Rojnameger Boltan: Polîsan ji mijarên kevn ez binçav kirin 2020-02-27 13:27:28 AMED – Rojnameger Hakki Boltan ku hat binçavkirin û hat berdan, diyar kir ku ji mijarên ku berê îfade dabûn hatiye binçavkirin. Boltan, anî ziman ku li dijî çapemeniyê êrîşek dijwar heye û li gel van êrîşan dê dîsa xebatên rojnamegeriyê berdewam bike.  Rojnameger Hakki Boltan, di 19'ê Sibatê de li mala xwe hatibû binçavkirin. Boltan, piştî rojekê di bin çavan de ma, di 20'ê sibatê de sewqî Edliyeya Amedê kirin û li dadgehê serbest hat berdan. Li dadgehê sucdariya “Li ser navê rêxistinê çalakî li dar xistiye" û "Propaganda rêxistinê kiriye" hat darizandin û dubare îfade da. Boltan piştre bi şertê qedexeya derketina dervê welat hat berdan. Boltan, têkildarî binçavkirina xwe axivî û got: "15 salin bi awayekî çalak rojnamegeriyê dikim. Heta niha bi dehan caran min îfade daye. Li gel ku diçim îfadeyê didim jî dîsa bi ser mala min de girtin û ez li malê binçav kirim. XWestin min bitirsînin. Sedema serdegirtinê mijarên ku berê min têkildarî wan îfade daye ye. Berê polîsan bang li min kir û min çû li Midûriyeta Polîsan der barê wan de îfade da. Min berê jî heman tişt di îfadeyên xwe de gotibûn.    'POLÎSAN BI SAETAN LI MALA MIN LÊGERÎN KIRIN'   Boltan, anî ziman ku polîsên tevgera taybet serê sibê saet di 06.30’an de bi ser mala wî de girt û wiha got: "Xwest deriyê malê bişkînin. Dema min derî vekir, min dît ku çek kişandine û berê wan dane min. Polîsan em tev xistin odeyekê û bi saetan li malê lêgerîn kirin. Nîşeyên min ên rojnamegeriyê wekî nîşeyên rêxistinî desteser kirin. Biryara dozgeriyê ya lêgerîna malê hebû. Lê biryara binçavkirina min tune bû."    15 SALIN ROJNAMEGERIYEK ÇALAK DIKIM   Boltan, anî ziman ku 15 salin li herêmê rojnamegeriyek çalak dike û wiha axivî. "Bi awayekî dijwar bi ser mala min de girtin. Bi vê yekê naxwazin ku em rojnamegeriyê bikin. Serdegirtina mala min, tê wateya serdegirtina mala çapemeniya azad. Bi vê yekê rojnamegeriya azad tehdît dikin. Ev operasyon e. Bi taybetî bîranîna salvegera Rewşenbirê Kurd û Nivîskar Musa Anter û şehidên çapemeniya azad wekî sûc dibîne. Di bîranîna Apê Musa û rojnamegerên faîlên wan diyar û nediyar de bê guman em ê bêjin şehîd. Ji mere dibêjin çima hûn peyva 'Şehîd' dibêjin. Lê me destûr neda vê yekê bikin mijara lêpirsînê."     Boltan, anî ziman ku bîranîna Apê Musa wekî bîranîna şehîdê çapemeniyê nabînin. Dixwazin bîranînê wekî şahiyek rêxistina terorê bidin nişandan. Apê Musa rojnamegerekî ku hemû kes hurmetê nîşanî wî dide. Em destûr nadin ku bîranîna Apê Musa,  Mazlum Erencî û rojnamegerên din wekî xebatek terorî bê nîşandan. Dîsa xebatên ez wekî rojnameger beşdarî kongre û konferansan bûm. Lê ev jî ji min pirsîn. Ev wekî sûc anîn pêşiya me.    Boltan, herî dawî bertekên xwe wiha anî ziman: "Bi ser mala te de digirin. Her tiştên rojnamegeriyê desteser dikin. Piştre dibêjin 'Tu rojnamegeriyê nake. Tu teroristiyê dike.' Ev êrîşek pir zor û dijwar e. Em komele, televîzyonan vedikin digirin. Em diçin nûçeyan asteng dikin. Em rojname çap dikin destûr nadin ku em belav bikin û bidin xwendin. Hemû rêyên rojnamegeriyê li pêş me digirin. Tevî hemû zext û tundiyan em ê dîsa rojnamegeriya xwe berdewam bikin. Em dê Rojnamegiriya Apê Musa ji bo xwe esas bigirin û rojnamegiriyê bikin."