Ne 15 roj 120 roj borîn

img

AMED - Serdozgeriya Komarê ya Mûşê 3 meh in bi hinceta encama testa DNA’yê derneketiye cenazeyê endama HPG’ê Zehra Eryilmaz nadin malbatê. Dayika Eryilmaz Kuddusiye  Eryilmaz, diyar kir ku polîs gotiye dê di 15 rojan de encama testa DNA diyar bibe û wiha got: "Lê ne 15 roj 3 meh borîn hêj test diyar nebûye û cenaze nedane. " 

3 meh in bi hinceta testa DNA diyar nebûye, cenazeyê Endama HPG'ê Zehra Eryilmaz nadin malbatê. Eryilmaz di operasyona eskerî ya di 7-8’ê Kanûnê de li Zozanên Şenê bi çar hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû. Malbatên endamên HPG’ê Erdal Tekay, Musa Kalkan, Suleyman Çinar û Melîk Bal berê cenazeyên zarokên xwe girtibûn û defin kiribûn. Di 8’ê kanûna 2019'an de Fermendariya Cendermeyan a Mûşê li bavê Eryilmaz geriyabû û diyar kiribû ku cenazeyê Zehra birine Meletiyê û xwestibû biçin cenazeyê xwe bigirin. Malbat di heman rojê de çûbûn Meletiyê û serî li Serdozgeriya Meletiyê dabûn. Dozger wêne nîşanî bavê Zehra dabû, lê ji ber ku cenaze nedihat naskirin bav nekarî teşhîs bike. Dayika Eryilmaz jî xwest li wêneyan binere lê dozgeriyê destûr nedabû. Li ser israra dayikê ew birin morga Edlî Tipa Meletiyê ku li cenazeyî teşhis bike.
 
3 MEH BORÎN LÊ 
 
Dayika Eryilmaz Kuddusiye  Eryilmaz, anî ziman ku pir zor e ku mirov li cenaze binere û teşhîs neke û got: “Min li cenazeyî nêrî. Li gel cenazeye keça min 18 cenaze hebûn. Hemû kiribûn poşetan û weke êzingan avêtibû ser hev. Mirov hinekê hurmetê ji mirî re digire. Lê mixabin hurmetê nîşanî cenazeyên me nadin. Min ji diran û porê wê nas kir. Lê polîs got nasîna diran û por têr nake. Min rica kir ku heta testa DNA diyar nebe li gora bêkesan veneşêrin Polîs jî got ‘Heta ku DNA dernekeve em venaşêrin.' Diyar kir ku wê di 15 rojan de testa DNA diyar bibe. Lê 3 meh borîn hêj diyar nebûye. Cenazeyê çar hevalên wê dan, lê yê Zehra nedan." 
 
MADEM HÛN ZANIN KEÇA MIN E HÛN ÇIMA NADIN? ' 
 
Eryilmaz, bang li Wezareta Dadê kir û got: “Ez wek dayikekê dibêjim. We telefonî me kir û xwest em biçin cenaze bibin. Lê çima hûn cenaze nadin? Madem hûn dizanin keça min e, we çima li goristana bêkesan veşart? Derûniya min xera bûye. Êdî ez tehamul nakim. Ez nexweşa dil, tansiyon û şekir im. Ez dixwazim cenazeyê keça xwe bigirim.”
 
'3 MEH IN XEW NAKEVE ÇAVÊ MIN'
 
Eryilmaz, xwest dayik negirîn û got: “Êdî bes e. Bila xwîn nerije. Ez dixwazim ev şan bi dawî bibe. Sê meh in xew nakeve çavê min. Cenazeyê keça min perçe perçe kirine. Tu tişt ji vê yekê zahmettir tune. Tu carî ev dîmen ji pêş çavê min naçe. Ji bo encama DNA’yê biyirsim her roj li dozgeriya Meletiyê, Mûşê û Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê digerin 
 
‘KESÊN DIBÊJIN MIROV IM BILA TENÊ SAETEKÊ XWE TÊXIN ŞÛNA MIN’
 
Eryilmaz, deştnîşan kir ku bi nedana cenazeyan îşkenceyê li zarok û malbatan dikin û wiha bi dawî kir: “Ev eziyeteke mezine didin me. Kesên ku dibêjin ez mirov im bila tenê saetekê xwe têxe cihê min, here morgê cenazeyê zarokê xwe perçe perçe bibîne, were malê û sê mehin li benda cenazeyê keça xwe be. Wê demê dê ji êşa dilê min fêm bikin. Ez dixwazim ev mesele bikeve rojeva dinyayê. Parlementer, parastinêrên mafê mirovan li ser bisekinin ku ez cenazeyê zaroka xwe bînim. Wek dayikekê dixwazim çareseriyek çêbibe û ev xwîn were sekinandin, ku dayik êdî negirîn.”
 

Sernavên din

10/03/2020
15:11 Ferhat Çelîk: Ji ber sedemên siyasî biryara girtina me hat dayîn
15:03 Dê giliyê dadger û dozgerê ceza dane Mizrakli ji HSK’yê re bikin
14:30 Li Şirnexê 15 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
14:23 Rêxistinên rojnamegeran berdana rojnamegerên girtî xwestin
14:22 Bûldan: Jin li dijî faşîzm û qirkirinê li ber xwe didin
14:12 Malbata Dag: Bila cezayê darvekirinê bê betalkirin
14:00 Rojnamegeran ji edliyê bang kirin: Gelo ji civakê çi vedişêrin?
13:54 Li Amedê operasyona leşkerî
13:35 Di doza tecawizê ya Siwêrekê ku ji nû ve hat dîtin de heman ceza hat xwestin
13:16 Wê ji bo 103 qurbaniyan 103 dar werin çandin
12:51 Dosyeya girtina duyemîn a Yuksekdag ji bo dadgehê nehat şandin
12:18 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
12:18 Wê Tifaqa Kurdistanî bernameya xwe ya Newrozê aşkera bike
12:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:02 Li Iraqê 6 kesên din bi vîrûsa Korona ketin
11:58 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Sebra kurdan nema bila deriyên Îmraliyê vebe
11:18 Biryara şertê kontrola edlî ya derbarê rojnameger Evren de hat rakirin
11:15 Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 13,7
11:03 Ji hesabê JÎTEM'ê ji 8 parlamenterên HDP'ê re peyama gefxwarine şandin
11:00 Prof. Dr. Tsîtselîkîs: Çareserî ne li ser sînore, avakirina aştiyê Rojhilata Navîn e
10:41 Lawje bi projeyek nû li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe
09:46 Dadgeha Destûra Bingehîn îptal kir lê encam neguherî
09:10 Rojnamevan: Tevî ev qas zext û zoriyan jî em ê dev ji rastiyê bernedin
09:09 Nehiştin girtiyê 28 salan di taziyeya keça xwe de bi kurdî biaxive
09:08 Tahmaz: Kesên bîrbir hemû divê guh bidin gotinên Ocalan
09:07 Destê xwe ji paxila me berdin êdî!
09:06 Rapora der barê girtîgeha Xarpêtê de: Sînorê mudaxaleyê derbas nekirine
09:05 Ne 15 roj 120 roj borîn
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2020'AN
09/03/2020
19:00 Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari hat berdan
16:56 Dayikên aştiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Em bi hevre daxwaza aştiyê bikin
16:55 Sedema koçberiya Dersime pirsî
16:04 Dadgehê 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî
15:43 Dayika 4 mehin nikare cenazeyê keça xwe bigire: Ezê dest bi greva birçîbûnê bikim
15:32 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:11 Danişîna Yuksekdag sibe pêk tê
14:56 Danişîna biryarê ya Selçûk Mizrakli dest pê kir
14:56 Ji ber vîrûsa korona wê 70 hezar girtiyên din jî bên berdan
14:43 Rojnameya Yenî Yaşamê: Wê meşaleya Mûsa Anter nekeve erdê
14:41 Hat îdîakirin ku li Mîdyadê jinekê xwe kuştiye
14:28 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de dîsa xwe negihandin dozger
14:19 Arzû Çerkezoglû hat beratkirin
14:00 Olûç: Li gorî feraseta îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî sûc e
14:00 ÎHA’yek ket zeviyê
13:42 Newroz wê li qûntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin
13:27 Çelîk û Keser ên hatin girtin birin Girtîgeha Sîlîvrî
13:11 'Pêdivî bi piştevaniyê heye'
11:24 Babacan ji bo partiyek nû ava bike serî li Wezaretê da
11:23 Civîna Newrozê li Amedê hat lidarxistin
11:17 Di 9 rojan de 9 rojnameger hatin girtin
10:54 Dîmenên Erdogan ê li ber deriyê Pûtîn sekiniye hatin belavkirin
10:50 Danişîna doza Sabahat û Gultan dest pê kir
10:46 Ji dadgehê biryarek sosret, ‘ger tu tiştek nekiribin, teqez tiştek kirine’
10:25 Hêjmara 12'emîn a Xwebûn derket
10:14 F.A. ê di bin çavan de rastî tacîzê hat serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:01 Kovara Teoriya Marksist dê panela ‘Êdî dema şoreşê ye' li dar bixin
09:01 Xwişka Koçak ê di rojiya mirinê de: Birayê min ketiye 33 kîloyan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2020'AN
08/03/2020
23:08 Jin li Enqereyê meşiyan, li Cizîrê şahî li dar xistin
22:34 Jinan li Mêrsînê meşa şevê li dar xistin: Em alîgirê jiyanê ne
20:50 Jinan benda polîsan derbas kirin û meşiyan
20:41 Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Agirel girtin
20:05 Rojnameger Çelîk û Keser hatin girtin
17:51 Li Mexmûr û Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê
17:24 Li Seranserî bajarên Rojava pîrozbahiya 8'ê Adarê
17:12 Di mitînga Êlihê de destnîşankirina yekitiye neteweyî
16:57 ‘Em barîkata jinan ên kes nikarin derbas bikin ava dikin
16:09 Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê: Siyaseta jin têde tune ne ne demokratîk e
16:00 Jinên Dersimî: Gulistan Dokû li kuderê ye?
15:25 Gokkan: Yekîtiya me azadiya me ye
Buldan: Jin tecrîdê û şer red dikin
15:23 Ji Walitiya Stenbolê daxuyaniya Taksîmê
15:17 Li Mêrdînê bi hezaran jin meşiyan: Têkoşîn didome û wê bidome
14:38 Şaman: 8’ê Adarê têkoşîna azadkirina jinê ye
13:52 Guven: Em bi şens in îro hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike
13:39 Jin bi rengên xwe li Qada Stasyonê ne
13:15 Jinên Botanê reng dan 8'ê Adarê
12:38 Destûr nedan li Girtîgeha Jinan a Şakranê hevdîtin bê kirin
12:18 Li Wanê coşa 8'ê Adarê dest pê kir
12:15 Yuksekdag: Hêvî dikim 8'ê Adarê deriyê aştî û azadiyê veke
11:22 Dozger îttîraz kir kir, rojnameger Keser hat binçavkirin
Çelîk: Wê rastî di tariyê de nemînin
11:09 KCD: Jinan bi serhildanên xwe nîşan daye ku serî natewîne
11:08 Prof. Dr. Hart: Divê em bi komî mirinan red bikin
11:07 Qaçaxçiyên mirovan: Em parekê jî didin eskeran
10:12 Li Taksîmê dorpêça 8'ê Adarê
09:46 Cendirme kongreya HDP'ê betal kir
09:31 Malbata Demîr: 40 salin dewlet zilmê li me dike
09:06 Jineke bi têkoşînê mezin bûye
09:05 Xwarina navdar a Edeneyê şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê
09:05 Îstinafê cezayê li eskerê ku Surmî Înce kuştibû hatibû birîn xera kir!
09:04 Mahajera îranî: Li sînor jinên penaber bi tacizê re rû bi rû dimînin
09:02 Bazargeha Amedê ya yekemîn top avêt
09:01 ROJEVA 8'Ê ADARA 2020'AN
07/03/2020
18:10 Dayika Aştiyê: Bila her kes li dijî neheqiyê bisekine
17:16 Li Amedê jinan tûra bisikletan avêtin
16:43 Xizmên windayan li Îzmirê bang kirin: Winda diyar in, faîl li ku ne?
16:31 ‘Wê jin qezenc bikin’
16:06 40 baroyan piştgirî dan rojnamegeran: Rojnamegerî ne sûc e
15:49 Li girtîgehan herî kêm 50 jinên girtî yên nexweşên giran hene
15:43 Qeyûmê SELÎS girt Şaredariya HDP'ê dîsa vekir
15:37 Jin wê bi hashtaga “#8MarttaAlanlardayız’ di nava çalakiyê de bin