Dayikên Aştiyê 20 sal in ji bo aştiyê qîr dikin 2020-02-27 13:20:33 STENBOL – Ji bo pirsgirêka kurd bi awayê aştiyane were çareserkirin û mirin pêk neyên 20 sal in Dayikên Aştiyê têdikoşin. Têkoşîna Dayikên Aştiyê 20 sal li pey xwe hişt. Dayika Aştiyê Guler Bugday da zanîn ku 20 salin ew bi laçikên xwe yên spî ji bo aştiyê têdikoşin.  Li Tirkiyê di navbera PKK’ê û dewletê de ji 40 salî zêdetir e pevçûn didome. Yek ji xelekek tarî ya Tirkiyê bûyerên salên 1990’î bûn. Di van salan de şer û pevçûnên herî dijwar diqewimîn. Dewletê di her gava diavêt de digot dê tevgera kurd biqedînin û bi vê yekê re jî bi serê xelkê de komkujî, windakirin, valakirin û şewitandina gundan, cînayetên siyasî û bûyerên kiryar nediyar pêk anî. Di serdemek her ku diçû şer gûr dibû, di sala 1996’an de dayikan gotin “Êşa şer hemû em dijîn” û Dayikên Aştiyê avakirin û ji bo dawî li şer bînin ketin nava hewldanan. Hewldanên Dayikên Aştiyê bi têkoşînek dûr û dirêj hêj didome.    Dayik tenê ne ji bo zarokên xwe yên di refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest didan di heman demê de ji bo dayikên leşkeren jî negirîn û zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin ketin nava hewldanên cidî. Dewlet ji bo vê hewldana dayikan pûç bike zextên giran li ser Dayikên Aştiyê kir. Dayikên Aştiyê li gel zextên dijwar jî her tim banga bila şerê 40 salan bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demorkatîk û aştiyane were çareserkirin bang kirin.    Dayikên Aştiyê piştî dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de tevî hemû zext û pêkûtiyên dewletê jî li gel dayikên leşkeran ji Amedê meşiyan Enqereyê. Meş bi dirûşmên “Ji bo xatirê yên mayî” û “Em dayikin û alîgirê aştiyê ne” pÂek hatibû û wê demê dengek mezin vedabû. Di heman demê de vê meşa dayikan di qada navnetewî de jî deng anîbû û rê li ber daxwazek rewa vekiribû.    QET DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDAN    Dayik piştî vê meşê ji bo têkoşîna xwe rêxistinî û sazîbûn bikin “Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê” ava kirin û rêwîtiya xwe domandin. Di sala 2013’an de Înîsiyatifê navê xwe guhert û dayikan wek Meclîsa Dayikên Aştiyê rêwîtiya xwe dewam kirin.    Têkoşîna dayikan a 20 salên dawîn îro jî wek roja ewil heman têkoşîn û daxwaza aştiyê bi biryardarî didome û ji roja dest bi rêwîtiya xwe kirine bi sedan dayikên endamê vê Meclîsê hatin binçavkirin û bi dehan doz derbarê wan de hatin vekirin. Hin dayik hatin girtin û avêtin girtîgehan. Tevî vê yekê jî dayikan dest ji têkoşîna xwe ya aştiyê berneda.    DAYIK SALVEGERA XWE YA 20’EMÎN PÎROZ DIKIN    Dayikên Aştiyê yên ku tevî hemû zordestiya dewletê jî dest ji têkoşîna xwe bernedan, xwe ji bo salvegera damezrandina sala 20’emîn amade dikin. Sibê li Eywana Dawetê ya Fîgaro ya li Çaglayana Stenbolê bi beşdariya gelek mêvanên netewî û navnetewî şahiyek li dar dixe. Wê gelek komên muzîkê jî bi hunera xwe piştevaniya dayikan bikin.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Guler Bugday da zanîn li Tirkiyê 40 sal in şerek giran, qirêj û bêsinc tê birêvebirin û got: “Ji bo em dayik şer, herikîna xwînê û barandina rondikên çavan rawestînin berpirsiyarek wiha daye ser milê xwe. Têkoşîna ji bo aştiyê ya dayikan di sala 1996’an de dest pê kir, lê di sala 1999’an de ev têkoşîn wek sazîbûn birêve hat birin. Em têkoşîna aştiyê tenê ne ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên dinyayê birêve dibin û dixwazin.”    ‘WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’    Bugday anî ziman ku bi dîlgirtina Ocalan a di 15’ê Sibata 1999’an de şer rehenda xwe guhert û wiha got: “Ji ber şertên hatin guhertin vî şerî bandorek mezin li ser gelê kurd û berpirsiyariya herî mezin ket ser milê dayikan. 15’ê Sibatê ji bo me Rojek Reş e. Piştî 15’ê Sibatê her ku çû şer gûr bû û mirin zêde bûn. Me biryar girt ku em li gel dayikên eskeran ji Amedê bimeşin heta Enqereyê. Piştî vê meşê zextên li ser dayikan zêde bûn. Bi dehan dayik hatin binçavkirin û hin ji wan hatin girtin û derheqê wan de doz hatin vekirin. Tevî van hemû zextan jî ev 20 sal in em têkoşîna aştiyê birêve dibin û bi laçikên xwe yên spî û qîrkirina aştiyê daxwazên xwe tînin ziman. Heta ev mirin rawestin û aştiyek bi rûmet pêk were em ê bêwestan û bênavber têbikoşin.”    ‘EM KOLAN BI KOLAN DIGERIN Û AŞTIYÊ DIXWAZIN’    Dayika Aştiyê Emîne Erbek jî destnîşan kir ku 20 sal in e ew kolan bi kolan û mal bi mal digerin û têkoşîna aştiyê didin û got: “Li dijî vî şerê 40 sal in tê birêvebirin û li dijî mirinan em li her qadê aştiyê qîr dikin. Tevî hemû zextan em têdikoşin. Bila ne esker, ne polîs û ne jî gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Mirin ne çareseriye. Tekane çareserî aştiyek bi rûmet e û muzakereyî beramberî hev e.”