Dayika Aştiyê: Bila her kes li dijî neheqiyê bisekine

img
 
AMED- Di merasîma "Aştî, Dostanî û Demokrasî"yê ya Odeya Tebîban a Amedê de, Dayika Rayfe Ozbay li ser navê Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê xelat wergirt. Dayika Rayfe bal kişand ser peyva "aştî"yê û got: "Çi qas em  bên girtin, heqaret li me bên kirin û tundî li me bê kirin jî, em ê dev ji peyva aştiyê bernedin."
 
Odeya Tebîban a Amedê ji bo xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasî"yê merasîmek li dar xist. Merasîm li Demîr Otêla li Derê Çiyê pêk hat. Odeyê xelata îsal da Dayikên Aştiyê. Hunermend Kadîr Înanir,  HDP, CHP, OHD, EMEP, TMMOB, ÎHD, TUHAY-DER, MED TUHAD-FED, Komeleya 78’an, Komeleya Wêjakaran a Amedê, DÎSK, Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê û gelek sazî tevlî merasîmê bûn. Her wiha berî merasîmê panelek jî hat lidarxistin. Panel bi moderatoriya Dr. Alî Çerkezoglu dest pê kir. Ji însiyatîfa Dayikên Aştiyê Dayika Rayfe Ozbay û endamê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Dr. Alî di panelê de axivîn. 
 
Beriya panelîst dest bi axaftina xwe bikin ji aliyê moderator ve nameya Dr. Selçuk Mizrakli hat xwendin.
 
‘LI VÎ WELATÎ PEYVA AŞTIYÊ QEDEXE YE’
 
Piştî xwendina nameyan ji Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê Dayîka Rayfe Ozbay axivî. Di axaftinê dayîka Rayfe bal kişand ser zahmetiya bikaranîna peyva aştiyê û got: "Li vî welatî dema kesek peyva aştiyê bilêv dike, ya dikeve zîndanan ya jî tê kuştin. Pir heqaret li me hatin kirin, em pir hatin kuştin, em hatin windakirin lê dîsa jî em dev ji aştiyê bernadin. Kesên wekî Kadîr Înanir, dema qala aştiyê dikin jî ji aliyê medyaya hawuz û medyaya civakî ve hedef tên girtin. Em vê yekê jî qebûl nakin û em ê nekin."
 
Dayîka Rayfe di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku xwîn bi xwînê safî nabe, heq hiqûq, adalet tiştek li vî welatî nemaye û got: "Ger heba, em ê hinkî pêş biçûna. Pêwistî bi aştiyê, wekheviyê heye. Ev yek ji ber berjewendiyên serdestan nehatiye avakirin û ji bo vê yekê jî li pey şer diçin. Em êdî vî şerî û vê zilmê qebûl nakin. Bila îro her kes li dijî vê zilmê û neheqiyê bisekine."
 
‘BILA JIN TIM SERBILIND BIN’
 
Dayika Rayfe der barê yekitîya kurdan de jî qala hewcebûna yekbûniyê kir û got, dema ku kilîda Îmraliyê vebe wê çaxê dê rêya çareseriyê jî vebe.
Dayîka Rayfe di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jî û got: “Bila jin tim serbilind bin, bila dijî zilma mêr li ber xwe bidin. Ez bangê li hemû jinan dikim ku li Qada Îstasyonê tevlî mîtîngê bibin, tev bi hev re mafê xwe biqîrin.”
 
‘EM DEYNDARÊN DAYÎKÊN AŞTIYÊ NE’
 
Piştî Dayîka Rayfe, axaftvan Dr. Zekî Gul jî têkildarî girîngiya xebatên bijîşkan yên ku rêya aştiyê li civakê vedikin de axivî û got: “Rêya civakî û rêya takekesiyê eynî rê ye. Dayikên aştiyê ji bo rêya aştiyê bûne wekî pira aştiyê. Ji ber vê rola dayikan ku di navbera takeskesî û di navbera qada siyasî de avakirine em deyndarên wan in.”
 
Gul, bal kişand ser mijara saziyên sivîl ên demokratîk jî û got, hewce ye saziyên demokratîk êdî bi xebatên bandortir derkevin pêş; di rêya aştiya civakî de rolên bihêztir bigirin ser milê xwe. 
 
Piştî panelê xelat hatin dayîn. Di merasîmê de plaket dan bijîşkên ku 25 salan bijîşkî kirine û li ser navên dayikên aştiyê Dayika Rayfe Ozbay xelat stand û Kadîr Înanir jî sedema ku li derveyî welat bû, tevlî merasî nebû. Bi peyamekî spasdariyên xwe şandin.
 

Sernavên din

10/03/2020
15:11 Ferhat Çelîk: Ji ber sedemên siyasî biryara girtina me hat dayîn
15:03 Dê giliyê dadger û dozgerê ceza dane Mizrakli ji HSK’yê re bikin
14:30 Li Şirnexê 15 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
14:23 Rêxistinên rojnamegeran berdana rojnamegerên girtî xwestin
14:22 Bûldan: Jin li dijî faşîzm û qirkirinê li ber xwe didin
14:12 Malbata Dag: Bila cezayê darvekirinê bê betalkirin
14:00 Rojnamegeran ji edliyê bang kirin: Gelo ji civakê çi vedişêrin?
13:54 Li Amedê operasyona leşkerî
13:35 Di doza tecawizê ya Siwêrekê ku ji nû ve hat dîtin de heman ceza hat xwestin
13:16 Wê ji bo 103 qurbaniyan 103 dar werin çandin
12:51 Dosyeya girtina duyemîn a Yuksekdag ji bo dadgehê nehat şandin
12:18 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
12:18 Wê Tifaqa Kurdistanî bernameya xwe ya Newrozê aşkera bike
12:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:02 Li Iraqê 6 kesên din bi vîrûsa Korona ketin
11:58 Hevserokên Giştî yên DBP'ê: Sebra kurdan nema bila deriyên Îmraliyê vebe
11:18 Biryara şertê kontrola edlî ya derbarê rojnameger Evren de hat rakirin
11:15 Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 13,7
11:03 Ji hesabê JÎTEM'ê ji 8 parlamenterên HDP'ê re peyama gefxwarine şandin
11:00 Prof. Dr. Tsîtselîkîs: Çareserî ne li ser sînore, avakirina aştiyê Rojhilata Navîn e
10:41 Lawje bi projeyek nû li Amed, Mêrdîn û Êlihê konseran li dar dixe
09:46 Dadgeha Destûra Bingehîn îptal kir lê encam neguherî
09:10 Rojnamevan: Tevî ev qas zext û zoriyan jî em ê dev ji rastiyê bernedin
09:09 Nehiştin girtiyê 28 salan di taziyeya keça xwe de bi kurdî biaxive
09:08 Tahmaz: Kesên bîrbir hemû divê guh bidin gotinên Ocalan
09:07 Destê xwe ji paxila me berdin êdî!
09:06 Rapora der barê girtîgeha Xarpêtê de: Sînorê mudaxaleyê derbas nekirine
09:05 Ne 15 roj 120 roj borîn
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2020'AN
09/03/2020
19:00 Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari hat berdan
16:56 Dayikên aştiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Em bi hevre daxwaza aştiyê bikin
16:55 Sedema koçberiya Dersime pirsî
16:04 Dadgehê 9 sal, 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî
15:43 Dayika 4 mehin nikare cenazeyê keça xwe bigire: Ezê dest bi greva birçîbûnê bikim
15:32 Tuncel û Kişanak nehatin berdan
15:11 Danişîna Yuksekdag sibe pêk tê
14:56 Danişîna biryarê ya Selçûk Mizrakli dest pê kir
14:56 Ji ber vîrûsa korona wê 70 hezar girtiyên din jî bên berdan
14:43 Rojnameya Yenî Yaşamê: Wê meşaleya Mûsa Anter nekeve erdê
14:41 Hat îdîakirin ku li Mîdyadê jinekê xwe kuştiye
14:28 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de dîsa xwe negihandin dozger
14:19 Arzû Çerkezoglû hat beratkirin
14:00 Olûç: Li gorî feraseta îqtîdarê çêkirina nûçeyan jî sûc e
14:00 ÎHA’yek ket zeviyê
13:42 Newroz wê li qûntarên Keleha Wanê bê pîrozkirin
13:27 Çelîk û Keser ên hatin girtin birin Girtîgeha Sîlîvrî
13:11 'Pêdivî bi piştevaniyê heye'
11:24 Babacan ji bo partiyek nû ava bike serî li Wezaretê da
11:23 Civîna Newrozê li Amedê hat lidarxistin
11:17 Di 9 rojan de 9 rojnameger hatin girtin
10:54 Dîmenên Erdogan ê li ber deriyê Pûtîn sekiniye hatin belavkirin
10:50 Danişîna doza Sabahat û Gultan dest pê kir
10:46 Ji dadgehê biryarek sosret, ‘ger tu tiştek nekiribin, teqez tiştek kirine’
10:25 Hêjmara 12'emîn a Xwebûn derket
10:14 F.A. ê di bin çavan de rastî tacîzê hat serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da
09:01 Kovara Teoriya Marksist dê panela ‘Êdî dema şoreşê ye' li dar bixin
09:01 Xwişka Koçak ê di rojiya mirinê de: Birayê min ketiye 33 kîloyan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2020'AN
08/03/2020
23:08 Jin li Enqereyê meşiyan, li Cizîrê şahî li dar xistin
22:34 Jinan li Mêrsînê meşa şevê li dar xistin: Em alîgirê jiyanê ne
20:50 Jinan benda polîsan derbas kirin û meşiyan
20:41 Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Agirel girtin
20:05 Rojnameger Çelîk û Keser hatin girtin
17:51 Li Mexmûr û Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê
17:24 Li Seranserî bajarên Rojava pîrozbahiya 8'ê Adarê
17:12 Di mitînga Êlihê de destnîşankirina yekitiye neteweyî
16:57 ‘Em barîkata jinan ên kes nikarin derbas bikin ava dikin
16:09 Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê: Siyaseta jin têde tune ne ne demokratîk e
16:00 Jinên Dersimî: Gulistan Dokû li kuderê ye?
15:25 Gokkan: Yekîtiya me azadiya me ye
Buldan: Jin tecrîdê û şer red dikin
15:23 Ji Walitiya Stenbolê daxuyaniya Taksîmê
15:17 Li Mêrdînê bi hezaran jin meşiyan: Têkoşîn didome û wê bidome
14:38 Şaman: 8’ê Adarê têkoşîna azadkirina jinê ye
13:52 Guven: Em bi şens in îro hemû cîhan qala têkoşîna jina Kurd dike
13:39 Jin bi rengên xwe li Qada Stasyonê ne
13:15 Jinên Botanê reng dan 8'ê Adarê
12:38 Destûr nedan li Girtîgeha Jinan a Şakranê hevdîtin bê kirin
12:18 Li Wanê coşa 8'ê Adarê dest pê kir
12:15 Yuksekdag: Hêvî dikim 8'ê Adarê deriyê aştî û azadiyê veke
11:22 Dozger îttîraz kir kir, rojnameger Keser hat binçavkirin
Çelîk: Wê rastî di tariyê de nemînin
11:09 KCD: Jinan bi serhildanên xwe nîşan daye ku serî natewîne
11:08 Prof. Dr. Hart: Divê em bi komî mirinan red bikin
11:07 Qaçaxçiyên mirovan: Em parekê jî didin eskeran
10:12 Li Taksîmê dorpêça 8'ê Adarê
09:46 Cendirme kongreya HDP'ê betal kir
09:31 Malbata Demîr: 40 salin dewlet zilmê li me dike
09:06 Jineke bi têkoşînê mezin bûye
09:05 Xwarina navdar a Edeneyê şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê
09:05 Îstinafê cezayê li eskerê ku Surmî Înce kuştibû hatibû birîn xera kir!
09:04 Mahajera îranî: Li sînor jinên penaber bi tacizê re rû bi rû dimînin
09:02 Bazargeha Amedê ya yekemîn top avêt
09:01 ROJEVA 8'Ê ADARA 2020'AN
07/03/2020
18:10 Dayika Aştiyê: Bila her kes li dijî neheqiyê bisekine
17:16 Li Amedê jinan tûra bisikletan avêtin
16:43 Xizmên windayan li Îzmirê bang kirin: Winda diyar in, faîl li ku ne?
16:31 ‘Wê jin qezenc bikin’
16:06 40 baroyan piştgirî dan rojnamegeran: Rojnamegerî ne sûc e
15:49 Li girtîgehan herî kêm 50 jinên girtî yên nexweşên giran hene
15:43 Qeyûmê SELÎS girt Şaredariya HDP'ê dîsa vekir
15:37 Jin wê bi hashtaga “#8MarttaAlanlardayız’ di nava çalakiyê de bin