HDP, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a KE’yê re hevdîtin kir

  • jin
  • 12:55 22 Îlon 2020
  • |
img
ENQERE – Meclisa Jinan a HDP’ê, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a Komîsyona Ewropayê (KE) Petra Bayr re hevdîtin kir. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Endama Dîplomasiya Jinan û Parlamentera Mûşê Gulisan Kiliç Koçyîgît, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a Komîsyona Ewropayê (KE) û Parlamentera Avûstûryayê Petra Bayr re hatin gel hev. 
 
Di civînê de tundiya li ser jinan ku zêde bûye û pêşniyarên çareseriya ji bo vê yeke hatin axaftin û nîqaşên têkildarî vekişandina Hikûmetê ya ji Peymana STenbolê jî hatin ragihandin. Dîsa bi taybetî agahiyên derbarê xebatên Meclisa Jinan a HDP’ê jî di civînê de hatin nirxandin û nêrînên têkildarî têkoşînan jinan a Tirkiyeyê hatin parvekirin. Di civînê de li ser xebatên hevpar ên bi Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a Komîsyona Ewropayê (KE) re jî hat rawestandin. 
 
Hat hînbûn ku Meclisa Jinan a HDP’ê wê di rojên pêş de civînên online bi saziyên jinan ên li Ewropayê re pêk bîne.