MÊRDÎN – Hat zanîn ku li navçeya Kerboranê kesek astengdara zîhnî ji aliyê dayika xwe ve hat kuştin.
Li gundê Deywanê yê girêdayî navçeya Kerborana Mêrdînê F. Bozdemîr ê astengdarê zîhnî duh êvarê êrişî dayika xwe Latîfe Bozdemîr û bavê xwe Şêyhmûs Bozdemîr kir. Bûyer ji ekîbên tenduristiyê re hat ragihandin û hatin cihê bûyerê. Ekîbê diyar kir ku Latîfe Bozdemîr jiyana xwe ji dest daye.
Şêyhmûs Bozdemîr jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û piştî dermankirinê ji xestê hat derxistin.
F. Bozdemîr jî ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin.