Ji jinan banga xweparastinê

  • jin
  • 22:03 16 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrsîn û Antalyayê jinan diyar kir ku dewlet di 10 salên dawî de bi polîtîkayên şerê taybet jinan hedef digire û li dijî polîtîkayên dewletê banga xweparastinê kirin. 
 
Li Mêrsîn û Antalyayê polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk ku di demên dawî de zêde bûne, hat protestokirin. 
 
MÊRSÎN
 
Platforma Jinan a Mêrsînê têkîldarî tundiya li ser jinan ku di demên dawî de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê zêde bûye, li Kolana Ataturkê daxuyanî dan. Bi dehan jinên ku li ser Kolanê kom bûn pankarta "Em bêdeng nabin, natirsin û îtaat nakin" vekirin. Jinan gelek caran dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Mêr lê dide, dewlet diparêze" berz kirin. Li ser mijarê endama platformê Gonca Ocakçi daxuyanî da.
 
Ocakci anî ziman ku dewlet li dijî jinan polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û da zanîn ku ew li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletê bêdeng namînin û wê nemînin. Ocakci diyar kir ku polîtîkayên dewletê dijminatiyê geş dike û ev rewş jî tundiyê zêde dike. 
 
ANTALYA
 
Gelek endamên Meclisa Jinan a Antalyayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) jî li Qada Attalosê pankarta "Em ê rê nedin tacîz û kedxwariyê" bertek nîşan dan. Di daxuyaniyê de endama meclisê Songul Şarkli axivî û got ku polîtîkayên şerê taybet a desthilatdariyê bi sal in jin, ciwan û zarokan hedef digire.
 
'EM Ê BI XWEPARASTINÊ BERSIV BIDIN'
 
Songul Şarkli diyar kir ku Kurdistan ji aliyê dewletê ve tê bêeslkirin û wiha got: "Em Tevgera Azadiya Jinên kurd careke din diyar dikin ku em ê li her derê cîhanê bi taybet li Kurdistanê li hemberî her curê bêexlaqî, tundî û bêedaletiya li ser jinan bêdeng nemînin û bi rêxistinbûna xwe ya civakî mafê xwe yê xweparastinê pêş bixin."