Danişîna polîsê ji doza mirina Ejegul Ovezovayê dihat darizandin hat taloqkirin

  • jin
  • 13:28 27 Mijdar 2025
  • |
img

AMED – Danişîna polîsê berê Cemîl Koç ê ku ji ber “qetilkirina bizanebûn” a Ejegul Ovezovayê dihat darizandin, ji ber tevlinebûna parêzer hat taloqkirin.

Ejegul Ovezova ya ku li gorî îdayê di 24’ê Tîrmaha 2023’yan de li naçveya Rezan a Amedê, ji qata 8’an a avahiyekî ketibû xwarê û jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber mirina Ejegul Ovezovayê der heqê polîsê berê Cemîl Koç de doz hatibû vekirin. Danişîna 2'yemîn a dozê li 6’êmîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Polîsê berê Cemîl Koç ê ku ji ber sûcê “bizanebûn qetla jinê” bi girtî tê darizandin, li ser SEBGÎS’ê tevli danişînê bû, lê parêzerê wî nîşandana hincet tevli danişînê nebû. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, parêzerên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî beşdar bûn.
 
Li ser navê Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Dîcle Gencan û parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî Şeyhmûs Erdogan tevli danişînê bûn. Dadgehê biryara guhdarîkirina birayê bersûc Cîhan Koç û şahidiya 2 jinan qebûl kir. Danişîn taloqî 24’ê Adarê bû.
 
DER HEQÊ DOZÊ DE
 
Xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz, li Kuçukçekmeya Stenbolê hatibû qetilkirin û termê wê di 13’yê Tîrmeha 2025’an de li Eyupsultanê di baholekî de li ber rê hatibû dîtin. Cemîl Koç (38), ji ber qetilkirina Ayşe Tokyazê bi sûcê “qetilkirinê”; 6 kesên ku alîkariya wî kiribûn ji ber sûcê “alîkariya qetilkirinê” ji aliyê Dadgeha Sulhê ve hatibûn girtin. Der heqê Koç de, ji ber mirina Eşegul Ovezova (29) ya ku ji qatê 8’an ketibû xwarê û bi hevre dijiyan, îdianame hat amedekirin. Di îdianameya ku di 4’ê Tîrmehê de ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê hatibû amedekirin de, hat diyarkirin ku Koç, di dema nîqaşê de Ejegul Ovezova dehf daye û bûye sedemê mirina wê. Di îdianameyê de der heqê Koç de ji ber sûcê “qetilkirina bizanebûn” cezayê muebeda giran hat xwestin. 
 
Danişîna yekemîn di 18’ê Mijdarê de hat lidarxistin.