HDP, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a KE’yê re hevdîtin kir 2020-09-22 12:55:14   ENQERE – Meclisa Jinan a HDP’ê, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a Komîsyona Ewropayê (KE) Petra Bayr re hevdîtin kir.    Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Endama Dîplomasiya Jinan û Parlamentera Mûşê Gulisan Kiliç Koçyîgît, bi Seroka Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a Komîsyona Ewropayê (KE) û Parlamentera Avûstûryayê Petra Bayr re hatin gel hev.    Di civînê de tundiya li ser jinan ku zêde bûye û pêşniyarên çareseriya ji bo vê yeke hatin axaftin û nîqaşên têkildarî vekişandina Hikûmetê ya ji Peymana STenbolê jî hatin ragihandin. Dîsa bi taybetî agahiyên derbarê xebatên Meclisa Jinan a HDP’ê jî di civînê de hatin nirxandin û nêrînên têkildarî têkoşînan jinan a Tirkiyeyê hatin parvekirin. Di civînê de li ser xebatên hevpar ên bi Komîsyona Wekheviya Jin-Zilam a Komîsyona Ewropayê (KE) re jî hat rawestandin.    Hat hînbûn ku Meclisa Jinan a HDP’ê wê di rojên pêş de civînên online bi saziyên jinan ên li Ewropayê re pêk bîne.