Tahmaz: Kesên bîrbir hemû divê guh bidin gotinên Ocalan

img

STENBOL - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, anî ziman ku Ocalan hêza civakiyî ya gelan destnîşan dike û got: "Di van şertan de kesekî ku dibêje 'ev rê ne tu rê ye' û qîmetê dide siyaseta demokratîk heye. Kesên bîrbir hemû divê hay ji vê hebin." 

8 meh şûnde Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe Rêberê PKK'ê re pêk anî. Ocalan, di vê hevdîtina xwe de jî bal kişand ser xeta "rêya sêyem". Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tamhaz, peyamên Ocalan nirxandin. 
 
Tahmaz, anî ziman ku pirsgirêka kurd êdî veguheriye pirsgirkek navneteweyî û got, nêzîkatiya Ocalan a ji bo çareseriyê pir girîng e. Tahmaz, destnîşan kir ku ji pêvajoya Osloyê ve Ocalan bal dikişîne ser rola Tirkiyeyê, dibêje bêyî ku Tirkiye qeyd û bendan li nigê xwe bixe divê çareser bike û got, ji bo vê jî Ocalan bi israr dibêje gere kurd li dor maseyê bin. Tahmaz, destnîşan kir ku ji ber îqtîdara li Tirkiyeyê û bêkêriya civakê pirsgirêka kurd veguheriye pirsgirkekek navneteweyî û got: "Li Tirkiyeyê bi taybetî jî derdorên statukoparêz, gava pirsa 'wê kurd û Tayyîp kengî li hev bikin' dihat kirin, Ocalan got 'em tunene'. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî, binê çarçoveya ku xêz kiribû careke din destnîşan kir. Ocalan, dibêje bêyî kurdan û tevgera siyasî ya kurdan, HDP, çareseriyeke mayinde û demokratîk nepêkan e." 
 
‘HER KES HEYE TENÊ KURD TUNENE' 
 
Tahmaz, gotina Ocalan ku gotibû "hêza te tunebe tu yê ne li ser masê bî" bibîr xist û got: "Ji bo tu li ser masê bî, şerta ewil divê tu bi hêza xwe bawer bî. Gava Ocalan dibêje, bi hêza xwe bawer bin, behsa tevgera siyasî ya kurd û HDP'ê dike. Ji wan re dibêje, xwe birêxistin bikin, xwe xurt bikin ku hûn karibin bibin nigê sêyemîn. Ev nêzîkatiyeke rast e. Yanî, çavê te li derdorê be tu yê nikaribî bikî. An jî tu hêviyê ji hinan bikî tu yê nikaribî bikî. Tiştê Ocalan dibêje, li masê hêzên navnetweyî giş hene, lê derdora herî mezin a Rojhilata Navîn kurd tunene. Tiştê min fêm kir, Ocalan dibêje divê kurd bi kirdeya xwe ya siyasî li ser vê maseyê bin." 
 
Tahmaz, bal kişand ser gotina Ocalan ku gotibû "nigê sêyemîn ê maseyê" û bibîr xist ku Ocalan ji zû de ye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd behsa demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, demokratîkbûyîna komarê dike. Tahmaz, anî ziman ku ji polîtîkaya Ocalan a Tirkiyebûnê vê yekê fêm dike û got: "Yanî dibêje, ji xeynî hêzên netewperest, muhafiekar û statûkoparêz, divê xeta demokratîk û azadîxwaz bêyî mafên civakî yên tu derdorê bin pê bikin tev bigerin. Tim dibêje, heger ev bi ser bikeve wê li qada demokratîk bibin xwedî hêz û wê ji bo Tirkiyeya nû bi ser bikevin. Di her du hevdîtinên xwe yê dawî de jî bin vê yekê cardin destnîşan kir. Tişta min jê fêm kir yek jê jî, di vê xetê de divê HDP roleke mezin bilîze. Ocalan, binî vê yekê destnîşan dike." 
 
‘HÛN DIKARIN ROLA XWE BI STRATEJIYEKE RAST BILÎZIN' 
 
Tahmaz, anî ziman ku di demên dawî de zext û zoriyên mezin li ser endam û rêvebirên HDP'ê hene û got: "Ev zext pirsa 'gelo HDP derî lîstikê ma?' tîne bîra mirov. Lê Ocalan dibêje, 'Na.' Ocalan, dibêje, 'Hûn dikarin rola xwe bi stratejî û taktîkeke rast bilîzin.' Dibe ku di şert û mercên Tirkiyeyê de ev wekî tiştekî zor bixuyê, lê belê Ocalan hê jî bal dikişîne ser vê yekê. Axaftina wî ya Newroza 2013'an careke din nîşan dide ku çi qas rast û çi qas taktîkî ye. Di wê daxuyaniyê de tişteke herî girîng jî zemîna têkoşîna demokratîk bû. Ocalan, di hevdîtina xwe ya dawî de hê jî vê yekê destnîşan dike. Yanî Ocalan, dibêje hê ez li cihê xwe me. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî dibêje, 'Êdî divê em di qada demokratîk de xwe birêxistin bikin û ji bo kirdeya li qada demokratîk jî divê hûn li ser maseyê cihekî vebikin. Heger hûn xwe birêxistin nekin, hûn ê nikaribin vê pirsgirêkê hel bikin." 
 
‘DIVÊ HER KES BÎR BIBE' 
 
Tahmaz, anî ziman ku niha li ser maseya heyî dewlet û hikûmet heye û got, li ser maseyê vekirina cihekî girêdayî kêfa van her du hêza ye. Tahmaz, diyar kir ku lê belê Ocalan dibêje, 'li ser vê maseyê vekirina cihekî divê ne girêdayî kêfa wan be, divê girêdayî hêza we ya civakiyî be.' Tahmaz, got: "Ocalan, vê yekê di serdemeke ku li Rojhialat Navîn her kesî çek hilgirtiye de dibêje. Yanî divê kesên bîbir hay ji vê hebin. Li Rojhilata Navîn hêza herî biçûk jî çekê hildigire. Tirkye jî di nav de hêzên li herêmê hemû piraniya budçeya xwe ji bo parastinê û çekan xerc dikin. Di van şertan de kesekî ku dibêje 'ev rê ne tu rê ye' û qîmetê dide siyaseta demokratîk heye. Kesên bîrbir hemû divê hay ji vê hebin." 
 
Her wiha Tahmaz, destnîşan kir ku 21 sal in ji bo rewşa Ocalan hiqûqeke taybet pêk tê û got, ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk pêşî divê hiqûqnas, baro û pisporên qanûna bingehîn li ber vê yekê rabûn. Tahmaz, anî ziman ku her ku siyasetmedarên Tirkiyeyê ditengijin derin li deriyê Îmraliyê didin û got: "Ev tim wisa ye. Qanûna Bingehîn li gor kêfa xwe bi kar tînin. Te dît sibehekê rayedarên Tirkiyeyê radibin dibêjin, 'temam bira malbata wî biçe.' Herî dawî dewletê bi zorê akademîsyenek şand û jê xwestin daxuyaniyê bide. Lê niha kes nizane ew li ku ye." 
 
Tahmaz, destnîşan kir ku bi rastî jî civaka tirk dixwaze pirgirêka kurd li ser asasên wekheviyê bê çareserkirin an na û got: "Êdî divê em vê yekê jî bidin ber pirsiyarkirinê." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

10/03/2020
15:11 Ferhat Çelîk: Ji ber sedemên siyasî biryara girtina me hat dayîn
15:03 Dê giliyê dadger û dozgerê ceza dane Mizrakli ji HSK’yê re bikin
14:30 Li Şirnexê 15 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
14:23 Rêxistinên rojnamegeran berdana rojnamegerên girtî xwestin
14:22 Bûldan: Jin li dijî faşîzm û qirkirinê li ber xwe didin
14:12 Malbata Dag: Bila cezayê darvekirinê bê betalkirin
14:00 Rojnamegeran ji edliyê bang kirin: Gelo ji civakê çi vedişêrin?
13:54 Li Amedê operasyona leşkerî
13:35 Di doza tecawizê ya Siwêrekê ku ji nû ve hat dîtin de heman ceza hat xwestin
13:16 Wê ji bo 103 qurbaniyan 103 dar werin çandin
12:51 Dosyeya girtina duyemîn a Yuksekdag ji bo dadgehê nehat şandin
12:18 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
12:18 Wê Tifaqa Kurdistanî bernameya xwe ya Newrozê aşkera bike
12:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:02 Li Iraqê 6 kesên din bi vîrûsa Korona ketin
11:58 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Sebra kurdan nema bila deriyên Îmraliyê vebe
11:18 Biryara şertê kontrola edlî ya derbarê rojnameger Evren de hat rakirin
11:15 Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 13,7
11:03 Ji hesabê JÎTEM'ê ji 8 parlamenterên HDP'ê re peyama gefxwarine şandin
11:00 Prof. Dr. Tsîtselîkîs: Çareserî ne li ser sînore, avakirina aştiyê Rojhilata Navîn e
10:41 Lawje bi projeyek nû li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe
09:46 Dadgeha Destûra Bingehîn îptal kir lê encam neguherî
09:10 Rojnamevan: Tevî ev qas zext û zoriyan jî em ê dev ji rastiyê bernedin
09:09 Nehiştin girtiyê 28 salan di taziyeya keça xwe de bi kurdî biaxive
09:08 Tahmaz: Kesên bîrbir hemû divê guh bidin gotinên Ocalan
09:07 Destê xwe ji paxila me berdin êdî!
09:06 Rapora der barê girtîgeha Xarpêtê de: Sînorê mudaxaleyê derbas nekirine
09:05 Ne 15 roj 120 roj borîn
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2020'AN
09/03/2020
19:00 Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari hat berdan
16:56 Dayikên aştiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Em bi hevre daxwaza aştiyê bikin
16:55 Sedema koçberiya Dersime pirsî
16:04 Dadgehê 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî
15:43 Dayika 4 mehin nikare cenazeyê keça xwe bigire: Ezê dest bi greva birçîbûnê bikim
15:32 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:11 Danişîna Yuksekdag sibe pêk tê
14:56 Danişîna biryarê ya Selçûk Mizrakli dest pê kir
14:56 Ji ber vîrûsa korona wê 70 hezar girtiyên din jî bên berdan
14:43 Rojnameya Yenî Yaşamê: Wê meşaleya Mûsa Anter nekeve erdê
14:41 Hat îdîakirin ku li Mîdyadê jinekê xwe kuştiye
14:28 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de dîsa xwe negihandin dozger
14:19 Arzû Çerkezoglû hat beratkirin
14:00 Olûç: Li gorî feraseta îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî sûc e
14:00 ÎHA’yek ket zeviyê
13:42 Newroz wê li qûntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin
13:27 Çelîk û Keser ên hatin girtin birin Girtîgeha Sîlîvrî
13:11 'Pêdivî bi piştevaniyê heye'
11:24 Babacan ji bo partiyek nû ava bike serî li Wezaretê da
11:23 Civîna Newrozê li Amedê hat lidarxistin
11:17 Di 9 rojan de 9 rojnameger hatin girtin
10:54 Dîmenên Erdogan ê li ber deriyê Pûtîn sekiniye hatin belavkirin
10:50 Danişîna doza Sabahat û Gultan dest pê kir
10:46 Ji dadgehê biryarek sosret, ‘ger tu tiştek nekiribin, teqez tiştek kirine’
10:25 Hêjmara 12'emîn a Xwebûn derket
10:14 F.A. ê di bin çavan de rastî tacîzê hat serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:01 Kovara Teoriya Marksist dê panela ‘Êdî dema şoreşê ye' li dar bixin
09:01 Xwişka Koçak ê di rojiya mirinê de: Birayê min ketiye 33 kîloyan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2020'AN
08/03/2020
23:08 Jin li Enqereyê meşiyan, li Cizîrê şahî li dar xistin
22:34 Jinan li Mêrsînê meşa şevê li dar xistin: Em alîgirê jiyanê ne
20:50 Jinan benda polîsan derbas kirin û meşiyan
20:41 Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Agirel girtin
20:05 Rojnameger Çelîk û Keser hatin girtin
17:51 Li Mexmûr û Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê
17:24 Li Seranserî bajarên Rojava pîrozbahiya 8'ê Adarê
17:12 Di mitînga Êlihê de destnîşankirina yekitiye neteweyî
16:57 ‘Em barîkata jinan ên kes nikarin derbas bikin ava dikin
16:09 Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê: Siyaseta jin têde tune ne ne demokratîk e
16:00 Jinên Dersimî: Gulistan Dokû li kuderê ye?
15:25 Gokkan: Yekîtiya me azadiya me ye
Buldan: Jin tecrîdê û şer red dikin
15:23 Ji Walitiya Stenbolê daxuyaniya Taksîmê
15:17 Li Mêrdînê bi hezaran jin meşiyan: Têkoşîn didome û wê bidome
14:38 Şaman: 8’ê Adarê têkoşîna azadkirina jinê ye
13:52 Guven: Em bi şens in îro hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike
13:39 Jin bi rengên xwe li Qada Stasyonê ne
13:15 Jinên Botanê reng dan 8'ê Adarê
12:38 Destûr nedan li Girtîgeha Jinan a Şakranê hevdîtin bê kirin
12:18 Li Wanê coşa 8'ê Adarê dest pê kir
12:15 Yuksekdag: Hêvî dikim 8'ê Adarê deriyê aştî û azadiyê veke
11:22 Dozger îttîraz kir kir, rojnameger Keser hat binçavkirin
Çelîk: Wê rastî di tariyê de nemînin
11:09 KCD: Jinan bi serhildanên xwe nîşan daye ku serî natewîne
11:08 Prof. Dr. Hart: Divê em bi komî mirinan red bikin
11:07 Qaçaxçiyên mirovan: Em parekê jî didin eskeran
10:12 Li Taksîmê dorpêça 8'ê Adarê
09:46 Cendirme kongreya HDP'ê betal kir
09:31 Malbata Demîr: 40 salin dewlet zilmê li me dike
09:06 Jineke bi têkoşînê mezin bûye
09:05 Xwarina navdar a Edeneyê şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê
09:05 Îstinafê cezayê li eskerê ku Surmî Înce kuştibû hatibû birîn xera kir!
09:04 Mahajera îranî: Li sînor jinên penaber bi tacizê re rû bi rû dimînin
09:02 Bazargeha Amedê ya yekemîn top avêt
09:01 ROJEVA 8'Ê ADARA 2020'AN
07/03/2020
18:10 Dayika Aştiyê: Bila her kes li dijî neheqiyê bisekine
17:16 Li Amedê jinan tûra bisikletan avêtin
16:43 Xizmên windayan li Îzmirê bang kirin: Winda diyar in, faîl li ku ne?
16:31 ‘Wê jin qezenc bikin’
16:06 40 baroyan piştgirî dan rojnamegeran: Rojnamegerî ne sûc e
15:49 Li girtîgehan herî kêm 50 jinên girtî yên nexweşên giran hene
15:43 Qeyûmê SELÎS girt Şaredariya HDP'ê dîsa vekir
15:37 Jin wê bi hashtaga “#8MarttaAlanlardayız’ di nava çalakiyê de bin