Ceylan: Hevdîtin aştiyê, tecrîd şer pêş dixe 2020-03-04 09:32:12 AMED - Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, diyar kir ku pêdiviya civakê bi gotin û dengê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û got: “Hevdîtina bi Ocalan re dê rê li pêş aştiyê veke û rê li pêş polîtîkayên tundî û şer bigire. Hevdîtin bi xwe re aştî û tecrîd jî bi xwe re şer pêş dixe." Di 27'ê Sibatê de le li Girava Îmraliyê şewatek derket. Bi vê şewatê re fikara gelê Kurd zêd bû. Ji ber ku ji Tebaxa 2019'an heya niha parêzer û malbat nikarin biçin Ocalan û 3 girtiyên din li îmraliyê ziyaret bikin, fikarên gel zêde bûn. Parêzer, parazvanên mafên mirovan, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk daxuyanî dan û xwestin demek berî demekê heyet biçin Îmraliyê. Lê heta niha ji rayedarên hikûmetê û dewletê tu daxuyanî nehatiye dayîn û gav nehatiye avêtin. Malbat û parêzeran serî li rayedaran dan û xwestin biçin Îmraliyê Ocalan ziyaret bikin. Lê hêj tu bersîv nehatiye dayîn. Bertek û nerazibûnên gelê kurd ên ji bo vê yekê didomin.    Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, bal kişand ser rola Ocalan a ji bo civakê û fikarên gelê kurd û got: "Her çend rayedaran der barê şewata 27'ê Sibatê de li Îmraliyê rûda daxuyanî dan jî ev daxuyanî me îkna nake. Gelê Kurd di nava fikaran de ye. Daxuyaniyên rayedaran nabe bersîva bendewariyên civakê. Civaka kurd û rêxistinên Kurd di nava fikaran de ne. Kengî parêzer û heyet çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin kirn, wê demê dê fikar bi dawî bibin."   'GAVA DENGÊ OCALAN DIGIHÊ CIVAKÊ AŞTÎ PÊŞ DIKEVE'   Ceylan, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin fêdeya wê ne li kurdan û ne jî li tirkan dibe û wiha axivî: "Tecrîdkirina Birêz Ocalan ne ji bo kurdan û ne jî ji bo tirkan fêdê dike. Ger ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin em ê hemû zirarê bibînin. Divê malbat, parêzer û heyet demek berî demekê biçin hevdîtin bikin û bi rêk û pêk hevdîtin bê kirin. Divê Ocalan bê guhdarkirin. Dema ku dengê Ocalan digihîje civakê aramî pêş dikeve. Birêz Ocalan, 21 sal in ji bo aştiyê têdikoşke. Felsefeya aştiyê peş dixe. Ger ku rayedaran gotinên Ocalan xistibûna meriyetê, wê niha li dijî kurdan ev êrîş pêk nehatibûna. Wê cenazeyên eskeran nehatibûya. Divê berî her tiştî gotinên Ocalan bên guhdarkirin û esas bên girtin. Tecrîd û şer girêdayî hev in. Li ser heman polîtîkayê pêş dikevin. Kes di vê rewşa tecrîdê de bi ser nakevin. Ger ku deriyê Îmraliyê hatiba vekirin niha li şûna şer aştî serdest bûya. Civak li şûna şer û aştiyê dixwaze. Hemû kesên aştî, aramî û çareseriyê dixwazin divê tiştekî bikin. Divê civak û rêxistinên civakî bêtir zextan li hikûmetê bikin ku deriyê Îmraliyê bê vekirin."   'TECRÎD BI XWE RE ŞER Û KUŞTINÊ TÎNE'   Ceylan, da zanîn ku tecrîd tê wateya girtina deriyê aştiyê û wiha berdewam kir: "Ger ku hûn deriyê şer bigirin dê polîtîkayên şer têkevin dewrê. Di navbera salên 2013 û 2015'an de ne li hundir û ne jî li derve xwîn nehat rijandin. Wê deme bi Ocalan re hevdîtin dihat kirin. Dema hevdîtin hat kirin şer bi dawî bû, aştiyê dest pê kir. Lê pişti hevdîtin bi dawi bû polîtîkayên şer ketin meriyetê. Îktîdarê ji bo berjewendiyên xwe yên hesûd xera kir. Piştî pêvajo xera kirin dîsa kuştinê dest pê kir. Em bi israr dibêjin tecrîd şer e. Tecrîd kuştin e. Bi xwe re şer û kuştinê tîne. Bi xwe re hilweşînê tîne."   Ceylan, anî ziman ku ev pêvajo bi aştî, diyalogê çareser dibe û got: "Ger ku diyalog pêş nekeve kaos dê mezin bibe. Niha em di pêvajoya kaosê de ne. Em di pêvajoyek aloz û kaotîk re derbas dibin. Bi vê polîtîka tu pirsgirêk çareser nabe."   Ceylan, bal kişand ser bandora yekîtiya gelê kurd a li ser çareseriyê û got: "Ger ku Kurd bibin yek dikarin hêsantir pirsgirêkê çareser bikin. Divê berî her tiştî yekîtiya neteweyî pêş bixin. Ger ku bûn yek û tecrîd şikandin dê karibin pirsgirêkên din jî çareser bikin. Dê li şûna şer polîtîkaya diyalog û diplomasiyê têxe meriyetê. Ger ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe dê bandorê li ser perçeyên din û aştiya Rojhilata Navîn jî bike. Ev pêvajo bi polîtikayên şer çareser nabe. Bi polîtîkayên aştiyê çareser dibe. Ger ku aştî û çareserî pêş bikeve dê hemû gel bi ser bikevin. Ger ku deklerasyona Ocalan a Newroza 2013'an ketibûya meriyetê îro dê li Tirkiye û Sûriyeyê ev şer nebûya. Îro li Sûriyê, Eniya Rûsya, Îran, Çîn û Eniya NATO bi hev re şer dikin. Nûnertiya şerê NATO Tirkiye dike. Li şûna NATO Tirkiye şer dike. Ev polîtîkayek reş e. Çareseriyê nîn e. Divê ji bo berjewendiyên gelan em mudaxaleyî vê pêvjoyê bikin."