Kesê astengdarê zîhnî dayika xwe kuşt 2020-03-13 10:05:27 MÊRDÎN – Hat zanîn ku li navçeya Kerboranê kesek astengdara zîhnî ji aliyê dayika xwe ve hat kuştin.  Li gundê Deywanê yê girêdayî navçeya Kerborana Mêrdînê F. Bozdemîr ê astengdarê zîhnî duh êvarê êrişî dayika xwe Latîfe Bozdemîr û bavê xwe Şêyhmûs Bozdemîr kir. Bûyer ji ekîbên tenduristiyê re hat ragihandin û hatin cihê bûyerê. Ekîbê diyar kir ku Latîfe Bozdemîr jiyana xwe ji dest daye.    Şêyhmûs Bozdemîr jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û piştî dermankirinê ji xestê hat derxistin.    F. Bozdemîr jî ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin.