Rojnameger Boltan: Polîsan ji mijarên kevn ez binçav kirin

  • rojane
  • 13:27 27 Sibat 2020
  • |
img

AMED – Rojnameger Hakki Boltan ku hat binçavkirin û hat berdan, diyar kir ku ji mijarên ku berê îfade dabûn hatiye binçavkirin. Boltan, anî ziman ku li dijî çapemeniyê êrîşek dijwar heye û li gel van êrîşan dê dîsa xebatên rojnamegeriyê berdewam bike. 

Rojnameger Hakki Boltan, di 19'ê Sibatê de li mala xwe hatibû binçavkirin. Boltan, piştî rojekê di bin çavan de ma, di 20'ê sibatê de sewqî Edliyeya Amedê kirin û li dadgehê serbest hat berdan. Li dadgehê sucdariya “Li ser navê rêxistinê çalakî li dar xistiye" û "Propaganda rêxistinê kiriye" hat darizandin û dubare îfade da. Boltan piştre bi şertê qedexeya derketina dervê welat hat berdan. Boltan, têkildarî binçavkirina xwe axivî û got: "15 salin bi awayekî çalak rojnamegeriyê dikim. Heta niha bi dehan caran min îfade daye. Li gel ku diçim îfadeyê didim jî dîsa bi ser mala min de girtin û ez li malê binçav kirim. XWestin min bitirsînin. Sedema serdegirtinê mijarên ku berê min têkildarî wan îfade daye ye. Berê polîsan bang li min kir û min çû li Midûriyeta Polîsan der barê wan de îfade da. Min berê jî heman tişt di îfadeyên xwe de gotibûn. 
 
'POLÎSAN BI SAETAN LI MALA MIN LÊGERÎN KIRIN'
 
Boltan, anî ziman ku polîsên tevgera taybet serê sibê saet di 06.30’an de bi ser mala wî de girt û wiha got: "Xwest deriyê malê bişkînin. Dema min derî vekir, min dît ku çek kişandine û berê wan dane min. Polîsan em tev xistin odeyekê û bi saetan li malê lêgerîn kirin. Nîşeyên min ên rojnamegeriyê wekî nîşeyên rêxistinî desteser kirin. Biryara dozgeriyê ya lêgerîna malê hebû. Lê biryara binçavkirina min tune bû." 
 
15 SALIN ROJNAMEGERIYEK ÇALAK DIKIM
 
Boltan, anî ziman ku 15 salin li herêmê rojnamegeriyek çalak dike û wiha axivî. "Bi awayekî dijwar bi ser mala min de girtin. Bi vê yekê naxwazin ku em rojnamegeriyê bikin. Serdegirtina mala min, tê wateya serdegirtina mala çapemeniya azad. Bi vê yekê rojnamegeriya azad tehdît dikin. Ev operasyon e. Bi taybetî bîranîna salvegera Rewşenbirê Kurd û Nivîskar Musa Anter û şehidên çapemeniya azad wekî sûc dibîne. Di bîranîna Apê Musa û rojnamegerên faîlên wan diyar û nediyar de bê guman em ê bêjin şehîd. Ji mere dibêjin çima hûn peyva 'Şehîd' dibêjin. Lê me destûr neda vê yekê bikin mijara lêpirsînê."  
 
Boltan, anî ziman ku bîranîna Apê Musa wekî bîranîna şehîdê çapemeniyê nabînin. Dixwazin bîranînê wekî şahiyek rêxistina terorê bidin nişandan. Apê Musa rojnamegerekî ku hemû kes hurmetê nîşanî wî dide. Em destûr nadin ku bîranîna Apê Musa,  Mazlum Erencî û rojnamegerên din wekî xebatek terorî bê nîşandan. Dîsa xebatên ez wekî rojnameger beşdarî kongre û konferansan bûm. Lê ev jî ji min pirsîn. Ev wekî sûc anîn pêşiya me. 
 
Boltan, herî dawî bertekên xwe wiha anî ziman: "Bi ser mala te de digirin. Her tiştên rojnamegeriyê desteser dikin. Piştre dibêjin 'Tu rojnamegeriyê nake. Tu teroristiyê dike.' Ev êrîşek pir zor û dijwar e. Em komele, televîzyonan vedikin digirin. Em diçin nûçeyan asteng dikin. Em rojname çap dikin destûr nadin ku em belav bikin û bidin xwendin. Hemû rêyên rojnamegeriyê li pêş me digirin. Tevî hemû zext û tundiyan em ê dîsa rojnamegeriya xwe berdewam bikin. Em dê Rojnamegiriya Apê Musa ji bo xwe esas bigirin û rojnamegiriyê bikin." 
 

Sernavên din

28/02/2020
11:31 HDP bi rojeva Idlibê dicive
11:29 Cenazeyê Saîd Yûsûf ber bi Qamişlo ve ket rê
11:22 Tayîp Temel: HDP wê nekeve xefikên wan û ber bi birêvebirina demokratîk ve dimeşe
10:49 Tedawiya jinên KESK’î yên qeza kirin dewam dike
10:17 NATO li ser daxwaza Tirkiyê bi ‘lezgînî’ kom dibe
09:42 Sekreterê Giştî yê NY: Divê li Idlibê demildest agirbest were ragihandin
09:40 Li girtîgehan binpêkirinên mafan: Rojanme, radyo û revîr qedexe ne!
09:36 Rûsya: Diviyabû leşkerên tirk ne li wê derê bûna
09:21 Wê jinên stenbolî di 8'ê Adarê de li qadan bin
09:20 Hejmara 150'emîn a Nûbihar derket
09:19 Li Girtîgeha Silîvriyê cezayên hucreyê
09:19 Tiştên hatine serê her 2 minareyên Mizgefta Sumerê
09:17 Midûra nelirêtî kirine, li şaredariyê kirin midûr!
09:16 Baxçê pirtûkxaneya 66 salî kirine eywana okê!
09:15 'Piştî biryara DMME'yê diviya Demîrtaş bihata berdan'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2020'AN
08:40 Waliyê Hatayê: 33 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
27/02/2020
18:12 Li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin
16:53 Walîtiya Bûrsayê ji bo Îmraliyê daxuyanî da: Şewat hatiye kontrolkirin
16:47 Li Idlibê 3 leşker mirin
16:03 Starta 8'ê Adarê li cihê ku li Gulistan Doku digerin dan
15:49 Ji Dayikên Aştiyê daxuyaniya ji bo Îmraliyê: Bila bi Ocalan re hevdîtin pêk were
15:38 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyeke nû
15:31 Yuksekdag ji ber pirsgirêkên teknîkî beşdarî danişînê nebû
15:31 KESK: Ji sedî 92’ê jinan rastî tundiyê tên
15:19 Emîrhan ê di erdhejê de birîndar bibû spartin axê
15:10 Kuçe û kolanên Wanê vala bûn
15:03 Ji KCD û TJA'yê bang: Divê her kes ji bo Îmraliyê hestiyar tev bigerin
14:50 Li Pira Galata welaltiyek bi lêdanê hat binçavkirin
14:36 Parêzerên Ocalan serî li Wezareta Dadê dan
14:16 DBP: Divê bi awayekî lez malbat û parêzer biçin Îmraliyê
14:14 TJA: Cezayê li Tugluk hat birîn, êrîşa li dijî hevserokatiyê ye
13:50 Başaran: Em dipên ku hikûmet bi lez têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bide
13:49 Komîsera Bilind a NY: Tirkiye bi TMK’ê muxalîfan bêdeng dike
13:27 Rojnameger Boltan: Polîsan ji mijarên kevn ez binçav kirin
13:20 Dayikên Aştiyê 20 sal in ji bo aştiyê qîr dikin
13:20 Qaymeqamıya Ceyhanê bi hinceta vîrusa koronayê şahiya jinan asteng kir
13:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê diyar kir
12:54 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê em demildest biçin Îmraliyê!
12:38 Wê cenazeyê Seîd Yûsûf biçe Qamişloyê
12:16 5 roj borîn lê hêj alîkarî negihiştiye mexdûrên erdhejê
12:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Li gundê Qiratî ya erdhej lê pêk hat heywan ji serma dimirin
11:46 Li Grava Îmraliyê şewat derket
11:45 Mamoste Pelda Sevîn ku sîxurtî lê hatibû ferzkirin serlêdana sûc kir
11:33 Li Pirtûkxaneya Lîlavê wê pirtûka Demîrtaş ‘Leylan’ bê îmzekirin
11:23 Erdhejzedeyên Serayê: Em perîşan in û diqerisin
11:18 Walîtiya Colemêrgê 5 herêm qedexe kir
10:48 Reda Mutabaqata Dolmabahçeyê rêya darbeyan li Tirkiyê vekir
10:41 Dosyeya Meteyê 11 salî jî daxilî nav dosyeyên 'kiryar nediyar' kirin
09:55 Aborîzan Onder: Gotin û polîtîkayên îqtîdarê rê li ber întiharê vedikin
09:10 5 gund 8 roj in bê av in
09:10 ‘Em naxwazin Hêlîn bimire'
09:09 Ji bo heywan nemirin kuçe bi kuçe digerin
09:09 'Her ku tecrîd dewam bike wê dayik bigirîn'
09:08 Çû noterê îmze da, hat xapandin
09:08 Vîrûsa Corona li 40 welatan belav bû
Dr Sîpan: Divê her kes li paqijiyê baldar bin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2020'AN
26/02/2020
16:16 Erdogan ji bo HDP'ê ferman da darazê
15:49 Li miduriyeta perwerdê polisan sîxurtî li mamoste ferz kirin
15:30 Olûç: Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin
15:09 Eskerên derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin
14:28 Hunermendê kurd Seîd Yûsif koça dawî kir
14:10 Rojnameger û malbatan, Aktaş, Yavuzel û Yeşil bi bîr anîn
13:39 Karebeya Cemxaneyê muhir kirin
13:37 Tewanbariya Takva ya derbarê Bekîr Kaya negirt
13:37 Li Êlihê xebatên 8’ê Adarê dest pê kir
13:02 Yilmaz: Li Sûriyeyê dê Kurd encamê diyar bikin
11:41 Rêyên parastina ji vîrusa koronayê
11:40 Alinak: Ne 68 salî bibim 100 salî jî ez ê kelemê çavê neyaran bim
10:31 Welatiyan astengiya li pêş alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê şermezar kirin
09:50 'Întihar kir, lê hê jî bankayan dev jê bernedane'
09:11 Buhoyê maskeyan ji sedî 150 zêde bû
09:09 Qeyûman 2 hezar û 328 karker ji kar derxistine
09:08 Xanî di bin avê de ma û bê war man
09:07 Notayên muzîkê jî bûn şîfreya rêxistinî!
09:07 Rapora der barê îşkenceya li Xelfetiyê: Îşkence tuneye
09:01 'Pêdivî ne bi kona, bi konteyneran heye'
09:01 Gardiyan: Êdî cihê we hucre ne
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2020'AN
08:01 Enwer Muslim û Eyşe Hiso bûn Hevserokên PYD’ê
25/02/2020
20:22 Hevserokê HDP'a Bayrampaşayê hat binçavkirin
17:42 Zaroka rastî destdirêjiyê hat di dadgehê de girî; Parêzerê îtîraz kir ji salonê hat avêtin
16:58 Li Amedê zarokek şewatî û jiyana xwe ji dest da
16:49 HDP'iyên li Mersînê hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan hatin berdan
16:09 Li Başûr ji ber vîrûsa korona dibistan ketin betlaneyê
16:00 Rêxistinên maf derbarê Girtîgeha Afyonê de raporek eşkere kirin
15:43 Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê bi vîrûsa korona ket
15:33 Qemyonên alîkariyê yên hatin astengkirin paşve şandin Wanê
14:35 Serokkomarê berê yê Misrê Husnu Mubarek mir
14:09 Alîkariya şaredariyên HDP’î yên ji bo Wanê şandin hatin astengkirin
14:08 Genç: Bi heman delîl û sûcdariyan doza duyem li min vekirine
14:08 Dadgeha Bilind cezayê Aysel Tugluk pejirand
13:47 Qeyda veşarî ya îşkenceya li nexweşxaneyê tundiya polisan aşkere kir
13:36 Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lacalle: Hiqûqa navneteweyî bi tecrîdê tê binpêkirin
13:36 Jinên Amedê dê 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê pîroz bikin
13:06 Ji rêxistinên tenduristiyê hişyariya grevê
13:04 Wezîrê Iraqê: Li Kerkûkê li ser 4 kesan vîrûsa Corona hat dîtin
12:43 Polîs îdîa kir ku telefonên desteser kiribû winda kirin
12:42 Erdogan, beriya biçe Libya bi rojnameger re xeyidî