Ji dayikan bang: Bêyî ku girtîgeh bibin goristan girtiyan berdin 2020-03-28 10:32:34 AMED - Dayikên ku zarokên wan di girtîgehê de têkildarî tahlûkeya vîrûsa coronayê ya ku roj bi roj belav dibe bang kirin û xwestin bêyî ku girtîgeh bibin goristan demildest girtiyan berdan. Vîrûsa coronayê roj bi roj li cîhanê û Tirkiyê belav dibe û hejmara kesên ku pê dimirin û pê dikevin zêde dibe. Ji ber vê yekê malbatên ku xizmên wan girtî bi fikarin. Dayikên girtiyan bang  li rayedarên dewletê kirin ku bêyî ku girtîgeh bibin goristan divê hemû girtî bên berdan. Dayika girtî Mazlûm Teke yê ku di Girtîgehan Tîpa D a Amedê dimîne, Nezahat Teke diyar kir ku ji bo ku girtî xwe ji vîrûsa coronayê biparêzin rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê tu tişt nedaye girtiyan û wiha got: “Girtî tiştê ku bistînin bi derfetên xwe û bi pereyên xwe distînin. Ji aliyê din jî gardiyan û esker diçin kawişên wan de lêgerînê dikin. Dema lêgerîn tê kirin destê xwe didin tişta, bi pêlavên xwe yên qirêj ve diçin. Kî dizane ku vîrûs di wan de tune ye. Vê vîrûsê kes bi çavê xwe nabîne. Ji ber wê em dayik pir bi tirs in. Xewên şeva li me bûye hesret. Bi hezaran zarokên me îro di xeteriyê de ne. Yek tenê vîrûs bigire wê girtîgeh bibin goristan. Em ji vê rewşê bi fikar in.”   ‘DIVÊ GIRTÎGEH WERIN VALA KIRIN’   Nezahet Teke, da zanîn ku girtîgeh di vê rewşê de bin mayîna wan ya hundir jî bê wate dibe û wiha axivî: “Rewşa girtîgehan wisa bidome an dê hişê me biçe an em ê qeyrana dil derbas bikin. Wê çaxê em jî nakevin hundir. Em dayik em ê bikevin kolanan. Ne tenê ji bo lawê min ji bo herkesê. Bila bes dilê dayikan biêşînin. Heke edalet hebe bila ji herkesê re hebe.” Teke, bal kişand ser Paketa Darazê ya 3’yemîn û wiha berdewam kir: “Dibêjin ku wê çend hezar mirov werin berdan lê siyasî ne di nav de ne. Ji dizan, ji tacîzkaran, ji kujeran re heye ji bo çi ji zarokên me re tune ye. Heke edalet be edalet heqê me hemiya ne. Yek zarokekî me di girtîgehê de tiştek bi wan were kî dê hesaba vê bide. Li me dayikan nexweşî çêbûn. Rojê çar heb hebên tansiyonê dixwim. Hemû ji ber stresê ye. Serokkomar, Wezîrê Edaletê, Wezîrê Karê Hundir û hemû rayedaran vedixwînim edaletê. Çawa edaleta dayika ji bo herkesê heye bila ya wan jî wisa be. Divê girtîgeh werin vala kirin. Zarokên me bê sûc û bê sebep di wê derê de ne. Heke mirinê dixwazin em jî dê derkevin kolana bila em hemû bimrin.”   ‘BILA DAYIK LI ZAROKÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN’   Teke, xwest ku zarokên wan jî ji paketa darazê sûdê bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê girityên siyasî jî tev berdin belkû îro zû ye lê sibê dereng e. Çima Îran girtiya berdide em bernadin. Ji bo ku girtiyên siyasî kurd in û li mafê xwe xwedî derketine di girtîgehê de ne. Lawê min îro çi kiriye ku di hefsê de ye. Em jî mirovên vî welatî ne û li vî welatî dijîn.” Teke herî dawî got ku li kawişan şuna 5 girtiyan 10 girtî di odeyekê de dimînin û wiha got: “Em naxwazin girtîgeh bibin cihê mirinê. Ez bang li hemû dayikan dikim ku li zarokên xwe xwedî derkevin.”   ‘DIVÊ KESÊN NEXWEŞ SERBEST BERDIN’   Hevjîna Nîmet Deyîş, Sultan Deyîş diyar kir ku bi telefonê hevjînê xwe re axivî ye û wiha got: “Hevjînê min nexweş e, wî nabin revîrê. Heke bibin nexweşxaneya derve jî dê 15 rojan karantînayê de bihêlin. Gardiyan ew diçin odeyên wan lê hinek ji wan bê rûpoş in. Hevjînê min got hezar 603 kes di girtîgeha wan de ne. Diyar kir ku yek girtî nexweş be wê hemû pê bikevin. Ji ber ku pir nexweş tê de hene û wan muayene jî nakin. Gelek nexweşiyên hevjînê min hene. Heke tiştek lê bê ez dest ji wan bernadim. Piştî nexweşiya vîrûsa corona derket bila wan berdin werin mala xwe. Efûyê çima Jİ tecawîzkaran re tînin çima ji girtiyên me re ne naînin. Vê zilmê em qebûl nakin. Ji xwe heqê kesên nexweş divê berdin.”    ‘JI ME RE DIBÊN DERNEKEVIN LÊ GIRTÎGEH TEJÎ KIRINE’   Deyîş, bal kişand ser gotina rayedarên dewletê ya ku kes ji malên xwe dernekeve û wiha got: “Ji me re dibên ji hundir de dernekevin lê girtîgeh jî tejî kirine. Girtiyên ku nexweşiyên wan giran hene. Hinek li erdê jî radizin. Yek nexweş bikeve wê komkujî çêbibe. Banga me ewe ku efûyeke tevahî were dayîn.”   GIRTIYÊ NEXWEŞ DEYÎŞ 28 SAL E GIRTÎ YE   Girtiyê nexweş Nîmet Deyîş ê 63 salî, 28 sal e girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê tê girtin. Heta niha li 10 girtîgehan girtî maye. Li gel nexweşiyên fitiqa piştê û stu, faranjît, prostat, gurçik, mîde, û gelek nexweşiyên din pêre hene jî nayê berdan. Keça Nîmet Deyîş Ferîha Deyîş  salek û 3 meh berê hat girtin. Piştî 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 3 sal û 45 roj cezayê girtîgehê û 13 hezar tl cezayê pereyan lê birî û dadgeha bilind ceza erê kir; Ferîhe Deyîş hat girtin û niha li Girtîgeha Amedê girtî ye. Dîsa Kurê Nîmet Deyîş Wedat Deyîş di 15'ê Tebaxê de di serdegirtina malê de hat girtin û 8 mehe girtî ye.   MA / Fahrettîn Kiliç