê bû û biryardariya têkoşîna hevpar a bi jinên Kurd re hat dayîn. 
 
Di Konferansa Jinan a Navneteweyî de li ser şoreşa Rojava hat sekinandin. Hevseroka Meclîsa Reqayê Khawla El-Îsa di konferansê de axivî û wiha got "DAIŞ wekî objeyek zayendî nêzî jinan dibe. Li hemberî van êrîşên DAIŞ'ê, min di xebatên rêxistinkirina jinan de cih girt. Ez ji bo rêxistinkirina jinan xebitîm.”
 
Konferansa bi navê ‘Şoreşa ku tê avakirin’ di roja duyemîn de bi rûniştina ‘Ji Fîsê heta Kobanê, ji Minbîcê heta Reqayê têkoşîna azadiyê ya jinan’ dest pê kir. Di vê danişînê de pêşkêşiyên li ser ‘Felsefeya li ser têkbirina pergala baviksalar’ ‘Felsefeya avakirina pergala konfederal a jinan’ hate kirin. Moderatoriya rûniştinê ji aliyê Rahîla Gûpta hate kirin. Gûpta peyama ‘Tifaqa jinan a aştî ji Kurdistanê re’ xwend û di peyamê de bal hate kişandin ser şoreşa jinan a Rojava.
 
Li ser navê Komîteya Ewrûpayê ya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul jî diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinan 40 sal in didome û ji avabûna PKK’ê heta niha jin di nav têkoşînê de ne û got ku, “Di pêşveçûna têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd de nakokî û şer bûye bingeh.”
 
GIRÎNG E KU TECRÛBE WERIN BA HEV
 
Berdevka Kongreya Star Avîn Sweed a ku ji Rojava tevlî konferansê bû diyar kir ku jinên Kurd ji bo azadî û nasnameya xwe têdikoşin û bal kişand ser binpêkirinên li ser jinan. Sweed diyar kir ku li Rojava jin xwerêveberiyê bi rê ve dibin û jin di hemû qadan de rola xwe bi cih tînin.
 
‘LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN DAÎŞÊ ME BERXWEDAN BIRÊXISTIN KIR’
 
Hevseroka Meclîsa Gel a Reqayê Khawla El-Îsa Ahlamûd jî qala demên di bin serweriya DAÎŞ’ê de kir. Ahlamûd diyar kir ku jin wekî objeya zayendî dihatin dîtin û got ku, “Li hemberî van êrîşên DAÎŞ’ê min di nav xebatên rêxistinkirina jinan de cih girt.Ez ji bo rêxistinkirina jinan têkoşiyam. Min jin perwerde kir û min jin li dijî DAÎŞ’ê birêxistin kir.” Ahlamûd diyar kir ku divê ew vegerin jiyana komunal û bal kişand ser nirxên sosyalîzmê. Ahlamûd got ku, “Ji bo pêşveçûnê divê ew pergaleke wekhev û komunal ava bikin. Li Rojava di avahiyan de, di ekolojiyê de jin dixebitin. Divê em rê li ber vî tiştî vekin ku jinên ciwan sûdê ji jineolojî, ji zanista jinê, ji zanyariya jiyana komunal û ji zanista demokrasiya modern werbigirin.”
 
YÛSIF QALA MODELA RÊXISTINKIRINÊ KIR
 
Hevseroka Konseya Rêvebir a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif jî têkildarî awayê rêxistinkirina jinan a li Rojava agahî da. Yûsif diyar kir ku akademî hatine avakirin û got ku, “Li ser bîra civakî em gelekî sekinîn. Me akademiyên jinê û akademiyên civakî ava kir. Me dît ku divê mêr jî werin perwerdekirin. Yek ji meseleya ku em li ser wê sekinîn jî rêxistinkirina civakê bû. Ji ber vê jî komun û meclîsên gundan hatin avakirin. Her komun li gorî pergala hevseroktiyê dixebite û di heman demê de li ser rêxistinkirina jinan jî tê sekinandin. Di hemû xebatan de pergala xweser a jinan jî heye.”
 
Konferans bi pêşkêşiyên cihê berdewam dike.