Dayika Aştiyê: Bila her kes li dijî neheqiyê bisekine 2020-03-07 18:10:40     AMED- Di merasîma "Aştî, Dostanî û Demokrasî"yê ya Odeya Tebîban a Amedê de, Dayika Rayfe Ozbay li ser navê Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê xelat wergirt. Dayika Rayfe bal kişand ser peyva "aştî"yê û got: "Çi qas em  bên girtin, heqaret li me bên kirin û tundî li me bê kirin jî, em ê dev ji peyva aştiyê bernedin."   Odeya Tebîban a Amedê ji bo xelata "Aştî, Dostanî û Demokrasî"yê merasîmek li dar xist. Merasîm li Demîr Otêla li Derê Çiyê pêk hat. Odeyê xelata îsal da Dayikên Aştiyê. Hunermend Kadîr Înanir,  HDP, CHP, OHD, EMEP, TMMOB, ÎHD, TUHAY-DER, MED TUHAD-FED, Komeleya 78’an, Komeleya Wêjakaran a Amedê, DÎSK, Serokê Baroya Amedê Cihan Aydin, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê û gelek sazî tevlî merasîmê bûn. Her wiha berî merasîmê panelek jî hat lidarxistin. Panel bi moderatoriya Dr. Alî Çerkezoglu dest pê kir. Ji însiyatîfa Dayikên Aştiyê Dayika Rayfe Ozbay û endamê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Dr. Alî di panelê de axivîn.    Beriya panelîst dest bi axaftina xwe bikin ji aliyê moderator ve nameya Dr. Selçuk Mizrakli hat xwendin.   ‘LI VÎ WELATÎ PEYVA AŞTIYÊ QEDEXE YE’   Piştî xwendina nameyan ji Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê Dayîka Rayfe Ozbay axivî. Di axaftinê dayîka Rayfe bal kişand ser zahmetiya bikaranîna peyva aştiyê û got: "Li vî welatî dema kesek peyva aştiyê bilêv dike, ya dikeve zîndanan ya jî tê kuştin. Pir heqaret li me hatin kirin, em pir hatin kuştin, em hatin windakirin lê dîsa jî em dev ji aştiyê bernadin. Kesên wekî Kadîr Înanir, dema qala aştiyê dikin jî ji aliyê medyaya hawuz û medyaya civakî ve hedef tên girtin. Em vê yekê jî qebûl nakin û em ê nekin."   Dayîka Rayfe di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku xwîn bi xwînê safî nabe, heq hiqûq, adalet tiştek li vî welatî nemaye û got: "Ger heba, em ê hinkî pêş biçûna. Pêwistî bi aştiyê, wekheviyê heye. Ev yek ji ber berjewendiyên serdestan nehatiye avakirin û ji bo vê yekê jî li pey şer diçin. Em êdî vî şerî û vê zilmê qebûl nakin. Bila îro her kes li dijî vê zilmê û neheqiyê bisekine."   ‘BILA JIN TIM SERBILIND BIN’   Dayika Rayfe der barê yekitîya kurdan de jî qala hewcebûna yekbûniyê kir û got, dema ku kilîda Îmraliyê vebe wê çaxê dê rêya çareseriyê jî vebe. Dayîka Rayfe di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jî û got: “Bila jin tim serbilind bin, bila dijî zilma mêr li ber xwe bidin. Ez bangê li hemû jinan dikim ku li Qada Îstasyonê tevlî mîtîngê bibin, tev bi hev re mafê xwe biqîrin.”   ‘EM DEYNDARÊN DAYÎKÊN AŞTIYÊ NE’   Piştî Dayîka Rayfe, axaftvan Dr. Zekî Gul jî têkildarî girîngiya xebatên bijîşkan yên ku rêya aştiyê li civakê vedikin de axivî û got: “Rêya civakî û rêya takekesiyê eynî rê ye. Dayikên aştiyê ji bo rêya aştiyê bûne wekî pira aştiyê. Ji ber vê rola dayikan ku di navbera takeskesî û di navbera qada siyasî de avakirine em deyndarên wan in.”   Gul, bal kişand ser mijara saziyên sivîl ên demokratîk jî û got, hewce ye saziyên demokratîk êdî bi xebatên bandortir derkevin pêş; di rêya aştiya civakî de rolên bihêztir bigirin ser milê xwe.    Piştî panelê xelat hatin dayîn. Di merasîmê de plaket dan bijîşkên ku 25 salan bijîşkî kirine û li ser navên dayikên aştiyê Dayika Rayfe Ozbay xelat stand û Kadîr Înanir jî sedema ku li derveyî welat bû, tevlî merasî nebû. Bi peyamekî spasdariyên xwe şandin.