Ceylan: Hevdîtin aştiyê, tecrîd şer pêş dixe

img

AMED - Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku pêdiviya civakê bi gotin û dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û got: “Hevdîtina bi Ocalan re dê rê li pêş aştiyê veke û rê li pêş polîtîkayên tundî û şer bigire. Hevdîtin bi xwe re aştî û tecrîd jî bi xwe re şer pêş dixe."

Di 27'ê Sibatê de le li Girava Îmraliyê şewatek derket. Bi vê şewatê re fikara gelê Kurd zêd bû. Ji ber ku ji Tebaxa 2019'an heya niha parêzer û malbat nikarin biçin Ocalan û 3 girtiyên din li îmraliyê ziyaret bikin, fikarên gel zêde bûn. Parêzer, parazvanên mafên mirovan, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk daxuyanî dan û xwestin demek berî demekê heyet biçin Îmraliyê. Lê heta niha ji rayedarên hikûmetê û dewletê tu daxuyanî nehatiye dayîn û gav nehatiye avêtin. Malbat û parêzeran serî li rayedaran dan û xwestin biçin Îmraliyê Ocalan ziyaret bikin. Lê hêj tu bersîv nehatiye dayîn. Bertek û nerazibûnên gelê kurd ên ji bo vê yekê didomin. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, bal kişand ser rola Ocalan a ji bo civakê û fikarên gelê kurd û got: "Her çend rayedaran der barê şewata 27'ê Sibatê de li Îmraliyê rûda daxuyanî dan jî ev daxuyanî me îkna nake. Gelê Kurd di nava fikaran de ye. Daxuyaniyên rayedaran nabe bersîva bendewariyên civakê. Civaka kurd û rêxistinên Kurd di nava fikaran de ne. Kengî parêzer û heyet çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin kirn, wê demê dê fikar bi dawî bibin."
 
'GAVA DENGÊ OCALAN DIGIHÊ CIVAKÊ AŞTÎ PÊŞ DIKEVE'
 
Ceylan, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin fêdeya wê ne li kurdan û ne jî li tirkan dibe û wiha axivî: "Tecrîdkirina Birêz Ocalan ne ji bo kurdan û ne jî ji bo tirkan fêdê dike. Ger ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin em ê hemû zirarê bibînin. Divê malbat, parêzer û heyet demek berî demekê biçin hevdîtin bikin û bi rêk û pêk hevdîtin bê kirin. Divê Ocalan bê guhdarkirin. Dema ku dengê Ocalan digihîje civakê aramî pêş dikeve. Birêz Ocalan, 21 sal in ji bo aştiyê têdikoşke. Felsefeya aştiyê peş dixe. Ger ku rayedaran gotinên Ocalan xistibûna meriyetê, wê niha li dijî kurdan ev êrîş pêk nehatibûna. Wê cenazeyên eskeran nehatibûya. Divê berî her tiştî gotinên Ocalan bên guhdarkirin û esas bên girtin. Tecrîd û şer girêdayî hev in. Li ser heman polîtîkayê pêş dikevin. Kes di vê rewşa tecrîdê de bi ser nakevin. Ger ku deriyê Îmraliyê hatiba vekirin niha li şûna şer aştî serdest bûya. Civak li şûna şer û aştiyê dixwaze. Hemû kesên aştî, aramî û çareseriyê dixwazin divê tiştekî bikin. Divê civak û rêxistinên civakî bêtir zextan li hikûmetê bikin ku deriyê Îmraliyê bê vekirin."
 
'TECRÎD BI XWE RE ŞER Û KUŞTINÊ TÎNE'
 
Ceylan, da zanîn ku tecrîd tê wateya girtina deriyê aştiyê û wiha berdewam kir: "Ger ku hûn deriyê şer bigirin dê polîtîkayên şer têkevin dewrê. Di navbera salên 2013 û 2015'an de ne li hundir û ne jî li derve xwîn nehat rijandin. Wê deme bi Ocalan re hevdîtin dihat kirin. Dema hevdîtin hat kirin şer bi dawî bû, aştiyê dest pê kir. Lê pişti hevdîtin bi dawi bû polîtîkayên şer ketin meriyetê. Îktîdarê ji bo berjewendiyên xwe yên hesûd xera kir. Piştî pêvajo xera kirin dîsa kuştinê dest pê kir. Em bi israr dibêjin tecrîd şer e. Tecrîd kuştin e. Bi xwe re şer û kuştinê tîne. Bi xwe re hilweşînê tîne."
 
Ceylan, anî ziman ku ev pêvajo bi aştî, diyalogê çareser dibe û got: "Ger ku diyalog pêş nekeve kaos dê mezin bibe. Niha em di pêvajoya kaosê de ne. Em di pêvajoyek aloz û kaotîk re derbas dibin. Bi vê polîtîka tu pirsgirêk çareser nabe."
 
Ceylan, bal kişand ser bandora yekîtiya gelê kurd a li ser çareseriyê û got: "Ger ku Kurd bibin yek dikarin hêsantir pirsgirêkê çareser bikin. Divê berî her tiştî yekîtiya neteweyî pêş bixin. Ger ku bûn yek û tecrîd şikandin dê karibin pirsgirêkên din jî çareser bikin. Dê li şûna şer polîtîkaya diyalog û diplomasiyê têxe meriyetê. Ger ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe dê bandorê li ser perçeyên din û aştiya Rojhilata Navîn jî bike. Ev pêvajo bi polîtikayên şer çareser nabe. Bi polîtîkayên aştiyê çareser dibe. Ger ku aştî û çareserî pêş bikeve dê hemû gel bi ser bikevin. Ger ku deklerasyona Ocalan a Newroza 2013'an ketibûya meriyetê îro dê li Tirkiye û Sûriyeyê ev şer nebûya. Îro li Sûriyê, Eniya Rûsya, Îran, Çîn û Eniya NATO bi hev re şer dikin. Nûnertiya şerê NATO Tirkiye dike. Li şûna NATO Tirkiye şer dike. Ev polîtîkayek reş e. Çareseriyê nîn e. Divê ji bo berjewendiyên gelan em mudaxaleyî vê pêvjoyê bikin."
 

Sernavên din

05/03/2020
09:14 Welatiyên Amedê: Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê tê veşartin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN
04/03/2020
17:01 Baroya Mêrdînê xwest parêzer Kahraman were berdan
17:00 Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin.
16:40 ‘Penaber bi mirinê re rû bi rû ne, mirin sûcek mezin e’
15:50 Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Ji bo rastiyan veşêrin zextan zêde dikin
15:46 Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
15:37 Aysel Koç bi dirûşmeyan defin kirin
15:36 Selma Irmak ji doza 'propagandaya rêxistinê' berat kir
15:32 Peyamnêrê Rûdawê ji Edîrneyê birin Enqereyê
14:40 Ji Asrinê daxuyaniya Îmraliyê: Ocalan, careke din hêza xwe ya çareseriya qrîza siyasî destnîşan kiriye
14:36 Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kir: Penaberek hat kuştin û birîndar hene
14:28 Rapora girtîgehên Derya Reş: Îşkence didome
14:05 Qeymeqamê Çinarê ji wezîfeyê hat girtin
13:45 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:34 Cotkarên mêrdînî biryar girtin ku garis û pembû daneynin
13:22 Leşkerên li Nexweşxaneya Rehanliyê sekinîne: Tabûrek leşker hat kuştin!
13:16 Freedom House: Tirkiye ne azad e
13:12 Ûca serdana herêma erdhejê kir
13:11 Li Idlbiê 2 leşkerên din jî hatin kuştin
12:57 4 kesên ku li Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan
12:20 Di dorpêça çekan de birin şîna keça wî
11:53 Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda
11:34 WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
11:21 Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve
10:56 Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên
10:42 Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'
10:08 'Ev derketina ji rêya xwedê ye'
09:38 Ji bo valakirinê muhlet dan gundê Şikeftan
09:37 Li dijî DAIŞ'ê berxwedana dîrokî
09:32 Ceylan: Hevdîtin aştiyê, tecrîd şer pêş dixe
09:30 Dozgeriyê ji bo KCD'ê gotiye 'saziyeke îllegal'
09:29 Kaya: Wê bi girtina deriyan şîrket giş top bavêjin
09:29 Ji ber koronavîrusê bi hezaran TIR li sînor hatine sekinandin
09:28 'Li derve kar, li malê aramî tuneye'
09:14 Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Me awayekî cuda yê têkoşînê nîşanî cîhanê da
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2020'AN
08:06 Polîsan rojnameger Bariş Terkoglu binçav kirin
03/03/2020
23:27 Nûçegihanê me Sayilgan ji girtîgehê derket
20:25 Li Amedê panela 'Wêje û Jin'ê hat lidarxistin
18:19 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin bi xizmên xwe re pêk anîn
17:14 Yekitiya Êzidiyan ji NY'ê xwestin ku parêzeran bişînin Îmraliyê
16:45 Bav û 2 birayên Çîçek Kobanê der sînor kirin
16:41 Malbata Koç cenazeyê Aysel Koç ji saziya tipa edlî wergirtin
16:17 Nûçegîhanê me Sayilgan li ser îtîrazê hat berdan
16:16 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
16:13 'Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'
16:02 Meclîs bi rojeva Idlibê li hev civiya
15:53 Onder Babat bi bîr anîn
15:37 Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê: Em diçin Enqereyê bi rengê spî bixemilînin
15:20 Li Îranê vîrûsa korona bi 23 parlamenteran re hat tespîtkirin
15:00 ‘Dewlet pêşî li cînayetên kar nagire’
14:46 Sancar: Di şerde xizan winda dikin
13:57 ‘Tu kes ji keyfî koç nake: Tirkiye û Ewropa sûc dikin
13:50 Şaredariya Bornovayê malên cemê kir statuya îbadetxaneyan
13:47 Elîaçik: Diyanet kirinên dewletê meşrû dike
13:38 Li 3 navçeyan nehiştin endamên meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
13:10 ‘Ji bo heqîqet neyê ragihandin rojnamegeran binçav dikin’
12:58 Koprudaş ji bo piştevaniya penaberan diçin Edîrneyê
12:53 Girtiyê kirin hucreyê 20 rojin di greva birçîbûnê deye
12:07 Piştî çend rojan di bin berf û sermayê de serê xwe şûştin
11:49 Polîsan li gundekê Sûrê bi ser malan de girtin
11:28 Teknîkereke jin a karê înşaetê dike: Dixwazin wekî mêr tev bigerim
10:38 Girtî Aysel Koç jiyana xwe ji dest da
10:32 Serokê TTB'êAdiyaman: Zû dereng dê Vîrûs bigêje Tirkiyeyê
10:18 Aktivîsa TJA'yê Boga: Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan
10:11 Akademiya Muzîkê ya Ma’yê 3’yemîn sala xwe pîroz dike
09:51 Tevgera heri mezin a Terorê DAIŞ û Fermana 73’an
09:26 Wê fabrîkeya polîpropîlenê zirarê mezin bide mirovan û xwezayê
09:25 Hem li malê hem jî li nav erdan keda wan tê binpêkirin
09:24 Piştî Deriyê Xabûrê hat girtin her tişt biha bû
09:23 ‘Ji ber bendava ewlehiyê mirov mecbûr man terka warê xwe bikin'
09:22 Ji ber ku got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:22 Dayika Surme ku 6 kurên wê û hevjînê wê hatibûn girtin: Wê têkoşîna dayikan bi ser bikeve
09:21 Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2020'AN
02/03/2020
17:08 Erdogan: Ku venekişin dê serê wan li ser milê wan nemîne
16:41 Li Hatayê ÎHA'yek ket
16:36 Hevşaredara Peyasê Yilmaz nehat berdan
16:25 Hevseroka KCD'ê Guven: Hêza me jinan a vî şerî rawestîne heye
16:16 Rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên hatin binçavkirin birin meclîsê
16:00 Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Seraqîpê
15:31 Li ser sûrên Amedê awazên jinan
14:43 Dayika Helîn Şen: Bibin piştekê têkoşîna me ya edaletê
14:29 Ji ser sînorê Yewnanîstanê xeberên mirinê tên
14:09 Ji qaymeqamiyê daxuyaniya hewldana revandinê
13:59 TJA: Bila êşa li ser sînor bi dawî bibe
13:47 Ji ÎHA’yê nûçeya sosret!
13:44 Olûç: Bi rûniştina girtî dixwazin mijara Idlibê ji gel veşêrin
13:33 Li Erxeniyê şahiya 8’ê Adarê hat qedexekirin!
13:25 Nûçegîhanê me Îdrîs Sayilgan hat girtin
13:13 Serokwezîrê Yewnanistanê: Em ê penaberan vegerînin
12:50 Di Sibatê de 22 jin hatin qetilkirin
12:43 Dadgehê 18 meh ceza da Endamê MYK'ê yê KKP Kazici
11:51 Li Wanê rêya 112 gundan hat girtin
11:48 Pûtîn: Em xwe ji bo şer amade nakin
11:46 Qeyûmê Qoserê meclîs kir betlanê!
11:11 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li Rojnameger Oruç birî
11:01 2 amerîkiyên krîtik tên serdana Tirkiyeyê
10:59 Êrişî avahiya HDP’ê ya Aydinê kirin