'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’ 2020-03-05 10:34:14 ENQERE - Nûnera Yekitiya Komîteyên Jinê ya Fîlîstînê Abeer Abû Khadaîr, diyar kir ku rizgariya Fîlîstînê bi rizgariya jinê ve pêkane. Seroka Yekitiya Jinên Demokratîk a Tûnûsê Yosra Frawes jî, da zanîn ku îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê.   Jinên ku bi berxwedanê hebûna xwe ava kirin, mîna her salê dê îsal jî di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, li qadan daxwazên xwe yên azadî û wekheviyê bînin ziman. Jinên ku li Rojhilata Navîn li welatên xwe li dijî şer, tundî, hegemonyeya desthilatdariyê, zextên rêxistinên olî, tacîz, tecawîz û penabertiyê têdikoşin, diyar kirin ku wê çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal, bibin xaleke şikestinê.    Jinên Rojhilata Navîn ên li dijî desthilatdariya zilam her tim li qadane, pirsgirêkên jinan ên li welatên xwe û rêbazên têkoşînê yên bi rêve dibin ji Ajansa Mezopotmaya (MA) re nirxandin.     ‘EM DAKETIN KOLANAN’   Nûnera Yekitiya Komîteyên Jinê ya Fîlîstînê Abeer Abû Khadaîr, tiştên ku jin li Fîlîstînê dijîn û têkoşîna jinan a li wê derê bi rêve dibin vegot. Khdaîr, diyar kir ku pirsgirêka wan a herî mezin parçebûna di nava wan deye û wiha axivî: “Bi taybetî, divê jinên Fîlîstînî dibin banekê yek rêxistinê kom bibin û di sedsala 21’emîn de li dijî plan Trûmp daniye holê derbikevin. Hewldanên me yên ji bo vê yekê hene. Li dijî vê hewldana ku dixwaze doza Fîlîstînê vale derbixe, em jin daketin kolanan û me çalakî li dar xistin.”   ‘OLDARÊN RADÎKAL DIBIN ASTENG’   Khdaîr, anî ziman ku li Fîlîstînê, oldarên radîkal ên mîna avabûnên Hîzb-ut Tahrîr li dijî xebatên tevgerên Jinan tevdigerin û wiha got: “Jin li dijî hêzên ku herî zêde zextê li jinan dikin, têkoşîna herî mezin bi rêve dibin. Jinên Fîlîstînî herî zêde rastî zextên îxtilalê tên û têkoşîna herî mezin jî li dijî îxtîlalê tê dayîn. Jin ji aliyê îxtîlalê ve tên kuştin û rastî tundiyê tên. Ji ber vê yekê jinên Fîlîstînî berî her tiştî li dijî îxtilalî têkoşîna xwe pêş dixin. Li ser axên hatine dagirkirin, ne pêkane ku tevgerên jinan ofîsekê jî vekin. Em hewl didin hemû xebatên xwe di malan de bi rêve bibin. Xebatên me hemû tên şopandin û zextek mezin li ser me heye. Yek ji pirsgirêka me ya herî mezin jî nebûna me ya nûnertiyek qanûniye.”   LI QUDSÊ ZEXTÊN EŞÎRTIYÊ HENE   Khdarîr, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Di dadgehên Fîlîstên de jin hene û nûnertiya xwe ava kirin, lê li Qudsê rewşek wiha tuneye. Pirsgirêkên jinan ên li vê derê tên jiyîn, eşîrên heyî çareser dikin. Jin bi her awayî dibin zextan dene. Eşîrên kevneşop zextan li jinan dikin. Di heman demê de li herêma îxtîlalê jî, ev rewş tên jiyîn. Li herêmên dibin otorîteriya Fîlîstînê jî heman pirsgirêk tên jiyîn. Em weke jinên Yekitiya Jinên Fîlîstînê dixwazin ku qanûn bên derxistin. Bi taybetî, em dixwazin ku li dijî tundiya jinê qanûn bên derxistin. Ji bo vê yekê gelek hewldanên me hene. Em weke jinên Fîlîstînî li dijî qanûnên Urdûnê yên di sala 1967’an ên ji bo pirsgirêkên zewacê, berdanê, mal û mil hatine derxistin, yanî sererastkirina Şexsiyeta Ahval-î têdikoşin. Em dixwazin ku ji bo jinan êdî qanûnên nû bên derxistin.”   HEDEF VEGUHERTINA DESTHILATDARIYÊ YE    Khdaîr, nêrîşan jinên li Tirkiyeyê, mîna ya jinên welatên Erebin û wiha rêz kir: “Li ser vê erdnîgariyê, jin tune tê hesibandin. Têkoşîna me ji bo bi dest xistina mafê jinane. Tirkiye jî, mîna hemû welatên oldar tevdigere. Em dixwazin ku jin di siyasete de bibin xwedî biryar û nûnertiya wekhev ava bibe. Em hedef dikin ku desthilatdariyê veguherînin. Têkoşîna li dijî vê yekê jî pir girînge. Em hedef dikin ku asta zanebûna jinê derbikeve holê. Divê em vê bi yekitî, kom û rêxistinên civaka sîvîl re pêş bixin.”   RIZGARIYA FILÎSTÎNÊ    Khadîr, derbarê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jî, ev peyam da: “Li me dagirkerî heye. Li gel me çalakiyên 8’ê Adarê di asta li dijî dagirkgeriya Îsraîlê û bandorên îxtîlalê de tên bi rêve birin. Hemû hewldanên me li dijî binpêkirinên mafên jinane û dagirkeriya heyiye. Rizgariya Fîlîstînê bi rizgariya jinê ve pêkane. Divê jin xwe ji rê û resmên heyî, feraseta serdest a zilam û zilmê rizgar bikin, da ku karibin di rizgariya Fîlîstînê de cih bigirin.”   'HIŞMENDÎ JI BO AZADIYÊ LI PÊŞ DIKEVE’    Seroka Yekîtiya Jinên Demokratîk a Tûnûsê (ATFD) Yosra Frawes jî bi bîr xist ku li cîhanê sala 2019’an tevgerek jinan û şoreşa jinan derketiye pêş. Frawes diyar kir divê çalakiyên jinan ên li cîhanê di sê xalan de bigirin dest û yek ji van xala yekemîn ew e ku jin xwedî wî mafî ne xwedî li bedena xwe derkevin. Frawes anî ziman ku tevgera jinan tevgerek ku li dijî her cûre tundî û şeran derdikeve û xwedî wê hişmendiyê ne di qada azadiyê de qadek cidî ya li pêşketinê ye.    LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ TÊKOŞÎN    Frawes da zanîn ku xala duyemîn jî ew e ku îtîrazên jinan têkildarî mafên aborî û civakî bilind dibe û got: “Jin li dijî muameleya ne mirovî, bihayê kêm û hefskirina malê ye. Ev têkoşînek cidî ye. Em tevgera jinan li dijî parvekirina kevneşopiya navbera jin û zilamên hemû dinyayê dibînin. Tevgera jinan li dijî her cûre bandorên neyînî ye. 8’ê Adarê jî li dijî her cûre neheqiyan derketin e. Têkoşîna 8’ê Adarê têkoşîna li dijî derketina kapîtalîzm û emperyalîzmê ye. 8’ê Adarê dij derketina kedxwariyê ye.”    Frawes destnîşan kir ku xala sêyemîn jî ew e ku jin di nava siyasetê de cih bigirin û got: “Li tevahiya cîhanê tevgera jinan li pêş dikeve û têdikoşe ku di hemû mekanîzmayên biryar dayînê de xwe bi cih bikin. Di heman demê de li dijî serweriya zilaman e û li dijî siyaseta rasgir e.”    Frawes bal kişand ser temsîlyeta jinan a siyaseta li Tûnûsê û birêkûpêkkirina yasayî ya li welatê wan di 2014’an de pêk hatiye, rêjeya temsîliyetê ya ji sedî 35 niha daketiye ji sedî 25’an. Frawes sedemê vê yekê jî girê dide li qada siyasetê tundiya li dijî jinan zêde dibe û li dijî vê tundiyê jî çalakî zêde dibin û ji ber bêcezakirinê ev rêje kêm bûye.    JI BO CIH GIRTINA DI SIYASETÊ DE    Frawes anî ziman ku jinên Tûnûsê ew li dijî îqtîdara bûye îslamiyet û sermayeya qirêj a siyasetê têdikoşin û ji bo ew di siyasetê de cih bigirin bi her awayî têdikoşin û li ber xwe didin.    TÊKOŞÎNA HEVPAR    Frawes da zanîn ku tevgerên jinan ên Tirkiyê û Tûnûsê xwedî têkiliyek xwe ya dîrokî ne û nemaze piştî îqtîdara AKP’ê peywendiya xwe bi tevgera jinên Tirkiyê re xurt kirine. Frawes serdanên Erdogan ên di demên dawî de ji bo Tûnûsê bibîr xist û got: “Ji bo em polîtîkaya Erdogan û AKP’ê li Tûnûsê eşkere bikin me gelek xebatan birêve bir.” Frawes diyar kir ku di demên dawî de pêywendiyên wan xurt bi tevgerên jinên kurd re jî çêbûye û hatina wan a kongreya HDP’ê jî ji ber vê sedemê bûye. Frawes bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a gelan ku li dijî zextan birêve didin û got: “Di mijara ev piştevanî çawa tê birêvebirin dema em tên vir sûdê ji hev werdigirin. Sûdwergirtina ji hev gelek girîng e.”    PERGALA HEVSEROKATIYÊ    Frawes bal kişand ser pergala hevserokatiyê ya di siyaseta kurd de û got: “Ev pergal mînakek û modelek e ji bo cîhanê. Gavek erênî ye. Ev pergal li hemû cîhanê belav bûye û tê pejirandin. Ev pergal bandora xwe li ser gelek welatan dike. Tevgera kurd tecrûbeyên girîng radixe ber çavan. Hem di qada siyasetê de hem jî di qada xwerêvebirinê (şaredariyan) de gelek xebatên girîng tên birêvebirin.”    SEKNA XWESER    Frawes da zanîn ku çalakiyên Las Tesîs ketiye rewşa sirûda tevgera jinan û wiha dewam kir: “Ev reqs seknek li dijî her cûre serweriyê, kuştin, tundî û kedxwarinê ye. Xwedî girîngiyek xweser e. Li hemû cîhanê deng veda.” Frawes anî ziman ku wê îsal bibe sala berxwedana jinan û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Wê îsal çalakiyên 8’ê Adarê mohra xwe lê cîhanê bide û bibin çalakiyê guhertinê. Em wisa bawerin wê çalakiyên îsal li gorî salên bihûrî bibe tevgerek bi hêz a jinan.”   Berpirsa Meşa Jinên Cîhanê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Ruba Odeh jî got: “Meşa Jinan a Cîhanê li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Filîstînê hem ji bo nîşandana berxwedana jinan, xwegihandina azadiyê û hem jî di warê polîtîk Û hem jî di warê mafên civakî ku bên bidestxistin girîng e.”    ‘HETA AX Û MAFÊ XWE PAŞVE BIGIRIN…’    Odeh destnîşan kir ku jin li dijî mêtingeriya Îsraîlê têkoşînek bêhempa û bi bandor birêve dibin û wiha got: “Jin ji bo azad bibin dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Ji bo vê yekê têkoşîna azadiya Filîstînê ji têkoşîna me ne cudatir e. Em bi biryar in heta ku em ax û mafên xwe paşve bigirin têkoşîna xwe bidomînin. Jinên Filîstînê xwe ji jinên berxwedêr ên cîhanê cudatir nabînin. Bi taybetî li gel hemû jinên li dijî mêtingeriyê li ber xwe didin cih digirin û ji bo bi hemû jinan re ji bo koalîsyonek pêk were têdikoşin.”    'EM Ê TÊKOŞÎNA HEVPAR BIRÊVE BIBIN’    Odeh derbarê 8’ê Adarê de jî wiha got: “Divê em hemû bibin yek deng. Tenê ne di 8’ê Adarê de, divê em di hemû têkoşînan de bibin yek. Divê em têkoşîna xwe li çar aliyên cîhanê birêxistin bikin û têkoşînek hevpar birêve bibin. Em wek jinên Filîstînê dixwazin hemû jin li ser axa xwe azad bijîn.”    MA / Zemo Aggoz - Dîren Yurtsever