Ji dayikan bang: Bêyî ku girtîgeh bibin goristan girtiyan berdin

img

AMED - Dayikên ku zarokên wan di girtîgehê de têkildarî tahlûkeya vîrûsa coronayê ya ku roj bi roj belav dibe bang kirin û xwestin bêyî ku girtîgeh bibin goristan demildest girtiyan berdan.

Vîrûsa coronayê roj bi roj li cîhanê û Tirkiyê belav dibe û hejmara kesên ku pê dimirin û pê dikevin zêde dibe. Ji ber vê yekê malbatên ku xizmên wan girtî bi fikarin. Dayikên girtiyan bang  li rayedarên dewletê kirin ku bêyî ku girtîgeh bibin goristan divê hemû girtî bên berdan. Dayika girtî Mazlûm Teke yê ku di Girtîgehan Tîpa D a Amedê dimîne, Nezahat Teke diyar kir ku ji bo ku girtî xwe ji vîrûsa coronayê biparêzin rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê tu tişt nedaye girtiyan û wiha got: “Girtî tiştê ku bistînin bi derfetên xwe û bi pereyên xwe distînin. Ji aliyê din jî gardiyan û esker diçin kawişên wan de lêgerînê dikin. Dema lêgerîn tê kirin destê xwe didin tişta, bi pêlavên xwe yên qirêj ve diçin. Kî dizane ku vîrûs di wan de tune ye. Vê vîrûsê kes bi çavê xwe nabîne. Ji ber wê em dayik pir bi tirs in. Xewên şeva li me bûye hesret. Bi hezaran zarokên me îro di xeteriyê de ne. Yek tenê vîrûs bigire wê girtîgeh bibin goristan. Em ji vê rewşê bi fikar in.”
 
‘DIVÊ GIRTÎGEH WERIN VALA KIRIN’
 
Nezahet Teke, da zanîn ku girtîgeh di vê rewşê de bin mayîna wan ya hundir jî bê wate dibe û wiha axivî: “Rewşa girtîgehan wisa bidome an dê hişê me biçe an em ê qeyrana dil derbas bikin. Wê çaxê em jî nakevin hundir. Em dayik em ê bikevin kolanan. Ne tenê ji bo lawê min ji bo herkesê. Bila bes dilê dayikan biêşînin. Heke edalet hebe bila ji herkesê re hebe.” Teke, bal kişand ser Paketa Darazê ya 3’yemîn û wiha berdewam kir: “Dibêjin ku wê çend hezar mirov werin berdan lê siyasî ne di nav de ne. Ji dizan, ji tacîzkaran, ji kujeran re heye ji bo çi ji zarokên me re tune ye. Heke edalet be edalet heqê me hemiya ne. Yek zarokekî me di girtîgehê de tiştek bi wan were kî dê hesaba vê bide. Li me dayikan nexweşî çêbûn. Rojê çar heb hebên tansiyonê dixwim. Hemû ji ber stresê ye. Serokkomar, Wezîrê Edaletê, Wezîrê Karê Hundir û hemû rayedaran vedixwînim edaletê. Çawa edaleta dayika ji bo herkesê heye bila ya wan jî wisa be. Divê girtîgeh werin vala kirin. Zarokên me bê sûc û bê sebep di wê derê de ne. Heke mirinê dixwazin em jî dê derkevin kolana bila em hemû bimrin.”
 
‘BILA DAYIK LI ZAROKÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’
 
Teke, xwest ku zarokên wan jî ji paketa darazê sûdê bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê girityên siyasî jî tev berdin belkû îro zû ye lê sibê dereng e. Çima Îran girtiya berdide em bernadin. Ji bo ku girtiyên siyasî kurd in û li mafê xwe xwedî derketine di girtîgehê de ne. Lawê min îro çi kiriye ku di hefsê de ye. Em jî mirovên vî welatî ne û li vî welatî dijîn.” Teke herî dawî got ku li kawişan şuna 5 girtiyan 10 girtî di odeyekê de dimînin û wiha got: “Em naxwazin girtîgeh bibin cihê mirinê. Ez bang li hemû dayikan dikim ku li zarokên xwe xwedî derkevin.”
 
‘DIVÊ KESÊN NEXWEŞ SERBEST BERDIN’
 
Hevjîna Nîmet Deyîş, Sultan Deyîş diyar kir ku bi telefonê hevjînê xwe re axivî ye û wiha got: “Hevjînê min nexweş e, wî nabin revîrê. Heke bibin nexweşxaneya derve jî dê 15 rojan karantînayê de bihêlin. Gardiyan ew diçin odeyên wan lê hinek ji wan bê rûpoş in. Hevjînê min got hezar 603 kes di girtîgeha wan de ne. Diyar kir ku yek girtî nexweş be wê hemû pê bikevin. Ji ber ku pir nexweş tê de hene û wan muayene jî nakin. Gelek nexweşiyên hevjînê min hene. Heke tiştek lê bê ez dest ji wan bernadim. Piştî nexweşiya vîrûsa corona derket bila wan berdin werin mala xwe. Efûyê çima Jİ tecawîzkaran re tînin çima ji girtiyên me re ne naînin. Vê zilmê em qebûl nakin. Ji xwe heqê kesên nexweş divê berdin.” 
 
‘JI ME RE DIBÊN DERNEKEVIN LÊ GIRTÎGEH TEJÎ KIRINE’
 
Deyîş, bal kişand ser gotina rayedarên dewletê ya ku kes ji malên xwe dernekeve û wiha got: “Ji me re dibên ji hundir de dernekevin lê girtîgeh jî tejî kirine. Girtiyên ku nexweşiyên wan giran hene. Hinek li erdê jî radizin. Yek nexweş bikeve wê komkujî çêbibe. Banga me ewe ku efûyeke tevahî were dayîn.”
 
GIRTIYÊ NEXWEŞ DEYÎŞ 28 SAL E GIRTÎ YE
 
Girtiyê nexweş Nîmet Deyîş ê 63 salî, 28 sal e girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê tê girtin. Heta niha li 10 girtîgehan girtî maye. Li gel nexweşiyên fitiqa piştê û stu, faranjît, prostat, gurçik, mîde, û gelek nexweşiyên din pêre hene jî nayê berdan. Keça Nîmet Deyîş Ferîha Deyîş  salek û 3 meh berê hat girtin. Piştî 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 45 roj cezayê girtîgehê û 13 hezar tl cezayê pereyan lê birî û dadgeha bilind ceza erê kir; Ferîhe Deyîş hat girtin û niha li Girtîgeha Amedê girtî ye. Dîsa Kurê Nîmet Deyîş Wedat Deyîş di 15'ê Tebaxê de di serdegirtina malê de hat girtin û 8 mehe girtî ye.
 
MA / Fahrettîn Kiliç
 

Sernavên din

26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket