Tahmaz: Kesên bîrbir hemû divê guh bidin gotinên Ocalan 2020-03-10 09:08:31 STENBOL - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, anî ziman ku Ocalan hêza civakiyî ya gelan destnîşan dike û got: "Di van şertan de kesekî ku dibêje 'ev rê ne tu rê ye' û qîmetê dide siyaseta demokratîk heye. Kesên bîrbir hemû divê hay ji vê hebin."  8 meh şûnde Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe Rêberê PKK'ê re pêk anî. Ocalan, di vê hevdîtina xwe de jî bal kişand ser xeta "rêya sêyem". Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tamhaz, peyamên Ocalan nirxandin.    Tahmaz, anî ziman ku pirsgirêka kurd êdî veguheriye pirsgirkek navneteweyî û got, nêzîkatiya Ocalan a ji bo çareseriyê pir girîng e. Tahmaz, destnîşan kir ku ji pêvajoya Osloyê ve Ocalan bal dikişîne ser rola Tirkiyeyê, dibêje bêyî ku Tirkiye qeyd û bendan li nigê xwe bixe divê çareser bike û got, ji bo vê jî Ocalan bi israr dibêje gere kurd li dor maseyê bin. Tahmaz, destnîşan kir ku ji ber îqtîdara li Tirkiyeyê û bêkêriya civakê pirsgirêka kurd veguheriye pirsgirkekek navneteweyî û got: "Li Tirkiyeyê bi taybetî jî derdorên statukoparêz, gava pirsa 'wê kurd û Tayyîp kengî li hev bikin' dihat kirin, Ocalan got 'em tunene'. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî, binê çarçoveya ku xêz kiribû careke din destnîşan kir. Ocalan, dibêje bêyî kurdan û tevgera siyasî ya kurdan, HDP, çareseriyeke mayinde û demokratîk nepêkan e."    ‘HER KES HEYE TENÊ KURD TUNENE'    Tahmaz, gotina Ocalan ku gotibû "hêza te tunebe tu yê ne li ser masê bî" bibîr xist û got: "Ji bo tu li ser masê bî, şerta ewil divê tu bi hêza xwe bawer bî. Gava Ocalan dibêje, bi hêza xwe bawer bin, behsa tevgera siyasî ya kurd û HDP'ê dike. Ji wan re dibêje, xwe birêxistin bikin, xwe xurt bikin ku hûn karibin bibin nigê sêyemîn. Ev nêzîkatiyeke rast e. Yanî, çavê te li derdorê be tu yê nikaribî bikî. An jî tu hêviyê ji hinan bikî tu yê nikaribî bikî. Tiştê Ocalan dibêje, li masê hêzên navnetweyî giş hene, lê derdora herî mezin a Rojhilata Navîn kurd tunene. Tiştê min fêm kir, Ocalan dibêje divê kurd bi kirdeya xwe ya siyasî li ser vê maseyê bin."    Tahmaz, bal kişand ser gotina Ocalan ku gotibû "nigê sêyemîn ê maseyê" û bibîr xist ku Ocalan ji zû de ye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd behsa demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, demokratîkbûyîna komarê dike. Tahmaz, anî ziman ku ji polîtîkaya Ocalan a Tirkiyebûnê vê yekê fêm dike û got: "Yanî dibêje, ji xeynî hêzên netewperest, muhafiekar û statûkoparêz, divê xeta demokratîk û azadîxwaz bêyî mafên civakî yên tu derdorê bin pê bikin tev bigerin. Tim dibêje, heger ev bi ser bikeve wê li qada demokratîk bibin xwedî hêz û wê ji bo Tirkiyeya nû bi ser bikevin. Di her du hevdîtinên xwe yê dawî de jî bin vê yekê cardin destnîşan kir. Tişta min jê fêm kir yek jê jî, di vê xetê de divê HDP roleke mezin bilîze. Ocalan, binî vê yekê destnîşan dike."    ‘HÛN DIKARIN ROLA XWE BI STRATEJIYEKE RAST BILÎZIN'    Tahmaz, anî ziman ku di demên dawî de zext û zoriyên mezin li ser endam û rêvebirên HDP'ê hene û got: "Ev zext pirsa 'gelo HDP derî lîstikê ma?' tîne bîra mirov. Lê Ocalan dibêje, 'Na.' Ocalan, dibêje, 'Hûn dikarin rola xwe bi stratejî û taktîkeke rast bilîzin.' Dibe ku di şert û mercên Tirkiyeyê de ev wekî tiştekî zor bixuyê, lê belê Ocalan hê jî bal dikişîne ser vê yekê. Axaftina wî ya Newroza 2013'an careke din nîşan dide ku çi qas rast û çi qas taktîkî ye. Di wê daxuyaniyê de tişteke herî girîng jî zemîna têkoşîna demokratîk bû. Ocalan, di hevdîtina xwe ya dawî de hê jî vê yekê destnîşan dike. Yanî Ocalan, dibêje hê ez li cihê xwe me. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî dibêje, 'Êdî divê em di qada demokratîk de xwe birêxistin bikin û ji bo kirdeya li qada demokratîk jî divê hûn li ser maseyê cihekî vebikin. Heger hûn xwe birêxistin nekin, hûn ê nikaribin vê pirsgirêkê hel bikin."    ‘DIVÊ HER KES BÎR BIBE'    Tahmaz, anî ziman ku niha li ser maseya heyî dewlet û hikûmet heye û got, li ser maseyê vekirina cihekî girêdayî kêfa van her du hêza ye. Tahmaz, diyar kir ku lê belê Ocalan dibêje, 'li ser vê maseyê vekirina cihekî divê ne girêdayî kêfa wan be, divê girêdayî hêza we ya civakiyî be.' Tahmaz, got: "Ocalan, vê yekê di serdemeke ku li Rojhialat Navîn her kesî çek hilgirtiye de dibêje. Yanî divê kesên bîbir hay ji vê hebin. Li Rojhilata Navîn hêza herî biçûk jî çekê hildigire. Tirkye jî di nav de hêzên li herêmê hemû piraniya budçeya xwe ji bo parastinê û çekan xerc dikin. Di van şertan de kesekî ku dibêje 'ev rê ne tu rê ye' û qîmetê dide siyaseta demokratîk heye. Kesên bîrbir hemû divê hay ji vê hebin."    Her wiha Tahmaz, destnîşan kir ku 21 sal in ji bo rewşa Ocalan hiqûqeke taybet pêk tê û got, ji bo Tirkiye bibe welatekî demokratîk pêşî divê hiqûqnas, baro û pisporên qanûna bingehîn li ber vê yekê rabûn. Tahmaz, anî ziman ku her ku siyasetmedarên Tirkiyeyê ditengijin derin li deriyê Îmraliyê didin û got: "Ev tim wisa ye. Qanûna Bingehîn li gor kêfa xwe bi kar tînin. Te dît sibehekê rayedarên Tirkiyeyê radibin dibêjin, 'temam bira malbata wî biçe.' Herî dawî dewletê bi zorê akademîsyenek şand û jê xwestin daxuyaniyê bide. Lê niha kes nizane ew li ku ye."    Tahmaz, destnîşan kir ku bi rastî jî civaka tirk dixwaze pirgirêka kurd li ser asasên wekheviyê bê çareserkirin an na û got: "Êdî divê em vê yekê jî bidin ber pirsiyarkirinê."    MA / Ferhat Çelîk