Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin

img

AMED - Dîroknas û Lêkolîner Dr. Sedat Ûlûgana der barê giringî, kêmasî û hewcebûnên nivîsandina dîroka kurdan de bang li dîroknasên kurdan kir û xwest ku dîroknas di xebatên dîroka kurdan de êdî pirtûkê zarokan jî binivîsînin.

Hişmendiya serdest wekî her mafî nivîsandina dirokê jî xistiye bin destê xwe û bi sedan salan e di pirtûkên dîroka fermî de navê kurdan tenê wekî ‘kesên bizarar’ derbas bûne. Li dijî vê dîroka serdestan îro êdî ji bo nivîsandina dîrokeke rast jî gelek nivîskar ango dîroknas hene û êdî heqîqeta ku serdestan binax kiribû, derxin holê. Dîroknas û Lêkolîner Dr Sedat Ûlûgana jî yek ji van kesan e ku xebatên xwe li ser dîroka kurdan dike û heya niha di vî warî de nêzî 11 pirtûk nivîsandine. Ûlûgana ku bi pirtûkên "Qirkirina Zîlanê", "Mîrektiya Bedlîsê" tê nasîn, herî dawî jî bi navê "Sê Halên Kurdan" pirtûkek nivîsand. 
 
Dîroknas Dr. Sedat Ûlûgana, di destpêkê de li ser mijara ku çima biryara xebatên dîrokê dayî axivî û got: “Di warê dîroka kurdî de valahiyeke pir mezin hebû. Hewce bû ku xebatên cur bi cur bihata kirin û ya din jî hewldanên min li ser ku ez dîroka xwe, ne dîrokeke fermî binîvîsînim hebû.”
 
‘KURD ÊDÎ DI DÎROKÊ DE SÛBJE NE’
 
Ûlûgana, da zanîn ku heta niha tiştên ku li ser kurdan hatine nivîsîn bêtir di dîroka fermî a Tirkiyeyê de ne û kurd aksesur in. Ûlûgana destnîşan kir ku êdî di nivîsa dîrokê de kurd ne obje (nesne), sûbje(kirde) ne û got: “Wekî tê zanîn ku dîroka kurdan a di nav dîroka tirkî de tim hatiye nivîsandin mînak li ser Bedlîsê an li ser Amedê hin xebatên fermî tên çêkirin, berê jî hatine çêkirin. Di naveroka van de, mînak, dibêjin ‘Li Diyarbekirê dîroka Tirkî ya Akkoyûna’, ‘Di Bedlîsê de dîroka Selçûkiyan’ an jî ‘Tirkên li Bedlîsê’. Lê qet behsa kurda nehatiye kirin. Yekî ji derve were, dê bêje qey li Bedlîs, Wanê û li Diyarbekirê kurd qet tunene. An jî ermen qet tune ne. Dema behsa Bişarê Çeto ya li Sêrtê bike, vê carê jî navê kurda dibe ‘Eşqiya Bişarê Çeto’. Lê ew bixwe Bişarê Çeto nas nakin ku Bişarê Çeto çi kiriye? û serokatiya çi kiriye? Çima derketiye serê çiyê wê demê? Bi kurt û kurmancî kurdan wek aktor nabînin, wek sûbje nabîne. Vêca ya me jî êdî em ji hundir ve li dîroka xwe meyze dikin, em li navenda van mijaran de ne û yên dijîn û jiyabûn jî em in. Ji bo vê yekê em dîroknas hewl didin ku rastiya dîroka me çibe em wê derînin holê, kurdan wek sûbje binivîsînin.”
 
‘DENGBÊJAN JÎ BI STRANÊN XWE DÎROKA KURDAN NIVISÎNE’
 
Ûlûgana, bal kişand ser kêmasiyên nivîsîna dîrokê û diyar kir ku tenê zanebûna zimanê tirkî û kurdî têra nivîsandina dîroka kurda nake û wiha domand: “Arşîva gelê kurd ne di destê kurdan, di destê deshilatdaran de ye. Mînak qismek arşivên me kurdan di arşîvên osmaniyan de derbas dibe, qismên din jî di arşîvên îranî, rûsî, îngîlîzî, fransiyan û hwd. de derbas dibe. Sedema arşîvên ku derheqê kurdan de agahiyan didin belavbûne hewce ye kesên lêkolînê dikin, hin zimanên din jî bizanibin; berevajî vê nêrînên ku derkevin holê dê qels bin û ev jî têra dîroka kurdan ya hatiye binaxkirinê nake. Helbet ez qala fetîşîzma belgeyan nakim. Mînak gava ez li ser Bişarê Çeto lêkolînekê dikim bêtir li ser dengbêjan disekinim ji ber ku dîroka kurdan tenê wekî ‘peyv’ heye. Dengbêjan jî bi stranên xwe ev dîrok aniye ziman. Lê dagirkeran dîroka me çawe aniye ziman? Raporên çawa nivisîne, em mecbur in vê yekê bi rê û rêbazên rast derxin holê, da ku ew peyvên dengbêjan û nivîs hev du temam bikin. Dema hin çavkanî hene dîrokeke wisa afirandine berovajî kirine. Ji bo mîrektiya Bedlîsê dibêjin ‘Mîrektiya Rojkan’,’Begên Rojkan’. Tişta herî girîng ne hewceye ku nivîsa dîroka kurd bişibe nivîsa dîroka tirkan. Rastiya heqîqetê çibe mirov li pey heqîqetê here û di nivîsa dîrokê de jî heqîqêt tişta herî muhîm e. Kemasiyeke din jî ew e ku metodoloji tune ye. Di nivîsandina dîroka kurdan de metodolojî jî pirsgirêka herî mezin e. Pêwist e mirov metodolojiya (rêbaza) xwe jî baş tije bike.”
 
‘ŞÊX UBEYDULLAH RASTIYA KURDAN DAYE BERÇAV’
 
Ûlûgana, di mijara nivîsana dîroka kurdan de qala dezgehên akademik ên di deste dewletê de ne, dîroka kurdan jî li gorî xwe nivîsîne, îslamîze kirine û wiha berdewam kir: “Dema em li dîroka kurdan dinerin dîrokeke îslamîze nîn e. Artêşên mîrên kurdan ji kurdên êzîdî, kurdên qizilbaş û ji kurdên cuda pêk dihatin. Şêxên kurdan bi xwe jî ne weke şêxên ereban û şêxên tirkan bûn, şêxên me kurdan heta tu bêjê sekûler bûn. Mînak Şêx Ubeydullah. Di fetwayên xwe de Şex Ubeydullah rastiya kurdan daye berçav. Lê em dibinin ku wê dîroka me îslamîze bikin û bi vî şeklî jî li dijî xwezaya kurdan bisekinin. Li ser şafîtî û li ser xarîcîdîtiyê binirxînin tiştek cuda ye. Lê wisa nakin û hewldidin ku dîrokeke selefîyê ava bikin. Ev jî xetereyeke pir mezin e.”
 
‘RÊZEFILMÊ SERPÊHATIYÊN ŞÊX SEÎD’
 
Ûlûgana, têkildarî fêrbûn û xwedîderketina zarokên kurdan a dîroka xwe de bal kişand ser xebatên dîroknasan û wiha bang li dîroknasên kurd kir: "Ji bo zarokên kurd li dîroka xwe xwedî derkevin, hewce ye em dîroknas xebatên dîroka kurdan wekî pirtûkên zarokan jî binivîsînin. Ev jî kêmasiya me ye ku me heta niha tiştek wiha nekiriye. Divê em nivîskarên kurd werin cem hev û pirtûkan ji bo zarokan amade bikin. Ya duyemîn jî TV'yên me dikarin dîroka mîrektiyên kurdan, dîroka serpêhatiyên Şêx Sêîd wek rêzefîlman çê bikin. Ev yek jî dê bibe metodolojî û bibe fêrkereke pir baş ji zarokên pêşerojê re. Ya ku miletan ava dike dîrok e. Zanîna dîrokê neteweyan ava dike. Hewce ye em giringîya herî xurt bidin nivîsa dîrokê.”

Sernavên din

07/03/2020
15:28 Jin di 8'ê Adarê de wê peyamên girîng bidin
15:23 Saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan Amedsporê
15:02 Xizmên Windayan ji bo jinên hatin windakirin edaletê xwestin
14:44 Hevjîna xwe kuşt û întîhar kir
14:21 Rêveberiya Xweser a Efrînê: Em bang li NY'ê dikin ku sûcdarên şer darizînin
14:12 Amadekariyên mîtîngên 8'ê Adarê yên li Sîlopî û Êlihê bi dawî bûn
13:52 Temel: Fêdeya tirsê tune ye
13:45 Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatin windakirin pirsîn
13:07 Ji TJA'yê daxuyaniya 8'ê Adarê: Em jinan vedixwînin mewziyên berxwedanê
13:07 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Divê siyaseta şer bi dawî bibe
12:06 Hevseroka Giştî ya PYD’ê Ayşe Hiso: Tirkiye êdî ketiye çerxerêyê
12:05 HDP’ê binçavkirin û girtin şermezar kir
11:34 Kurd ji sedî 63,2'ê li sînorê birçîbûnê dijîn
Jinên Kurd ji sedî 87.1 betal in
11:31 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Çareserî rêya sêyemîn e
11:11 Rojnameger Akdenîz ê çavdêriya penaberan kir: Em li deriyê erdheja civakî ne
10:52 Rêveberiya Xweser: Daxuyaniyên Esad xizmeta Tirkiyeyê dike
10:34 ‘Pêşiya mêrantî û mîlîtarîzmê bê girtin dê tundî bi dawî bibe
10:34 Jinên sendîkavan: Em bi têkoşîna rêxistinkirî pêşerojê bi hevre dihon in
10:20 Amed ji bo mitînga 8’ê Adarê amade ye
09:30 'Bira girtiyên siyasî yên girtîgehên Îranê jî bên berdan'
09:27 220 roj in di hucreyekê de ye: 'Îstixbaratvan' gefan lê dixwin
09:27 Der barê parêzerên jin de ku bûyera tacizê ragihandibû, lêpirsîn hat destpêkirin
09:26 'Jin dikarin ji derheqê hemû zor û zehmetiyan derkevin'
09:25 Aykol: Gava komên cîhadîst derkevin, wê pirsgirêk çareser bibin
09:25 Li pira wekî 'pira mirinê' tê binavkirin ji bo ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin
09:24 Wê ji bo ked, nasname û azadiya xwe dakevin qadan!
09:23 ‘Divê jinên tirkiyeyî xwedî li vê pergalê derkevin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2020'AN
01:02 Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan
06/03/2020
23:46 Piştî 165 rojan cenazeyê Hacîzadeyê bêyî malbatê defin kirin
20:49 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa Keser sewqî dadgehê kirin
20:43 Gerînendeyê weşana Giştî yê Odatv'yê Pehlîvan hat girtin
16:42 Nûçegihanê Rûdawê bi boneya ‘Idlibê' hat girtin
16:29 Bang li xebatkarên Yenî Yaşamê hat kirin ku biçin îfade bidin
16:14 Malbatan û parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
16:03 Derbarê 28 wekîlên HDP û CHP’ê de 55 fezleke hatin amadekirin
15:42 5 kes li Stewrê hatin binçavkirin
15:26 Cenazeyê Hacîzadê 165 roj şûnde wergirtin
15:26 Di danişîna 16’emîn de jî Sara Kaya nehat berdan
14:53 Jin li her derê amadekariyên 8'ê Adarê dikin
14:52 Xwendekarên hatin binçavkirin: Em nikarin debara xwe bikin
14:51 Dayikên Aştiyê ji bo Grûp Yorûm bang kirin: Gav biavêjin
14:28 Promiyera lîstika 'Tenê Fedê' sibê ye
14:27 Qeyûm ji xeynî rojnamegeran qerta bê pere dan her kesan
14:26 Di 8’ê Adarê de wê bibin dengê penaberan
14:03 Li Zanîngeha Dîcleyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin
13:53 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha adarê eşkere kir
12:29 Ji biryara ‘agirbestê’ bêtir peyker bûn mijara rojevê
12:27 Di meha Sibatê de 131 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:03 Tenê 2 hezar û 563 bûyerên tundiya li dijî jinê di çapemeniyê de hatin dayîn
11:43 Hejmara 6'an a Zrîngê bi têmaya 'Bijî Newroz, Bimre Dewleta Romê' derket
11:31 Dersimî ji bo Gulîstan Dokûyê îşaret bi cinayetê dikin
11:21 Wê cotkar garis û pembo neçînin: Bi hezaran cotkar ketine ber îcrayê
11:06 Zilaman bi darê zorê ew xistine nava tora fihûşê
10:58 Di 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî hat dayîn
10:57 Li sêrtê 'Siya Avê' hat pêşandan
10:24 Akademîsyena ji Cezayîrê Recham: Çi şoreşa ku vîna jinê nebîne bi ser nakeve
10:23 Jinên di berxwedana TEKEL’ê de cih girtin banga tevlîbûna 8’ê Adarê kirin
09:30 Penaberê ku 10 caran îadeyî Tirkiyeyê tê kirin: Em dixwazin bijîn
09:29 Bi rêya pevguherandinê balê dikişîne ser xwendina bi kurdî
09:29 AYM'ê gotibû 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê 12 sal in hê jî wekî berê ye!
09:28 Li orta Stenbolê bazara penaberan
09:24 6 sal şûnde fêr bû ku endamê AKP'ê' ye
09:24 Mexdûrên erdhejê li benda alîkariyê ne
09:23 Hevşaredarên jin: Divê jin dakevin qadan
09:23 'Ger em bi hev re dijîn, wê demê divê em bihev re bi rê ve bibin'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2020'AN
05/03/2020
22:02 Li Amedê jin ji bo şanoya 'Jiyan' hatin cem hev
19:40 Nûçegihana me Demîr hat berdan
15:43 Ji Platforma Jinê ya Enqereyê bang: Em ê cîhanê bihejînin
15:36 Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay: Aktorê çareseriyê birêz Ocalan e
15:27 Li Navçeyên Lîce û Hazro operasyona eskerî
15:15 Pirsa rojnameger Soylu aciz kir
14:48 Jin wê di 8’ê Adarê Meşa Şevê ya Femînîst de bên gelhev
14:38 Hevdîtina Pûtîn û Erdogan dest pê kir
14:11 HDP: Bila roja 8'ê Adarê bibe destûra fermî
14:05 Rojnameger Kenan Kirkaya derket pêşberî dadger
14:01 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
13:54 2 kesên din hatin cezakirin: Rêveberiya xweser modela ji kaosê derketin e
13:22 Hejmara 13’an a Dilopê bi dosyeya ‘Cegerxwîn’ derket
13:20 MED TUHAD FED: Dema hevdîtin bi Ocalan re pêk tên qeyran jî tên çareser kirin
12:48 Erdogan bêyî ku daxuyanî bide çû Rûsyayê
12:45 Fîlmên dê di Festîvala Yilmaz Guney de werin nîşandan diyar bûn
12:02 Meclîsa Jinê ya HDP’ê: Em di azadiyê de bi israrinin, di têkoşînê de bibiryarin
11:58 Beriya serdana UNESCO’yê ser şopên rûxandinê dinuximînin
11:28 Sîwana Xemrî: Jinên di stargehan de mîna ku sûc kirine, tên cezakirin
11:12 Serokê Daîreya DÎSK'ê Karatepe hat binçavkirin
10:59 Du rojnameger ji ber deşîfrekirina ‘MÎT’ê hatin girtin
10:41 Li Edeneyê 7 kes hatin binçavkirin
10:34 'Îsal wê çalakiyên 8’ê Adarê bibin xala şikestinekê’
10:15 Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê hûn bibin piyê sêyemîn
09:39 Rizgarkirina Şengalê û vegera Êzidyan a Şengalê
09:22 Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin
09:19 Li Cizîrê li qafeyan kurdî qedexeye: Mişteriyên 'bijare' nerihet dibin!
09:18 Aysel Gîrdîk a li dijî krîza aborî têdikoşe: Ez dev ji hilberandinê bernadim
09:18 Şaredariya Êlihê dê dîsa SELÎS'ê veke
09:17 Platforma Jina ya Bornovayê: Ne tirse em hêviyê parve bikin
09:16 'Hêj em biçûk bûn bavê min terka me kir û zewicî'
09:16 Qeymeqam karker girtin, lê hevşaredar hat sûcdarkirin
09:15 Hê jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin