Ûlûgana: Divê êdî em ji bo zarokan jî pirtûkên dîroka kurdan amade bikin 2020-03-05 09:22:14 AMED - Dîroknas û Lêkolîner Dr. Sedat Ûlûgana der barê giringî, kêmasî û hewcebûnên nivîsandina dîroka kurdan de bang li dîroknasên kurdan kir û xwest ku dîroknas di xebatên dîroka kurdan de êdî pirtûkê zarokan jî binivîsînin. Hişmendiya serdest wekî her mafî nivîsandina dirokê jî xistiye bin destê xwe û bi sedan salan e di pirtûkên dîroka fermî de navê kurdan tenê wekî ‘kesên bizarar’ derbas bûne. Li dijî vê dîroka serdestan îro êdî ji bo nivîsandina dîrokeke rast jî gelek nivîskar ango dîroknas hene û êdî heqîqeta ku serdestan binax kiribû, derxin holê. Dîroknas û Lêkolîner Dr Sedat Ûlûgana jî yek ji van kesan e ku xebatên xwe li ser dîroka kurdan dike û heya niha di vî warî de nêzî 11 pirtûk nivîsandine. Ûlûgana ku bi pirtûkên "Qirkirina Zîlanê", "Mîrektiya Bedlîsê" tê nasîn, herî dawî jî bi navê "Sê Halên Kurdan" pirtûkek nivîsand.    Dîroknas Dr. Sedat Ûlûgana, di destpêkê de li ser mijara ku çima biryara xebatên dîrokê dayî axivî û got: “Di warê dîroka kurdî de valahiyeke pir mezin hebû. Hewce bû ku xebatên cur bi cur bihata kirin û ya din jî hewldanên min li ser ku ez dîroka xwe, ne dîrokeke fermî binîvîsînim hebû.”   ‘KURD ÊDÎ DI DÎROKÊ DE SÛBJE NE’   Ûlûgana, da zanîn ku heta niha tiştên ku li ser kurdan hatine nivîsîn bêtir di dîroka fermî a Tirkiyeyê de ne û kurd aksesur in. Ûlûgana destnîşan kir ku êdî di nivîsa dîrokê de kurd ne obje (nesne), sûbje(kirde) ne û got: “Wekî tê zanîn ku dîroka kurdan a di nav dîroka tirkî de tim hatiye nivîsandin mînak li ser Bedlîsê an li ser Amedê hin xebatên fermî tên çêkirin, berê jî hatine çêkirin. Di naveroka van de, mînak, dibêjin ‘Li Diyarbekirê dîroka Tirkî ya Akkoyûna’, ‘Di Bedlîsê de dîroka Selçûkiyan’ an jî ‘Tirkên li Bedlîsê’. Lê qet behsa kurda nehatiye kirin. Yekî ji derve were, dê bêje qey li Bedlîs, Wanê û li Diyarbekirê kurd qet tunene. An jî ermen qet tune ne. Dema behsa Bişarê Çeto ya li Sêrtê bike, vê carê jî navê kurda dibe ‘Eşqiya Bişarê Çeto’. Lê ew bixwe Bişarê Çeto nas nakin ku Bişarê Çeto çi kiriye? û serokatiya çi kiriye? Çima derketiye serê çiyê wê demê? Bi kurt û kurmancî kurdan wek aktor nabînin, wek sûbje nabîne. Vêca ya me jî êdî em ji hundir ve li dîroka xwe meyze dikin, em li navenda van mijaran de ne û yên dijîn û jiyabûn jî em in. Ji bo vê yekê em dîroknas hewl didin ku rastiya dîroka me çibe em wê derînin holê, kurdan wek sûbje binivîsînin.”   ‘DENGBÊJAN JÎ BI STRANÊN XWE DÎROKA KURDAN NIVISÎNE’   Ûlûgana, bal kişand ser kêmasiyên nivîsîna dîrokê û diyar kir ku tenê zanebûna zimanê tirkî û kurdî têra nivîsandina dîroka kurda nake û wiha domand: “Arşîva gelê kurd ne di destê kurdan, di destê deshilatdaran de ye. Mînak qismek arşivên me kurdan di arşîvên osmaniyan de derbas dibe, qismên din jî di arşîvên îranî, rûsî, îngîlîzî, fransiyan û hwd. de derbas dibe. Sedema arşîvên ku derheqê kurdan de agahiyan didin belavbûne hewce ye kesên lêkolînê dikin, hin zimanên din jî bizanibin; berevajî vê nêrînên ku derkevin holê dê qels bin û ev jî têra dîroka kurdan ya hatiye binaxkirinê nake. Helbet ez qala fetîşîzma belgeyan nakim. Mînak gava ez li ser Bişarê Çeto lêkolînekê dikim bêtir li ser dengbêjan disekinim ji ber ku dîroka kurdan tenê wekî ‘peyv’ heye. Dengbêjan jî bi stranên xwe ev dîrok aniye ziman. Lê dagirkeran dîroka me çawe aniye ziman? Raporên çawa nivisîne, em mecbur in vê yekê bi rê û rêbazên rast derxin holê, da ku ew peyvên dengbêjan û nivîs hev du temam bikin. Dema hin çavkanî hene dîrokeke wisa afirandine berovajî kirine. Ji bo mîrektiya Bedlîsê dibêjin ‘Mîrektiya Rojkan’,’Begên Rojkan’. Tişta herî girîng ne hewceye ku nivîsa dîroka kurd bişibe nivîsa dîroka tirkan. Rastiya heqîqetê çibe mirov li pey heqîqetê here û di nivîsa dîrokê de jî heqîqêt tişta herî muhîm e. Kemasiyeke din jî ew e ku metodoloji tune ye. Di nivîsandina dîroka kurdan de metodolojî jî pirsgirêka herî mezin e. Pêwist e mirov metodolojiya (rêbaza) xwe jî baş tije bike.”   ‘ŞÊX UBEYDULLAH RASTIYA KURDAN DAYE BERÇAV’   Ûlûgana, di mijara nivîsana dîroka kurdan de qala dezgehên akademik ên di deste dewletê de ne, dîroka kurdan jî li gorî xwe nivîsîne, îslamîze kirine û wiha berdewam kir: “Dema em li dîroka kurdan dinerin dîrokeke îslamîze nîn e. Artêşên mîrên kurdan ji kurdên êzîdî, kurdên qizilbaş û ji kurdên cuda pêk dihatin. Şêxên kurdan bi xwe jî ne weke şêxên ereban û şêxên tirkan bûn, şêxên me kurdan heta tu bêjê sekûler bûn. Mînak Şêx Ubeydullah. Di fetwayên xwe de Şex Ubeydullah rastiya kurdan daye berçav. Lê em dibinin ku wê dîroka me îslamîze bikin û bi vî şeklî jî li dijî xwezaya kurdan bisekinin. Li ser şafîtî û li ser xarîcîdîtiyê binirxînin tiştek cuda ye. Lê wisa nakin û hewldidin ku dîrokeke selefîyê ava bikin. Ev jî xetereyeke pir mezin e.”   ‘RÊZEFILMÊ SERPÊHATIYÊN ŞÊX SEÎD’   Ûlûgana, têkildarî fêrbûn û xwedîderketina zarokên kurdan a dîroka xwe de bal kişand ser xebatên dîroknasan û wiha bang li dîroknasên kurd kir: "Ji bo zarokên kurd li dîroka xwe xwedî derkevin, hewce ye em dîroknas xebatên dîroka kurdan wekî pirtûkên zarokan jî binivîsînin. Ev jî kêmasiya me ye ku me heta niha tiştek wiha nekiriye. Divê em nivîskarên kurd werin cem hev û pirtûkan ji bo zarokan amade bikin. Ya duyemîn jî TV'yên me dikarin dîroka mîrektiyên kurdan, dîroka serpêhatiyên Şêx Sêîd wek rêzefîlman çê bikin. Ev yek jî dê bibe metodolojî û bibe fêrkereke pir baş ji zarokên pêşerojê re. Ya ku miletan ava dike dîrok e. Zanîna dîrokê neteweyan ava dike. Hewce ye em giringîya herî xurt bidin nivîsa dîrokê.”