Dayikên Aştiyê 20 sal in ji bo aştiyê qîr dikin

  • rojane
  • 13:20 27 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL – Ji bo pirsgirêka kurd bi awayê aştiyane were çareserkirin û mirin pêk neyên 20 sal in Dayikên Aştiyê têdikoşin. Têkoşîna Dayikên Aştiyê 20 sal li pey xwe hişt. Dayika Aştiyê Guler Bugday da zanîn ku 20 salin ew bi laçikên xwe yên spî ji bo aştiyê têdikoşin. 

Li Tirkiyê di navbera PKK’ê û dewletê de ji 40 salî zêdetir e pevçûn didome. Yek ji xelekek tarî ya Tirkiyê bûyerên salên 1990’î bûn. Di van salan de şer û pevçûnên herî dijwar diqewimîn. Dewletê di her gava diavêt de digot dê tevgera kurd biqedînin û bi vê yekê re jî bi serê xelkê de komkujî, windakirin, valakirin û şewitandina gundan, cînayetên siyasî û bûyerên kiryar nediyar pêk anî. Di serdemek her ku diçû şer gûr dibû, di sala 1996’an de dayikan gotin “Êşa şer hemû em dijîn” û Dayikên Aştiyê avakirin û ji bo dawî li şer bînin ketin nava hewldanan. Hewldanên Dayikên Aştiyê bi têkoşînek dûr û dirêj hêj didome. 
 
Dayik tenê ne ji bo zarokên xwe yên di refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest didan di heman demê de ji bo dayikên leşkeren jî negirîn û zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin ketin nava hewldanên cidî. Dewlet ji bo vê hewldana dayikan pûç bike zextên giran li ser Dayikên Aştiyê kir. Dayikên Aştiyê li gel zextên dijwar jî her tim banga bila şerê 40 salan bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demorkatîk û aştiyane were çareserkirin bang kirin. 
 
Dayikên Aştiyê piştî dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de tevî hemû zext û pêkûtiyên dewletê jî li gel dayikên leşkeran ji Amedê meşiyan Enqereyê. Meş bi dirûşmên “Ji bo xatirê yên mayî” û “Em dayikin û alîgirê aştiyê ne” pÂek hatibû û wê demê dengek mezin vedabû. Di heman demê de vê meşa dayikan di qada navnetewî de jî deng anîbû û rê li ber daxwazek rewa vekiribû. 
 
QET DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDAN 
 
Dayik piştî vê meşê ji bo têkoşîna xwe rêxistinî û sazîbûn bikin “Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê” ava kirin û rêwîtiya xwe domandin. Di sala 2013’an de Înîsiyatifê navê xwe guhert û dayikan wek Meclîsa Dayikên Aştiyê rêwîtiya xwe dewam kirin. 
 
Têkoşîna dayikan a 20 salên dawîn îro jî wek roja ewil heman têkoşîn û daxwaza aştiyê bi biryardarî didome û ji roja dest bi rêwîtiya xwe kirine bi sedan dayikên endamê vê Meclîsê hatin binçavkirin û bi dehan doz derbarê wan de hatin vekirin. Hin dayik hatin girtin û avêtin girtîgehan. Tevî vê yekê jî dayikan dest ji têkoşîna xwe ya aştiyê berneda. 
 
DAYIK SALVEGERA XWE YA 20’EMÎN PÎROZ DIKIN 
 
Dayikên Aştiyê yên ku tevî hemû zordestiya dewletê jî dest ji têkoşîna xwe bernedan, xwe ji bo salvegera damezrandina sala 20’emîn amade dikin. Sibê li Eywana Dawetê ya Fîgaro ya li Çaglayana Stenbolê bi beşdariya gelek mêvanên netewî û navnetewî şahiyek li dar dixe. Wê gelek komên muzîkê jî bi hunera xwe piştevaniya dayikan bikin. 
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Guler Bugday da zanîn li Tirkiyê 40 sal in şerek giran, qirêj û bêsinc tê birêvebirin û got: “Ji bo em dayik şer, herikîna xwînê û barandina rondikên çavan rawestînin berpirsiyarek wiha daye ser milê xwe. Têkoşîna ji bo aştiyê ya dayikan di sala 1996’an de dest pê kir, lê di sala 1999’an de ev têkoşîn wek sazîbûn birêve hat birin. Em têkoşîna aştiyê tenê ne ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên dinyayê birêve dibin û dixwazin.” 
 
‘WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’ 
 
Bugday anî ziman ku bi dîlgirtina Ocalan a di 15’ê Sibata 1999’an de şer rehenda xwe guhert û wiha got: “Ji ber şertên hatin guhertin vî şerî bandorek mezin li ser gelê kurd û berpirsiyariya herî mezin ket ser milê dayikan. 15’ê Sibatê ji bo me Rojek Reş e. Piştî 15’ê Sibatê her ku çû şer gûr bû û mirin zêde bûn. Me biryar girt ku em li gel dayikên eskeran ji Amedê bimeşin heta Enqereyê. Piştî vê meşê zextên li ser dayikan zêde bûn. Bi dehan dayik hatin binçavkirin û hin ji wan hatin girtin û derheqê wan de doz hatin vekirin. Tevî van hemû zextan jî ev 20 sal in em têkoşîna aştiyê birêve dibin û bi laçikên xwe yên spî û qîrkirina aştiyê daxwazên xwe tînin ziman. Heta ev mirin rawestin û aştiyek bi rûmet pêk were em ê bêwestan û bênavber têbikoşin.” 
 
‘EM KOLAN BI KOLAN DIGERIN Û AŞTIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Dayika Aştiyê Emîne Erbek jî destnîşan kir ku 20 sal in e ew kolan bi kolan û mal bi mal digerin û têkoşîna aştiyê didin û got: “Li dijî vî şerê 40 sal in tê birêvebirin û li dijî mirinan em li her qadê aştiyê qîr dikin. Tevî hemû zextan em têdikoşin. Bila ne esker, ne polîs û ne jî gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Mirin ne çareseriye. Tekane çareserî aştiyek bi rûmet e û muzakereyî beramberî hev e.” 
 
 

Sernavên din

28/02/2020
11:31 HDP bi rojeva Idlibê dicive
11:29 Cenazeyê Saîd Yûsûf ber bi Qamişlo ve ket rê
11:22 Tayîp Temel: HDP wê nekeve xefikên wan û ber bi birêvebirina demokratîk ve dimeşe
10:49 Tedawiya jinên KESK’î yên qeza kirin dewam dike
10:17 NATO li ser daxwaza Tirkiyê bi ‘lezgînî’ kom dibe
09:42 Sekreterê Giştî yê NY: Divê li Idlibê demildest agirbest were ragihandin
09:40 Li girtîgehan binpêkirinên mafan: Rojanme, radyo û revîr qedexe ne!
09:36 Rûsya: Diviyabû leşkerên tirk ne li wê derê bûna
09:21 Wê jinên stenbolî di 8'ê Adarê de li qadan bin
09:20 Hejmara 150'emîn a Nûbihar derket
09:19 Li Girtîgeha Silîvriyê cezayên hucreyê
09:19 Tiştên hatine serê her 2 minareyên Mizgefta Sumerê
09:17 Midûra nelirêtî kirine, li şaredariyê kirin midûr!
09:16 Baxçê pirtûkxaneya 66 salî kirine eywana okê!
09:15 'Piştî biryara DMME'yê diviya Demîrtaş bihata berdan'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2020'AN
08:40 Waliyê Hatayê: 33 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
27/02/2020
18:12 Li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin
16:53 Walîtiya Bûrsayê ji bo Îmraliyê daxuyanî da: Şewat hatiye kontrolkirin
16:47 Li Idlibê 3 leşker mirin
16:03 Starta 8'ê Adarê li cihê ku li Gulistan Doku digerin dan
15:49 Ji Dayikên Aştiyê daxuyaniya ji bo Îmraliyê: Bila bi Ocalan re hevdîtin pêk were
15:38 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyeke nû
15:31 Yuksekdag ji ber pirsgirêkên teknîkî beşdarî danişînê nebû
15:31 KESK: Ji sedî 92’ê jinan rastî tundiyê tên
15:19 Emîrhan ê di erdhejê de birîndar bibû spartin axê
15:10 Kuçe û kolanên Wanê vala bûn
15:03 Ji KCD û TJA'yê bang: Divê her kes ji bo Îmraliyê hestiyar tev bigerin
14:50 Li Pira Galata welaltiyek bi lêdanê hat binçavkirin
14:36 Parêzerên Ocalan serî li Wezareta Dadê dan
14:16 DBP: Divê bi awayekî lez malbat û parêzer biçin Îmraliyê
14:14 TJA: Cezayê li Tugluk hat birîn, êrîşa li dijî hevserokatiyê ye
13:50 Başaran: Em dipên ku hikûmet bi lez têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bide
13:49 Komîsera Bilind a NY: Tirkiye bi TMK’ê muxalîfan bêdeng dike
13:27 Rojnameger Boltan: Polîsan ji mijarên kevn ez binçav kirin
13:20 Dayikên Aştiyê 20 sal in ji bo aştiyê qîr dikin
13:20 Qaymeqamıya Ceyhanê bi hinceta vîrusa koronayê şahiya jinan asteng kir
13:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê diyar kir
12:54 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê em demildest biçin Îmraliyê!
12:38 Wê cenazeyê Seîd Yûsûf biçe Qamişloyê
12:16 5 roj borîn lê hêj alîkarî negihiştiye mexdûrên erdhejê
12:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Li gundê Qiratî ya erdhej lê pêk hat heywan ji serma dimirin
11:46 Li Grava Îmraliyê şewat derket
11:45 Mamoste Pelda Sevîn ku sîxurtî lê hatibû ferzkirin serlêdana sûc kir
11:33 Li Pirtûkxaneya Lîlavê wê pirtûka Demîrtaş ‘Leylan’ bê îmzekirin
11:23 Erdhejzedeyên Serayê: Em perîşan in û diqerisin
11:18 Walîtiya Colemêrgê 5 herêm qedexe kir
10:48 Reda Mutabaqata Dolmabahçeyê rêya darbeyan li Tirkiyê vekir
10:41 Dosyeya Meteyê 11 salî jî daxilî nav dosyeyên 'kiryar nediyar' kirin
09:55 Aborîzan Onder: Gotin û polîtîkayên îqtîdarê rê li ber întiharê vedikin
09:10 5 gund 8 roj in bê av in
09:10 ‘Em naxwazin Hêlîn bimire'
09:09 Ji bo heywan nemirin kuçe bi kuçe digerin
09:09 'Her ku tecrîd dewam bike wê dayik bigirîn'
09:08 Çû noterê îmze da, hat xapandin
09:08 Vîrûsa Corona li 40 welatan belav bû
Dr Sîpan: Divê her kes li paqijiyê baldar bin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2020'AN
26/02/2020
16:16 Erdogan ji bo HDP'ê ferman da darazê
15:49 Li miduriyeta perwerdê polisan sîxurtî li mamoste ferz kirin
15:30 Olûç: Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin
15:09 Eskerên derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin
14:28 Hunermendê kurd Seîd Yûsif koça dawî kir
14:10 Rojnameger û malbatan, Aktaş, Yavuzel û Yeşil bi bîr anîn
13:39 Karebeya Cemxaneyê muhir kirin
13:37 Tewanbariya Takva ya derbarê Bekîr Kaya negirt
13:37 Li Êlihê xebatên 8’ê Adarê dest pê kir
13:02 Yilmaz: Li Sûriyeyê dê Kurd encamê diyar bikin
11:41 Rêyên parastina ji vîrusa koronayê
11:40 Alinak: Ne 68 salî bibim 100 salî jî ez ê kelemê çavê neyaran bim
10:31 Welatiyan astengiya li pêş alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê şermezar kirin
09:50 'Întihar kir, lê hê jî bankayan dev jê bernedane'
09:11 Buhoyê maskeyan ji sedî 150 zêde bû
09:09 Qeyûman 2 hezar û 328 karker ji kar derxistine
09:08 Xanî di bin avê de ma û bê war man
09:07 Notayên muzîkê jî bûn şîfreya rêxistinî!
09:07 Rapora der barê îşkenceya li Xelfetiyê: Îşkence tuneye
09:01 'Pêdivî ne bi kona, bi konteyneran heye'
09:01 Gardiyan: Êdî cihê we hucre ne
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2020'AN
08:01 Enwer Muslim û Eyşe Hiso bûn Hevserokên PYD’ê
25/02/2020
20:22 Hevserokê HDP'a Bayrampaşayê hat binçavkirin
17:42 Zaroka rastî destdirêjiyê hat di dadgehê de girî; Parêzerê îtîraz kir ji salonê hat avêtin
16:58 Li Amedê zarokek şewatî û jiyana xwe ji dest da
16:49 HDP'iyên li Mersînê hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan hatin berdan
16:09 Li Başûr ji ber vîrûsa korona dibistan ketin betlaneyê
16:00 Rêxistinên maf derbarê Girtîgeha Afyonê de raporek eşkere kirin
15:43 Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê bi vîrûsa korona ket
15:33 Qemyonên alîkariyê yên hatin astengkirin paşve şandin Wanê
14:35 Serokkomarê berê yê Misrê Husnu Mubarek mir
14:09 Alîkariya şaredariyên HDP’î yên ji bo Wanê şandin hatin astengkirin
14:08 Genç: Bi heman delîl û sûcdariyan doza duyem li min vekirine
14:08 Dadgeha Bilind cezayê Aysel Tugluk pejirand
13:47 Qeyda veşarî ya îşkenceya li nexweşxaneyê tundiya polisan aşkere kir
13:36 Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lacalle: Hiqûqa navneteweyî bi tecrîdê tê binpêkirin
13:36 Jinên Amedê dê 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê pîroz bikin
13:06 Ji rêxistinên tenduristiyê hişyariya grevê
13:04 Wezîrê Iraqê: Li Kerkûkê li ser 4 kesan vîrûsa Corona hat dîtin
12:43 Polîs îdîa kir ku telefonên desteser kiribû winda kirin
12:42 Erdogan, beriya biçe Libya bi rojnameger re xeyidî