Yilmaz: Li Sûriyeyê dê Kurd encamê diyar bikin

  • rojane
  • 13:02 26 Sibat 2020
  • |
img

STENBOL - Hîndekara Zanîngeha Hambûrgê Dr. Arzû Yilmaz, diyar kir ku Rusya li Idlibê ne xwedî fikra ku xwe li hemberî Tirkiye sor bike û wiha got: "Li vir yê pozisyona Tirkiye bi hêz bike NATO ye. Lê îhtîmala ku NATO piştiriyê bide Tirkiyeyê kêm e. Li Sûriyeyê dê sekna Kurdan encamê diyar bike. 

Rejîma Sûriyeyê bi hevkariya Îran û Rûsya operasyonên li Idlibê berdewam dike. Şer her diçe gûr dibe. Her roj esker tên kuştin. Rûsya û Rejîma Sûriyeyê bi hinceta Tirkiye li gorî peymana Soçî û Astana tev negeriya li dijî komên çekdar ên li Idlibê dest bi operasyona kiriye û didomîne. Heta niha Rejîma Sûriye gelek gund, bajarok û navçe bi dest xistin. Her ku şer didome rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî zêde dibe. Têkildarî geşedanên li Idlibê û di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de Hîndekara Zaningeha Hamburg Dr. Arzu Yılmaz ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
Yilmaz, anî ziman ku li sehaya Sûriyeyê êdî sebra stratejik a Rûsya nemaye û wiha got: "Rûsya li ser berjewendiyên cuda hatin cem hev. Lê niha navbera Tirkiye û Rûsya her ku diçe vedibe. Li qada Idlibê her ku diçe Rejîma Sûriye dibe xwedî hêz û kontrolê dixe destê xwe. Li aliyê din Tirkiye rol û rista xwe winda dike. Li gel vê yekê israr dike ku hebûna xwe li Idlibê berdewam bike. Tirkiye ji destpêkê de şertên peymanê pêk neanîn. Daxuyaniyên Rûsya yên dawî nîşan dide ku tu nêta Rûsya tune ku bi rejîmê gavan paşve bide avêtin. Lê tu nêta Rûsya jî tune ku xwe li hemberî Tirkiyeyê sor bike. Li vir yê pozisyona Tirkiyeyê biguherîne NATO ye. Lê tu îhtîmala ku NATO piştgiriyê bide Tirkiyeyê jî xuya nake. Di vê pêvajoyê de nêzên diyarker DYA û Rûsya xuya dike. Li qada Rûsya heta niha bêtir li gorî diyarkirina Rûsya û DYA gav hatin avêtin. Rayedarên DYA jî aşkere dibêjin. Lê Rûsya jî divê fêm bike ku nikare li Sûriye serkeftinek mutlaq qezenç bike. 
 
 
Yilmaz, anî ziman ku DYA ne bi temamî dixwaze li ser axa Sûriye bimîne û ne jî dixwaze axa Sûriye têkeve kontrola Rûsyayê û wiha got: "Di vê meseleyê de dixwaze hêza Îranê li Sûriye lawaz bike. Dixwaze ewlehiya Îsraîlê xurt bike. DYA li Rûsyayê ewlehiya Îsrailê diparêze. Dema mirov bi vî çavî dinere Tirkiye li Sûriyeyê muttefikê xwezayî yê DYA ye. DYA di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de heviya ku ji Tirkiye dikir nedît. Ji ber vê yekê bi Kurdan re muttefîk xurt kir. Ev bû sedema ku têkiliyên Tirkiye û DYA lawaz bibe. Nebaweriya Tirkiye û DYA didome. Mirov nikare li bendê be ku DYA û Tirkiye li ser axa Sûriyeyê bi hevsengî hevkariyek strateji pêş bixin." 
 
Yilmaz, da zanîn ku li ser vê axê guhertina demografik bi lez pêş dikeve û wiha axivî: "Niha pêla koçberiyê li ber derî ye. Divê neyê ji bîrkirin ku Almanya li hemberî guhertina demografik û koçberiyê bêdeng e. Ji ber vê yekê razî ye ku alîkariya pereyan bide Tirkiyeyê. 
 
Li aliyê din pêvajoya diyalogê bi lez dibe. Lê niha Rejîma Esad ne amade ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl bike. Esad wekî herêmên din dixwaze li vê herêmê jî kontrolê ji nûve têxe destê xwe. Lê ev hinek zahmet e. Li vê herêmê kontrola eskerî ne di destê rejîma Esad de ye. Li vir zextên Rûsya yên li ser rejîma Sûriyeyê faktora diyarker e. Xuya dike ku heta Rusya û DYA li ser axa Sûriyeyê bin dê zextên xwe bimeşînin. Yek ji diyarkerê rewşa Sûriyeyê têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê ye. 
 
Yilmaz, herî dawî diyar kirku li vir amûra "Qeyrana Mirovî" xelas bû û wiha bi dawî kir: "Di nava van amûran de tenê tiştek maye, Tirkiye bûye welatê ku alîkariyê dide komên cihatkar ên radîkal. Li vir Tirkiye malzemeyên xwe yên li Sûriye xelas kir." 
 
 
MA / Ferhat Çelîk 
 
 
 
 

Sernavên din

28/02/2020
11:31 HDP bi rojeva Idlibê dicive
11:29 Cenazeyê Saîd Yûsûf ber bi Qamişlo ve ket rê
11:22 Tayîp Temel: HDP wê nekeve xefikên wan û ber bi birêvebirina demokratîk ve dimeşe
10:49 Tedawiya jinên KESK’î yên qeza kirin dewam dike
10:17 NATO li ser daxwaza Tirkiyê bi ‘lezgînî’ kom dibe
09:42 Sekreterê Giştî yê NY: Divê li Idlibê demildest agirbest were ragihandin
09:40 Li girtîgehan binpêkirinên mafan: Rojanme, radyo û revîr qedexe ne!
09:36 Rûsya: Diviyabû leşkerên tirk ne li wê derê bûna
09:21 Wê jinên stenbolî di 8'ê Adarê de li qadan bin
09:20 Hejmara 150'emîn a Nûbihar derket
09:19 Li Girtîgeha Silîvriyê cezayên hucreyê
09:19 Tiştên hatine serê her 2 minareyên Mizgefta Sumerê
09:17 Midûra nelirêtî kirine, li şaredariyê kirin midûr!
09:16 Baxçê pirtûkxaneya 66 salî kirine eywana okê!
09:15 'Piştî biryara DMME'yê diviya Demîrtaş bihata berdan'
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2020'AN
08:40 Waliyê Hatayê: 33 leşkeran jiyana xwe ji dest dan
27/02/2020
18:12 Li Amedê çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kirin
16:53 Walîtiya Bûrsayê ji bo Îmraliyê daxuyanî da: Şewat hatiye kontrolkirin
16:47 Li Idlibê 3 leşker mirin
16:03 Starta 8'ê Adarê li cihê ku li Gulistan Doku digerin dan
15:49 Ji Dayikên Aştiyê daxuyaniya ji bo Îmraliyê: Bila bi Ocalan re hevdîtin pêk were
15:38 Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyeke nû
15:31 Yuksekdag ji ber pirsgirêkên teknîkî beşdarî danişînê nebû
15:31 KESK: Ji sedî 92’ê jinan rastî tundiyê tên
15:19 Emîrhan ê di erdhejê de birîndar bibû spartin axê
15:10 Kuçe û kolanên Wanê vala bûn
15:03 Ji KCD û TJA'yê bang: Divê her kes ji bo Îmraliyê hestiyar tev bigerin
14:50 Li Pira Galata welaltiyek bi lêdanê hat binçavkirin
14:36 Parêzerên Ocalan serî li Wezareta Dadê dan
14:16 DBP: Divê bi awayekî lez malbat û parêzer biçin Îmraliyê
14:14 TJA: Cezayê li Tugluk hat birîn, êrîşa li dijî hevserokatiyê ye
13:50 Başaran: Em dipên ku hikûmet bi lez têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bide
13:49 Komîsera Bilind a NY: Tirkiye bi TMK’ê muxalîfan bêdeng dike
13:27 Rojnameger Boltan: Polîsan ji mijarên kevn ez binçav kirin
13:20 Dayikên Aştiyê 20 sal in ji bo aştiyê qîr dikin
13:20 Qaymeqamıya Ceyhanê bi hinceta vîrusa koronayê şahiya jinan asteng kir
13:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê diyar kir
12:54 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê em demildest biçin Îmraliyê!
12:38 Wê cenazeyê Seîd Yûsûf biçe Qamişloyê
12:16 5 roj borîn lê hêj alîkarî negihiştiye mexdûrên erdhejê
12:11 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Li gundê Qiratî ya erdhej lê pêk hat heywan ji serma dimirin
11:46 Li Grava Îmraliyê şewat derket
11:45 Mamoste Pelda Sevîn ku sîxurtî lê hatibû ferzkirin serlêdana sûc kir
11:33 Li Pirtûkxaneya Lîlavê wê pirtûka Demîrtaş ‘Leylan’ bê îmzekirin
11:23 Erdhejzedeyên Serayê: Em perîşan in û diqerisin
11:18 Walîtiya Colemêrgê 5 herêm qedexe kir
10:48 Reda Mutabaqata Dolmabahçeyê rêya darbeyan li Tirkiyê vekir
10:41 Dosyeya Meteyê 11 salî jî daxilî nav dosyeyên 'kiryar nediyar' kirin
09:55 Aborîzan Onder: Gotin û polîtîkayên îqtîdarê rê li ber întiharê vedikin
09:10 5 gund 8 roj in bê av in
09:10 ‘Em naxwazin Hêlîn bimire'
09:09 Ji bo heywan nemirin kuçe bi kuçe digerin
09:09 'Her ku tecrîd dewam bike wê dayik bigirîn'
09:08 Çû noterê îmze da, hat xapandin
09:08 Vîrûsa Corona li 40 welatan belav bû
Dr Sîpan: Divê her kes li paqijiyê baldar bin
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2020'AN
26/02/2020
16:16 Erdogan ji bo HDP'ê ferman da darazê
15:49 Li miduriyeta perwerdê polisan sîxurtî li mamoste ferz kirin
15:30 Olûç: Dozger bi fermana partiyên siyasî tevger dikin
15:09 Eskerên derketin operasyonê kuçikên gundiyan kuştin
14:28 Hunermendê kurd Seîd Yûsif koça dawî kir
14:10 Rojnameger û malbatan, Aktaş, Yavuzel û Yeşil bi bîr anîn
13:39 Karebeya Cemxaneyê muhir kirin
13:37 Tewanbariya Takva ya derbarê Bekîr Kaya negirt
13:37 Li Êlihê xebatên 8’ê Adarê dest pê kir
13:02 Yilmaz: Li Sûriyeyê dê Kurd encamê diyar bikin
11:41 Rêyên parastina ji vîrusa koronayê
11:40 Alinak: Ne 68 salî bibim 100 salî jî ez ê kelemê çavê neyaran bim
10:31 Welatiyan astengiya li pêş alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê şermezar kirin
09:50 'Întihar kir, lê hê jî bankayan dev jê bernedane'
09:11 Buhoyê maskeyan ji sedî 150 zêde bû
09:09 Qeyûman 2 hezar û 328 karker ji kar derxistine
09:08 Xanî di bin avê de ma û bê war man
09:07 Notayên muzîkê jî bûn şîfreya rêxistinî!
09:07 Rapora der barê îşkenceya li Xelfetiyê: Îşkence tuneye
09:01 'Pêdivî ne bi kona, bi konteyneran heye'
09:01 Gardiyan: Êdî cihê we hucre ne
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2020'AN
08:01 Enwer Muslim û Eyşe Hiso bûn Hevserokên PYD’ê
25/02/2020
20:22 Hevserokê HDP'a Bayrampaşayê hat binçavkirin
17:42 Zaroka rastî destdirêjiyê hat di dadgehê de girî; Parêzerê îtîraz kir ji salonê hat avêtin
16:58 Li Amedê zarokek şewatî û jiyana xwe ji dest da
16:49 HDP'iyên li Mersînê hatibûn binçavkirin piştî 4 rojan hatin berdan
16:09 Li Başûr ji ber vîrûsa korona dibistan ketin betlaneyê
16:00 Rêxistinên maf derbarê Girtîgeha Afyonê de raporek eşkere kirin
15:43 Cîgirê Wezîrê Tenduristiya Îranê bi vîrûsa korona ket
15:33 Qemyonên alîkariyê yên hatin astengkirin paşve şandin Wanê
14:35 Serokkomarê berê yê Misrê Husnu Mubarek mir
14:09 Alîkariya şaredariyên HDP’î yên ji bo Wanê şandin hatin astengkirin
14:08 Genç: Bi heman delîl û sûcdariyan doza duyem li min vekirine
14:08 Dadgeha Bilind cezayê Aysel Tugluk pejirand
13:47 Qeyda veşarî ya îşkenceya li nexweşxaneyê tundiya polisan aşkere kir
13:36 Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê Lacalle: Hiqûqa navneteweyî bi tecrîdê tê binpêkirin
13:36 Jinên Amedê dê 8’ê Adarê li Qada Îstasyonê pîroz bikin
13:06 Ji rêxistinên tenduristiyê hişyariya grevê
13:04 Wezîrê Iraqê: Li Kerkûkê li ser 4 kesan vîrûsa Corona hat dîtin
12:43 Polîs îdîa kir ku telefonên desteser kiribû winda kirin
12:42 Erdogan, beriya biçe Libya bi rojnameger re xeyidî