'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’

img

ENQERE - Nûnera Yekitiya Komîteyên Jinê ya Fîlîstînê Abeer Abû Khadaîr, diyar kir ku rizgariya Fîlîstînê bi rizgariya jinê ve pêkane. Seroka Yekitiya Jinên Demokratîk a Tûnûsê Yosra Frawes jî, da zanîn ku îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê.  

Jinên ku bi berxwedanê hebûna xwe ava kirin, mîna her salê dê îsal jî di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li qadan daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bînin ziman. Jinên ku li Rojhilata Navîn li welatên xwe li dijî şer, tundî, hegemonyeya desthilatdariyê, zextên rêxistinên olî, tacîz, tecawîz û penabertiyê têdikoşin, diyar kirin ku wê çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal, bibin xaleke şikestinê. 
 
Jinên Rojhilata Navîn ên li dijî desthilatdariya zilam her tim li qadane, pirsgirêkên jinan ên li welatên xwe û rêbazên têkoşînê yên bi rêve dibin ji Ajansa Mezopotmaya (MA) re nirxandin.  
 
‘EM DAKETIN KOLANAN’
 
Nûnera Yekitiya Komîteyên Jinê ya Fîlîstînê Abeer Abû Khadaîr, tiştên ku jin li Fîlîstînê dijîn û têkoşîna jinan a li wê derê bi rêve dibin vegot. Khdaîr, diyar kir ku pirsgirêka wan a herî mezin parçebûna di nava wan deye û wiha axivî: “Bi taybetî, divê jinên Fîlîstînî dibin banekê yek rêxistinê kom bibin û di sedsala 21’emîn de li dijî plan Trûmp daniye holê derbikevin. Hewldanên me yên ji bo vê yekê hene. Li dijî vê hewldana ku dixwaze doza Fîlîstînê vale derbixe, em jin daketin kolanan û me çalakî li dar xistin.”
 
‘OLDARÊN RADÎKAL DIBIN ASTENG’
 
Khdaîr, anî ziman ku li Fîlîstînê, oldarên radîkal ên mîna avabûnên Hîzb-ut Tahrîr li dijî xebatên tevgerên Jinan tevdigerin û wiha got: “Jin li dijî hêzên ku herî zêde zextê li jinan dikin, têkoşîna herî mezin bi rêve dibin. Jinên Fîlîstînî herî zêde rastî zextên îxtilalê tên û têkoşîna herî mezin jî li dijî îxtîlalê tê dayîn. Jin ji aliyê îxtîlalê ve tên kuştin û rastî tundiyê tên. Ji ber vê yekê jinên Fîlîstînî berî her tiştî li dijî îxtilalî têkoşîna xwe pêş dixin. Li ser axên hatine dagirkirin, ne pêkane ku tevgerên jinan ofîsekê jî vekin. Em hewl didin hemû xebatên xwe di malan de bi rêve bibin. Xebatên me hemû tên şopandin û zextek mezin li ser me heye. Yek ji pirsgirêka me ya herî mezin jî nebûna me ya nûnertiyek qanûniye.”
 
LI QUDSÊ ZEXTÊN EŞÎRTIYÊ HENE
 
Khdarîr, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Di dadgehên Fîlîstên de jin hene û nûnertiya xwe ava kirin, lê li Qudsê rewşek wiha tuneye. Pirsgirêkên jinan ên li vê derê tên jiyîn, eşîrên heyî çareser dikin. Jin bi her awayî dibin zextan dene. Eşîrên kevneşop zextan li jinan dikin. Di heman demê de li herêma îxtîlalê jî, ev rewş tên jiyîn. Li herêmên dibin otorîteriya Fîlîstînê jî heman pirsgirêk tên jiyîn. Em weke jinên Yekitiya Jinên Fîlîstînê dixwazin ku qanûn bên derxistin. Bi taybetî, em dixwazin ku li dijî tundiya jinê qanûn bên derxistin. Ji bo vê yekê gelek hewldanên me hene. Em weke jinên Fîlîstînî li dijî qanûnên Urdûnê yên di sala 1967’an ên ji bo pirsgirêkên zewacê, berdanê, mal û mil hatine derxistin, yanî sererastkirina Şexsiyeta Ahval-î têdikoşin. Em dixwazin ku ji bo jinan êdî qanûnên nû bên derxistin.”
 
HEDEF VEGUHERTINA DESTHILATDARIYÊ YE 
 
Khdaîr, nêrîşan jinên li Tirkiyeyê, mîna ya jinên welatên Erebin û wiha rêz kir: “Li ser vê erdnîgariyê, jin tune tê hesibandin. Têkoşîna me ji bo bi dest xistina mafê jinane. Tirkiye jî, mîna hemû welatên oldar tevdigere. Em dixwazin ku jin di siyasete de bibin xwedî biryar û nûnertiya wekhev ava bibe. Em hedef dikin ku desthilatdariyê veguherînin. Têkoşîna li dijî vê yekê jî pir girînge. Em hedef dikin ku asta zanebûna jinê derbikeve holê. Divê em vê bi yekitî, kom û rêxistinên civaka sîvîl re pêş bixin.”
 
RIZGARIYA FILÎSTÎNÊ 
 
Khadîr, derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jî, ev peyam da: “Li me dagirkerî heye. Li gel me çalakiyên 8’ê Adarê di asta li dijî dagirkgeriya Îsraîlê û bandorên îxtîlalê de tên bi rêve birin. Hemû hewldanên me li dijî binpêkirinên mafên jinane û dagirkeriya heyiye. Rizgariya Fîlîstînê bi rizgariya jinê ve pêkane. Divê jin xwe ji rê û resmên heyî, feraseta serdest a zilam û zilmê rizgar bikin, da ku karibin di rizgariya Fîlîstînê de cih bigirin.”
 
'HIŞMENDÎ JI BO AZADIYÊ LI PÊŞ DIKEVE’ 
 
Seroka Yekîtiya Jinên Demokratîk a Tûnûsê (ATFD) Yosra Frawes jî bi bîr xist ku li cîhanê sala 2019’an tevgerek jinan û şoreşa jinan derketiye pêş. Frawes diyar kir divê çalakiyên jinan ên li cîhanê di sê xalan de bigirin dest û yek ji van xala yekemîn ew e ku jin xwedî wî mafî ne xwedî li bedena xwe derkevin. Frawes anî ziman ku tevgera jinan tevgerek ku li dijî her cûre tundî û şeran derdikeve û xwedî wê hişmendiyê ne di qada azadiyê de qadek cidî ya li pêşketinê ye. 
 
LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ TÊKOŞÎN 
 
Frawes da zanîn ku xala duyemîn jî ew e ku îtîrazên jinan têkildarî mafên aborî û civakî bilind dibe û got: “Jin li dijî muameleya ne mirovî, bihayê kêm û hefskirina malê ye. Ev têkoşînek cidî ye. Em tevgera jinan li dijî parvekirina kevneşopiya navbera jin û zilamên hemû dinyayê dibînin. Tevgera jinan li dijî her cûre bandorên neyînî ye. 8’ê Adarê jî li dijî her cûre neheqiyan derketin e. Têkoşîna 8’ê Adarê têkoşîna li dijî derketina kapîtalîzm û emperyalîzmê ye. 8’ê Adarê dij derketina kedxwariyê ye.” 
 
Frawes destnîşan kir ku xala sêyemîn jî ew e ku jin di nava siyasetê de cih bigirin û got: “Li tevahiya cîhanê tevgera jinan li pêş dikeve û têdikoşe ku di hemû mekanîzmayên biryar dayînê de xwe bi cih bikin. Di heman demê de li dijî serweriya zilaman e û li dijî siyaseta rasgir e.” 
 
Frawes bal kişand ser temsîlyeta jinan a siyaseta li Tûnûsê û birêkûpêkkirina yasayî ya li welatê wan di 2014’an de pêk hatiye, rêjeya temsîliyetê ya ji sedî 35 niha daketiye ji sedî 25’an. Frawes sedemê vê yekê jî girê dide li qada siyasetê tundiya li dijî jinan zêde dibe û li dijî vê tundiyê jî çalakî zêde dibin û ji ber bêcezakirinê ev rêje kêm bûye. 
 
JI BO CIH GIRTINA DI SIYASETÊ DE 
 
Frawes anî ziman ku jinên Tûnûsê ew li dijî îqtîdara bûye îslamiyet û sermayeya qirêj a siyasetê têdikoşin û ji bo ew di siyasetê de cih bigirin bi her awayî têdikoşin û li ber xwe didin. 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR 
 
Frawes da zanîn ku tevgerên jinan ên Tirkiyê û Tûnûsê xwedî têkiliyek xwe ya dîrokî ne û nemaze piştî îqtîdara AKP’ê peywendiya xwe bi tevgera jinên Tirkiyê re xurt kirine. Frawes serdanên Erdogan ên di demên dawî de ji bo Tûnûsê bibîr xist û got: “Ji bo em polîtîkaya Erdogan û AKP’ê li Tûnûsê eşkere bikin me gelek xebatan birêve bir.” Frawes diyar kir ku di demên dawî de pêywendiyên wan xurt bi tevgerên jinên kurd re jî çêbûye û hatina wan a kongreya HDP’ê jî ji ber vê sedemê bûye. Frawes bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a gelan ku li dijî zextan birêve didin û got: “Di mijara ev piştevanî çawa tê birêvebirin dema em tên vir sûdê ji hev werdigirin. Sûdwergirtina ji hev gelek girîng e.” 
 
PERGALA HEVSEROKATIYÊ 
 
Frawes bal kişand ser pergala hevserokatiyê ya di siyaseta kurd de û got: “Ev pergal mînakek û modelek e ji bo cîhanê. Gavek erênî ye. Ev pergal li hemû cîhanê belav bûye û tê pejirandin. Ev pergal bandora xwe li ser gelek welatan dike. Tevgera kurd tecrûbeyên girîng radixe ber çavan. Hem di qada siyasetê de hem jî di qada xwerêvebirinê (şaredariyan) de gelek xebatên girîng tên birêvebirin.” 
 
SEKNA XWESER 
 
Frawes da zanîn ku çalakiyên Las Tesîs ketiye rewşa sirûda tevgera jinan û wiha dewam kir: “Ev reqs seknek li dijî her cûre serweriyê, kuştin, tundî û kedxwarinê ye. Xwedî girîngiyek xweser e. Li hemû cîhanê deng veda.” Frawes anî ziman ku wê îsal bibe sala berxwedana jinan û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Wê îsal çalakiyên 8’ê Adarê mohra xwe lê cîhanê bide û bibin çalakiyê guhertinê. Em wisa bawerin wê çalakiyên îsal li gorî salên bihûrî bibe tevgerek bi hêz a jinan.”
 
Berpirsa Meşa Jinên Cîhanê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Ruba Odeh jî got: “Meşa Jinan a Cîhanê li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Filîstînê hem ji bo nîşandana berxwedana jinan, xwegihandina azadiyê û hem jî di warê polîtîk Û hem jî di warê mafên civakî ku bên bidestxistin girîng e.” 
 
‘HETA AX Û MAFÊ XWE PAŞVE BIGIRIN…’ 
 
Odeh destnîşan kir ku jin li dijî mêtingeriya Îsraîlê têkoşînek bêhempa û bi bandor birêve dibin û wiha got: “Jin ji bo azad bibin dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Ji bo vê yekê têkoşîna azadiya Filîstînê ji têkoşîna me ne cudatir e. Em bi biryar in heta ku em ax û mafên xwe paşve bigirin têkoşîna xwe bidomînin. Jinên Filîstînê xwe ji jinên berxwedêr ên cîhanê cudatir nabînin. Bi taybetî li gel hemû jinên li dijî mêtingeriyê li ber xwe didin cih digirin û ji bo bi hemû jinan re ji bo koalîsyonek pêk were têdikoşin.” 
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA HEVPAR BIRÊVE BIBIN’ 
 
Odeh derbarê 8’ê Adarê de jî wiha got: “Divê em hemû bibin yek deng. Tenê ne di 8’ê Adarê de, divê em di hemû têkoşînan de bibin yek. Divê em têkoşîna xwe li çar aliyên cîhanê birêxistin bikin û têkoşînek hevpar birêve bibin. Em wek jinên Filîstînê dixwazin hemû jin li ser axa xwe azad bijîn.” 
 
MA / Zemo Aggoz - Dîren Yurtsever
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

07/03/2020
15:28 Jin di 8'ê Adarê de wê peyamên girîng bidin
15:23 Saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan Amedsporê
15:02 Xizmên Windayan ji bo jinên hatin windakirin edaletê xwestin
14:44 Hevjîna xwe kuşt û întîhar kir
14:21 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Em bang li NY'ê dikin ku sûcdarên şer darizînin
14:12 Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê yên li Sîlopî û Êlihê bi dawî bûn
13:52 Temel: Fêdeya tirsê tune ye
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatin windakirin pirsîn
13:07 Ji TJA'yê daxuyaniya 8'ê Adarê: Em jinan vedixwînin mewziyên berxwedanê
13:07 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Divê siyaseta şer bi dawî bibe
12:06 Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso: Tirkiye êdî ketiye çerxerêyê
12:05 HDP’ê binçavkirin û girtin şermezar kir
11:34 Kurd ji sedî 63,2'ê li sînorê birçîbûnê dijîn
Jinên Kurd ji sedî 87.1 betal in
11:31 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî rêya sêyemîn e
11:11 Rojnameger Akdenîz ê çavdêriya penaberan kir: Em li deriyê erdheja civakî ne
10:52 Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên Esad xizmeta Tirkiyeyê dike
10:34 ‘Pêşiya mêrantî û mîlîtarîzmê bê girtin dê tundî bi dawî bibe
10:34 Jinên sendîkavan: Em bi têkoşîna rêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in
10:20 Amed ji bo mitînga 8’ê Adarê amade ye
09:30 'Bira girtiyên siyasî yên girtîgehên Îranê jî bên berdan'
09:27 220 roj in di hucreyekê de ye: 'Îstixbaratvan' gefan lê dixwin
09:27 Der barê parêzerên jin de ku bûyera tacizê ragihandibû, lêpirsîn hat destpêkirin
09:26 'Jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin'
09:25 Aykol: Gava komên cîhadîst derkevin, wê pirsgirêk çareser bibin
09:25 Li pira wekî 'pira mirinê' tê binavkirin ji bo ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin
09:24 Wê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan!
09:23 ‘Divê jinên tirkiyeyî xwedî li vê pergalê derkevin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN
01:02 Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan
06/03/2020
23:46 Piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzadeyê bêyî malbatê defin kirin
20:49 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa Keser sewqî dadgehê kirin
20:43 Gerînendeyê weşana Giştî yê Odatv'yê Pehlîvan hat girtin
16:42 Nûçegihanê Rûdawê bi boneya ‘Idlibê' hat girtin
16:29 Bang li xebatkarên Yenî Yaşamê hat kirin ku biçin îfade bidin
16:14 Malbatan û parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:03 Derbarê 28 wekîlên HDP û CHP’ê de 55 fezleke hatin amadekirin
15:42 5 kes li Stewrê hatin binçavkirin
15:26 Cenazeyê Hacîzadê 165 roj şûnde wergirtin
15:26 Di danişîna 16’emîn de jî Sara Kaya nehat berdan
14:53 Jin li her derê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
14:52 Xwendekarên hatin binçavkirin: Em nikarin debara xwe bikin
14:51 Dayikên Aştiyê ji bo Grûp Yorûm bang kirin: Gav biavêjin
14:28 Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye
14:27 Qeyûm ji xeynî rojnamegeran qerta bê pere dan her kesan
14:26 Di 8’ê Adarê de wê bibin dengê penaberan
14:03 Li Zanîngeha Dîcleyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
13:53 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir
12:29 Ji biryara ‘agirbestê’ bêtir peyker bûn mijara rojevê
12:27 Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:03 Tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatin dayîn
11:43 Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket
11:31 Dersimî ji bo Gulîstan Dokûyê îşaret bi cinayetê dikin
11:21 Wê cotkar garis û pembo neçînin: Bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê
11:06 Zilaman bi darê zorê ew xistine nava tora fihûşê
10:58 Di 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî hat dayîn
10:57 Li sêrtê 'Siya Avê' hat pêşandan
10:24 Akademîsyena ji Cezayîrê Recham: Çi şoreşa ku vîna jinê nebîne bi ser nakeve
10:23 Jinên di berxwedana TEKEL’ê de cih girtin banga tevlîbûna 8’ê Adarê kirin
09:30 Penaberê ku 10 caran îadeyî Tirkiyeyê tê kirin: Em dixwazin bijîn
09:29 Bi rêya pevguherandinê balê dikişîne ser xwendina bi kurdî
09:29 AYM'ê gotibû 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê 12 sal in hê jî wekî berê ye!
09:28 Li orta Stenbolê bazara penaberan
09:24 6 sal şûnde fêr bû ku endamê AKP'ê' ye
09:24 Mexdûrên erdhejê li benda alîkariyê ne
09:23 Hevşaredarên jin: Divê jin dakevin qadan
09:23 'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN
05/03/2020
22:02 Li Amedê jin ji bo şanoya 'Jiyan' hatin cem hev
19:40 Nûçegihana me Demîr hat berdan
15:43 Ji Platforma Jinê ya Enqereyê bang: Em ê cîhanê bihejînin
15:36 Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Aktorê çareseriyê birêz Ocalan e
15:27 Li Navçeyên Lîce û Hazro operasyona eskerî
15:15 Pirsa rojnameger Soylu aciz kir
14:48 Jin wê di 8’ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîst de bên gelhev
14:38 Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
14:11 HDP: Bila roja 8'ê Adarê bibe destûra fermî
14:05 Rojnameger Kenan Kirkaya derket pêşberî dadger
14:01 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:54 2 kesên din hatin cezakirin: Rêveberiya xweser modela ji kaosê derketin e
13:22 Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket
13:20 MED TUHAD FED: Dema hevdîtin bi Ocalan re pêk tên qeyran jî tên çareser kirin
12:48 Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê
12:45 Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn
12:02 Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin
11:58 Beriya serdana UNESCO’yê ser şopên rûxandinê dinuximînin
11:28 Sîwana Xemrî: Jinên di stargehan de mîna ku sûc kirine, tên cezakirin
11:12 Serokê Daîreya DÎSK'ê Karatepe hat binçavkirin
10:59 Du rojnameger ji ber deşîfrekirina ‘MÎT’ê hatin girtin
10:41 Li Edeneyê 7 kes hatin binçavkirin
10:34 'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’
10:15 Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê hûn bibin piyê sêyemîn
09:39 Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê
09:22 Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin
09:19 Li Cizîrê li qafeyan kurdî qedexeye: Mişteriyên 'bijare' nerihet dibin!
09:18 Aysel Gîrdîk a li dijî krîza aborî têdikoşe: Ez dev ji hilberandinê bernadim
09:18 Şaredariya Êlihê dê dîsa SELÎS'ê veke
09:17 Platforma Jina ya Bornovayê: Ne tirse em hêviyê parve bikin
09:16 'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî'
09:16 Qeymeqam karker girtin, lê hevşaredar hat sûcdarkirin
09:15 Hê jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin