Îlham Ehmed: Ger vîrûs belav bibe berpirsiyar hikûmeta Sûriye ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, ji ber ku di pêvajoya şewba vîrûsa corona belav dibe de piştgiriya tenduristî ya pêwîst nedaye gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rexne kir. Îlham, hikumeta Sûriyê jî rexne kir û got: "Hikûmeta Sûriyeyê li dijî vîrûsa corona hevkariya Rêveberiya Xweser nake. Ger ku vîrus li herêmê belav bibe dê berpirsyarî ya hikumeta Sûriyê be." 

Li gel ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek dewletên din pêdiviya wan bi amûrên tenduristiyê yên ji bo parastina li dijî vîrûsa corona (Covid-19) hene ku rê li pêşiya belavbûna wê bigirin, lê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Neteweyên Yekbûyî alikarî nedan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rêxistinên navneteweyî yên tenduristiyê li aliyê din alîkarî û amûrên tenduristî dişîne herêmên di bin kontrola artêşa Tirk a dagirker de li Sûriyê. Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, têkildarî helwesta Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ya temaşeker ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û reftariyên hikumeta Sûriyê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî. 
 
'WHO HETA NIHA ALÎKARÎ NEDAYE'
 
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, bal kişand ser rewşa tenduristiya Rojava û wiha got: "Mixabin herêmên Rêveberiya Xweser ji tevahiya cureyên desteka mirovî mehrûm in. WHO li herêmê heye. Bi saziyên Rêveberiya Xweser re dide û distîne. Lê desteka ku ji herêmê re tê pêşkêşkirin besît e. Tê zanîn ku mîna van rêxistinan bi awayekî fermî bi hikumetên navendî re peywendiyan ava dikin. Biryarên van hikumetan di ber çavan  re derbas dikin. Em dibînin ku ev mekanîzmaya kar ne rast e. Ji ber ku hikumeta Sûriyê heta niha bi awayekî neyînî bi mijara opozîsyonê û demokrasiyê re da û stand. Heta niha jî li ser mijara navendîbûnê bi israr e. Her wiha li ser tevahiya rêbazên ku li dijî opozîsyonê bi kar tîne, bi israr e. Lewra ne rast e ku ev rêxistin tenê bi rêya hikumetên fermî bide û bistîne. Em dizanin ku WHO ji Rêveberiya Xweser re amûrên keşfkirina nexweşiya Koronavîrusê diyar kirine, lê heta niha nedane. Hejmarek ji wan amûran ji hikumeta Sûriyê re pêşkêş kirine. Her wiha destek ji herêmên komên din re jî pêşkêş kir. Ev wek biryareke siyasî tê hesibandin. Divê rewşên mirovî yan jî warê mirovî neyê ramyarîkirin. Her wiha cihê rexnê ye. Divê NY û WHO li biryarên xwe vegerin da ku vê mijarê derbas bikin." 
 
Îlham Ehmed, bal kişand ser nêzîkatiya Koalîsyona Navneteweyî û wiha axivî: "Têkiliyên me yên rojane bi Koalîsyona Navneteweyî re hene. Em her tim ji wan dixwazin destekê pêşkêş bikin. Heta niha tu cureyên alîkariyên tenduristî yên taybet li dijî Koronavîrusê ji hêla wê ve nehatine pêşkêşkirin. Herî kêm divê amûrên keşfkirina nexweşên vê vîrusê pêşkêş bike. Ji ber ku ger nexweşî li herêmê belav bû, wê bibe sedama karesateke mezin. Divê em van xetereyan derbas bikin. Lewra em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku bilez derfetên pêwîst ji herêmê re pêşkêş bikin.
 
'ALÎKARIYÊ DIDIN HIKÛMETA SÛRIYEYÊ'
 
Ehmet, li ser helwesta Rûsyayê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Rûsyayê jî heta niha tu tiştek pêşkêş nekiriye. Tevahiya alîkariyan ger hebin tenê bi rêya WHO’yê ji herêmên Sûriyê re têne pêşkêşkirin. Aliyê Rûsyayê berpisê vê mijarê ye. bi taybet li herêmên ku hêzên wê tê de belav dibin. Tê zanîn ku hêzên leşkerî herî zêde rastî mîna vê pandemiyê tên. Têkiliyên hêzên Rûsyayê bi hêzên rejîmê û Îranê re hene. Yanî xetereyeke mezin heye ku ew pandemî bi rêya hêzên Rûsyayê û rejîma Sûriyê derbasî herêmê bibe. Lewra divê hikumeta Sûriyê vê mijarê di ber çavan re derbas bike. Tiştên jê tên xwestin pêşkêş bike heta ku herêmê ji xetereya vê pandemiyê xilas bike.
 
'ŞAM BERSÎV NEDAYE' 
 
Îlham Ehmet, li ser nêzîkatiya Şamê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Rêveberiya Xweser bi rêya Desteya Tenduristiyê bi hikumeta Sûriyê re koordîne dike. Lê mixabin heta niha di pratîkê de tu encamên wê koordîneyê derneketine. Ji ber ku Şam heta niha bersiva hinek testên ku jê re hatine şandin, nedaye. Desteya Tenduristiyê jî tu agahî girêdayî wan testan wernegirtine. Tevî ku tevgera balafiran hîna ranewestiye. Gelek rêwî ji Şamê hatin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ruxmî ku dan û standinên girêdayî feshkirina tevahiya rêwiyan û kirina wan di nav karantînayan de da ku herêmê biparêzin. Lê hikumeta Sûriyê di vî warî de ne heweskar e. Heta niha di vî warî de tu berpirsyariyek negirtiye. Hikumeta Sûriyê gelek helwestên xeter nîşan dide ku wê bibe sedema belavbûna pandemiyê li herêmê. Mixabin gelek alî vê pandemiyê wek rêbazek an jî wesîleyek zextê li dijî aliyê din bi kar tînin. Ev rêbaz ne baş e. Ji pîvanên exlaqî dûr e. Lewre divê hikumeta Sûriyê berpirs be. Ji ber ku niştecihên vê herêmê sûrî ne. Hewl didin aloziya Sûriyê bi dawî bikin û gelê Sûriyê bigihînin ewlehiyê. Divê ji van rêbazan dûr bikevin an jî wê berpirsên belavbûna vê pandemiyê li herêmê bin. Ji aliyê tenduristiyê ve wê bandor li tevahiya Sûriyê bike. Ne tenê li herêmên Rêveberiya Xweser. Girêdayî diyalog û bandora rewşa heyî li ser wê, heta niha tu cureyek dan û  standinê tune ye, tenê nîqaş in. Lewra hemû girîngiyê didin warê tenduristî û divê hemû girîngiyê bidinê." 
 
'RASTIYA AGAHIYAN LÊKOLÎN BIKIN' 
 
Ehmet, bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê jî û wiha lê zêde kir: "Gelek agahî ji wan herêman tên. Em hewl didin jê piştrast bibin. Lê rewş li Tirkiyê bi xwe giran e. Rojane bi sedan welatiyên Tirk li Stenbolê û gelek bajarên din têne gorîkirin. Ger agahî rast bin, ev wek cureyek şer tê hesibandin ku Tirkiye li dijî şêniyên wan herêmên bi kar tîne. Em bang li raya giştî û aliyên têkildar dikin ku rastiya van agahiyan lêkolîn bikin an jî wê encamên xeternak ji reftariya Tirkiyê ya neberpirs derkevin holê. Di vir de ez dixwazim îşaret bi desteyên tenduristiyê bikim ku hewl dan ji nexweşên ku ji Şamê hatine piştrast bibin, tevî rewşa leşkerê ku hatiye herêma Şehbayê, lê malbatê ew mijar veşart mîna ku hîna negihaştiye mal. Mîna van reftariyan bi rastî xeternak in, ji nezanbûnê tên. Divê şênî pê nehesin ku karantîna mîna hepsê ye. Berovajî wê ew pêwîst e. Divê di ber çavan re were derbaskirin da ku destpêkê mriov, piştre civak û piştre malbat û hezkiriyan werin parastin. Ev tedbîr gelek girîng û pêwîst in.   
 
'QEDEXE PÊWIST BÛ' 
 
Ehmed bal kişand ser qedexeya derketina derve ya li herêmê jî û wiha bi dawî kir. "Qedexeya derketina derve pêwîst bû. Bi xwe biryareke girîng e ku Rêveberiya Xweser wek tedbîrek li dijî pandemiyê daye. Encamên wê jî erênî bû û nehişt ku pandemî li herêmê belav bibe. Ji niha û pê ve, pêkanîna biryarê pêwîst e. em dizanin ku gelê me ji biryarê zirar dibînin. Bi germbûna hewa re dê asta vê qedexeyê hêdî hêdî kêm bibe. Em bang li tevahiya şêniyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku van biryaran bînin cih heta ku rewşa hewa diguhere û li gorî biryarên rêveberiyê tev bigerin." 

Sernavên din

14/04/2020
12:48 HDP: Komkujiya Enfalê weke birîneke vekirî hê jî xwîn jê diherike
12:47 HDP'ê ji Meclîsê xwest ku enfal wekî komkujiya li dijî kurdan bê qebûlkirin
12:31 Şaredariya Çinarê deh hezar maske belav kir
12:06 33 hezar û 339 kesên ku jiderveyî welat hatin kirin bin qarantînayê
11:54 Penaber di rewşa xeternak de terkî mirinê tên kirin
11:39 KNK: Ji bo yekîtiya kurdan gavan bavêjin ku enfal dubare nebe
11:04 Zanîngeha Egeyê li dijî vîrûsê dest bi tedawiya plazmayê dike
11:01 Îlham Ehmed: Ger vîrûs belav bibe berpirsiyar hikûmeta Sûriye ye
10:43 Serokê WHO hişyar kir: Zû dawî li sînorkirinan neynin
10:37 Haydar Baş ji ber şewba Covîd-19 jiyana xwe ji dest da
10:12 Wê tedawiya kesên bi şewba coronayê ketine bêheq bê kirin
10:09 Jinên tundî li wan tê kirin ji emniyetê paş ve tên şandin
10:07 Li Pasûrê kesek hat girtin
09:56 Çareserî ne qezenc e, parvekirin e
09:55 Ji bo sûcdarên zayendî efû anîn
09:29 ‘Îqtidar rojnamevanan ber bi mirinê ve dişîne'
09:28 TMMOB, kolanên Sûrê sererast dike
09:27 'Em ditirsin em bi şewbê bikevin'
09:16 'Ji nû ve girtina girtiyan cezakirin e'
09:14 Derûnas Şedal: Xwe keşif bikin, guh bidin hestên xwe
09:13 Li Girtîgeha Alîagayê 2 bijîşk, 2 girtî û 12 gardiyan di karantînayê de ne
09:11 ‘Heger şewb dirêj dewam bike wê xela çêbibe'
09:09 'Ger Covid-19 nekuje, dê bêkarî û xîzanî bikuje
09:07 ‘Guhertina qanûna înfazê jiyana girtiyên siyasî dixe metirsiyê’
09:05 287 rojin di rojiya mirinê de ye: Piştî mudaxaleyê tenduristiya wî xerattir bû
09:04 TUAY-DER: Banga rêxistinên navneteweyî guhdar bikin
09:03 Ji mêşvanan pêşniyara ‘vegerin xwezayê’
09:01 Testên girtiyan nayên kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2020'AN
07:52 Pêşnûmeya qanûna înfazê ya ji 70 madeyan pêk tê hat qebûlkirin
13/04/2020
19:54 Li Tirkiyeyê rewşa dawî ya Covîd-19'yê: Hejmara miriyan bû hezar û 296
16:43 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: 300 kes di karantînayê de ne
16:10 JDY: Îqtîdar bi zagonên corona otoriteriya xwe xurt dike
16:05 Serlêdana Agît Îpek li meclisê hat kirin
16:01 Li Xarpêtê testa girtiyek pozîtîf derket
15:52 HDP: Îqtîdar nikare ser topavêtina xwe veşêre
15:45 Ji KCD’ê daxuyaniya Mistefa Selîmî
15:37 Li Mêrdînê hejmara gundên xistin karantînayê derket 7’an
15:35 Bi îdîaya Rojnameger Kanbal heqaret li Soylu kiriye xistin ber lêpirsînê
15:21 Beştaş: Hev diparêzin
15:20 Ji bo Koçak ketin greva birçîbûnê
15:16 Xwestin nexweşxaneyên hatine girtin werin vekirin
15:15 Di fabrîqeya nan de 50 karker bi vîrûsê ketin
15:03 Li Idlibê barîqat danîn pêşiya dewriyeyê
14:32 Meclîsa Gel a Mexmûrê banga rakirina ambargoyê kir
14:20 Dadgehê, Azîz Orûç wek rojnameger nedît
14:19 Dildarên li Sûrê nan li welatiyan belav kirin
14:09 Di çapemeniya cîhanê de Covid-19: Dermanê vîrûsê hevkarî ye
13:50 Mirina nûnerê sendîkayê ya ji koronayê weke ‘nexweşiya vegir’ ragihandin
13:48 Wezîrê Dadê Gul: 3 hikumxwaran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
13:48 Platforma Jinan a Dersimê: Ser gumanbar parastin û veşartin
13:37 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Ne rêveberiya şewbê ye rêveberiya bertîlê ye
13:23 Ji Gunay daxuyaniya îstifayê: Şerê desthilatê ye
13:13 Soylu duh îstîfa kir îro dewam kir
13:01 Xwişka Gulistan Dokû: Her tişt zelal e hûn li benda çi ne?
12:58 Ne tahliye dikin ne jî derdixin dadgehê
12:54 Li Îzmîrê, 266 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
12:38 Girtiyên hejmara li piyan qebûl nekirin, hatin derpkirin
12:33 Qeyûmê Mêrdînê du zem li ser hev kir
12:32 Piştî raperînê 220 girtî carek din hatin girtin
12:12 Groenland bû herêma ewil ku ji Kovîd-19 rizgar bûye
12:08 Di sibatê deynê îthalatê bi 1.23 milyar dolarî ji îxracata Tirkiyeyê zêdetir bû
11:42 Ji bo Gulistan Doku ya 100 rojin agahiyê jê nayê girtin bang
11:35 Darizandina îstîhbaratê jî dikin yasayî
11:30 ÎHA nûçeya têkildarî Soylu paşve kişand û lêborîn xwest
11:29 Li Amedê kesên ji ber vîrûsa koronayê mirin gişt 19’an
11:13 Gulistan Doku 100 rojin winda ye: Dewletê ji bo neyê dîtin her tişt kir
10:57 Di sererastkirina înfazê de 55 xal hatin qebûlkirin û 3 xal jî hatin guhertin
10:46 Li Cîhanê Covid-19: Li DYA zêdeyî 20 hezar li cîhanê 114 hezar mirov mirin
10:08 ‘Ev şewb hişyariya xwezayê ya ji bo însanan e’
10:07 Di ser operasyona 14'ê Nîsanê re 11 sal borîn
09:32 Xwestine ekipmana ku nedane weke dane nîşan bidin
09:18 ‘Krîza aborî û şewbê nişanda ku AKP nikare welat birêve bibe’
09:17 Kontrola asansorê ji TMMOB’ê girt, da şîrketek nêzî AKP’ê
09:17 Girtiyê nexweş ê di 20 rojan de 7 caran rakirin nexweşxanê bernadin
09:16 Pereyek pir zêde ji girtiyên bên berdan ji bo sewqê dixwazin
09:15 Malbatên girtiyan: Di hundirê qanûna înfazê de kîn û neyartî heye
09:14 Li Îzmît, piştevanî ji avahiyan dest pê dike
09:14 ‘ Li şûna tenduristiya gel, berjewendiyên sermayedaran difikirin’
09:02 ‘Nêzîkatiya cenazeyan hiqûqa dijminatiyê ye’
09:01 ROJEVA 13'YÊ NÎSANA 2020'AN
12/04/2020
23:17 Wezareta Karê Hûndir: Qedexeya 2 rojan ji saet 24.00’an ve dawî dibe
21:40 Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû îstîfa kir
20:21 Hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin gehişt 1198’an
19:25 Li Erxeniyê avahiyek xistin karantînayê
18:45 Girtiyê nexweş Fîlîz: Dengê min bibihîzin
18:23 HDP: Em Îran û hevkarên Îranê yên siyasetmedarê Kurd darvekirin şermezar dikin
17:20 Şaredariya di destê qeyûm de dezenfekta sexte belav kir
16:48 ‘Em bi hevre tora piştevaniyê bihûnin'
16:35 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê berpirsyar lêborînê bixwazin
16:34 Feleknaz Uca: Dixwazin girtîgehan bikin goristanên komî
15:41 30 xebatkarên tenduristiyê li maşîna 14 kesan suyar kirin
15:31 Sancar: Divê Wezîrê Karên Hundir ji peywirê were girtin
14:51 Xebata Îttîfaqa Kurdistanê: Ji Zagona li dijî aştiya civakê re bêjin NA
14:09 Li Amedê di encama îhmalê de nexweşek û xebatkarekî tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:32 Ketin û derketina parkan ên li Êlihê qedexe kirin
13:29 Ji OHD’ê daxuyaniya cenaze: Em ê li Tirkiye û qada naveneteweyî her cure serlêdanê bikin
13:12 MED TUHAD-FED: Bijîşkê çûye qawîşên girtiyan bi şewba Covît-19'ê ye
12:11 Meclisa Ciwanên HDP'ê: Şandina cenaze ya bi PTT'ê li dijî mirovahiyê ye
11:43 Ji bo 2 Navçeyan hişyariya erdhejê