Ne 15 roj 120 roj borîn 2020-03-10 09:05:52 AMED - Serdozgeriya Komarê ya Mûşê 3 meh in bi hinceta encama testa DNA’yê derneketiye cenazeyê endama HPG’ê Zehra Eryilmaz nadin malbatê. Dayika Eryilmaz Kuddusiye  Eryilmaz, diyar kir ku polîs gotiye dê di 15 rojan de encama testa DNA diyar bibe û wiha got: "Lê ne 15 roj 3 meh borîn hêj test diyar nebûye û cenaze nedane. "  3 meh in bi hinceta testa DNA diyar nebûye, cenazeyê Endama HPG'ê Zehra Eryilmaz nadin malbatê. Eryilmaz di operasyona eskerî ya di 7-8’ê Kanûnê de li Zozanên Şenê bi çar hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû. Malbatên endamên HPG’ê Erdal Tekay, Musa Kalkan, Suleyman Çinar û Melîk Bal berê cenazeyên zarokên xwe girtibûn û defin kiribûn. Di 8’ê kanûna 2019'an de Fermendariya Cendermeyan a Mûşê li bavê Eryilmaz geriyabû û diyar kiribû ku cenazeyê Zehra birine Meletiyê û xwestibû biçin cenazeyê xwe bigirin. Malbat di heman rojê de çûbûn Meletiyê û serî li Serdozgeriya Meletiyê dabûn. Dozger wêne nîşanî bavê Zehra dabû, lê ji ber ku cenaze nedihat naskirin bav nekarî teşhîs bike. Dayika Eryilmaz jî xwest li wêneyan binere lê dozgeriyê destûr nedabû. Li ser israra dayikê ew birin morga Edlî Tipa Meletiyê ku li cenazeyî teşhis bike.   3 MEH BORÎN LÊ    Dayika Eryilmaz Kuddusiye  Eryilmaz, anî ziman ku pir zor e ku mirov li cenaze binere û teşhîs neke û got: “Min li cenazeyî nêrî. Li gel cenazeye keça min 18 cenaze hebûn. Hemû kiribûn poşetan û weke êzingan avêtibû ser hev. Mirov hinekê hurmetê ji mirî re digire. Lê mixabin hurmetê nîşanî cenazeyên me nadin. Min ji diran û porê wê nas kir. Lê polîs got nasîna diran û por têr nake. Min rica kir ku heta testa DNA diyar nebe li gora bêkesan veneşêrin Polîs jî got ‘Heta ku DNA dernekeve em venaşêrin.' Diyar kir ku wê di 15 rojan de testa DNA diyar bibe. Lê 3 meh borîn hêj diyar nebûye. Cenazeyê çar hevalên wê dan, lê yê Zehra nedan."    MADEM HÛN ZANIN KEÇA MIN E HÛN ÇIMA NADIN? '    Eryilmaz, bang li Wezareta Dadê kir û got: “Ez wek dayikekê dibêjim. We telefonî me kir û xwest em biçin cenaze bibin. Lê çima hûn cenaze nadin? Madem hûn dizanin keça min e, we çima li goristana bêkesan veşart? Derûniya min xera bûye. Êdî ez tehamul nakim. Ez nexweşa dil, tansiyon û şekir im. Ez dixwazim cenazeyê keça xwe bigirim.”   '3 MEH IN XEW NAKEVE ÇAVÊ MIN'   Eryilmaz, xwest dayik negirîn û got: “Êdî bes e. Bila xwîn nerije. Ez dixwazim ev şan bi dawî bibe. Sê meh in xew nakeve çavê min. Cenazeyê keça min perçe perçe kirine. Tu tişt ji vê yekê zahmettir tune. Tu carî ev dîmen ji pêş çavê min naçe. Ji bo encama DNA’yê biyirsim her roj li dozgeriya Meletiyê, Mûşê û Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê digerin    ‘KESÊN DIBÊJIN MIROV IM BILA TENÊ SAETEKÊ XWE TÊXIN ŞÛNA MIN’   Eryilmaz, deştnîşan kir ku bi nedana cenazeyan îşkenceyê li zarok û malbatan dikin û wiha bi dawî kir: “Ev eziyeteke mezine didin me. Kesên ku dibêjin ez mirov im bila tenê saetekê xwe têxe cihê min, here morgê cenazeyê zarokê xwe perçe perçe bibîne, were malê û sê mehin li benda cenazeyê keça xwe be. Wê demê dê ji êşa dilê min fêm bikin. Ez dixwazim ev mesele bikeve rojeva dinyayê. Parlementer, parastinêrên mafê mirovan li ser bisekinin ku ez cenazeyê zaroka xwe bînim. Wek dayikekê dixwazim çareseriyek çêbibe û ev xwîn were sekinandin, ku dayik êdî negirîn.”