Yilmaz: Li Sûriyeyê dê Kurd encamê diyar bikin 2020-02-26 13:02:16 STENBOL - Hîndekara Zanîngeha Hambûrgê Dr. Arzû Yilmaz, diyar kir ku Rusya li Idlibê ne xwedî fikra ku xwe li hemberî Tirkiye sor bike û wiha got: "Li vir yê pozisyona Tirkiye bi hêz bike NATO ye. Lê îhtîmala ku NATO piştiriyê bide Tirkiyeyê kêm e. Li Sûriyeyê dê sekna Kurdan encamê diyar bike.  Rejîma Sûriyeyê bi hevkariya Îran û Rûsya operasyonên li Idlibê berdewam dike. Şer her diçe gûr dibe. Her roj esker tên kuştin. Rûsya û Rejîma Sûriyeyê bi hinceta Tirkiye li gorî peymana Soçî û Astana tev negeriya li dijî komên çekdar ên li Idlibê dest bi operasyona kiriye û didomîne. Heta niha Rejîma Sûriye gelek gund, bajarok û navçe bi dest xistin. Her ku şer didome rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de jî zêde dibe. Têkildarî geşedanên li Idlibê û di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de Hîndekara Zaningeha Hamburg Dr. Arzu Yılmaz ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.    Yilmaz, anî ziman ku li sehaya Sûriyeyê êdî sebra stratejik a Rûsya nemaye û wiha got: "Rûsya li ser berjewendiyên cuda hatin cem hev. Lê niha navbera Tirkiye û Rûsya her ku diçe vedibe. Li qada Idlibê her ku diçe Rejîma Sûriye dibe xwedî hêz û kontrolê dixe destê xwe. Li aliyê din Tirkiye rol û rista xwe winda dike. Li gel vê yekê israr dike ku hebûna xwe li Idlibê berdewam bike. Tirkiye ji destpêkê de şertên peymanê pêk neanîn. Daxuyaniyên Rûsya yên dawî nîşan dide ku tu nêta Rûsya tune ku bi rejîmê gavan paşve bide avêtin. Lê tu nêta Rûsya jî tune ku xwe li hemberî Tirkiyeyê sor bike. Li vir yê pozisyona Tirkiyeyê biguherîne NATO ye. Lê tu îhtîmala ku NATO piştgiriyê bide Tirkiyeyê jî xuya nake. Di vê pêvajoyê de nêzên diyarker DYA û Rûsya xuya dike. Li qada Rûsya heta niha bêtir li gorî diyarkirina Rûsya û DYA gav hatin avêtin. Rayedarên DYA jî aşkere dibêjin. Lê Rûsya jî divê fêm bike ku nikare li Sûriye serkeftinek mutlaq qezenç bike.      Yilmaz, anî ziman ku DYA ne bi temamî dixwaze li ser axa Sûriye bimîne û ne jî dixwaze axa Sûriye têkeve kontrola Rûsyayê û wiha got: "Di vê meseleyê de dixwaze hêza Îranê li Sûriye lawaz bike. Dixwaze ewlehiya Îsraîlê xurt bike. DYA li Rûsyayê ewlehiya Îsrailê diparêze. Dema mirov bi vî çavî dinere Tirkiye li Sûriyeyê muttefikê xwezayî yê DYA ye. DYA di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de heviya ku ji Tirkiye dikir nedît. Ji ber vê yekê bi Kurdan re muttefîk xurt kir. Ev bû sedema ku têkiliyên Tirkiye û DYA lawaz bibe. Nebaweriya Tirkiye û DYA didome. Mirov nikare li bendê be ku DYA û Tirkiye li ser axa Sûriyeyê bi hevsengî hevkariyek strateji pêş bixin."    Yilmaz, da zanîn ku li ser vê axê guhertina demografik bi lez pêş dikeve û wiha axivî: "Niha pêla koçberiyê li ber derî ye. Divê neyê ji bîrkirin ku Almanya li hemberî guhertina demografik û koçberiyê bêdeng e. Ji ber vê yekê razî ye ku alîkariya pereyan bide Tirkiyeyê.    Li aliyê din pêvajoya diyalogê bi lez dibe. Lê niha Rejîma Esad ne amade ye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl bike. Esad wekî herêmên din dixwaze li vê herêmê jî kontrolê ji nûve têxe destê xwe. Lê ev hinek zahmet e. Li vê herêmê kontrola eskerî ne di destê rejîma Esad de ye. Li vir zextên Rûsya yên li ser rejîma Sûriyeyê faktora diyarker e. Xuya dike ku heta Rusya û DYA li ser axa Sûriyeyê bin dê zextên xwe bimeşînin. Yek ji diyarkerê rewşa Sûriyeyê têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê ye.    Yilmaz, herî dawî diyar kirku li vir amûra "Qeyrana Mirovî" xelas bû û wiha bi dawî kir: "Di nava van amûran de tenê tiştek maye, Tirkiye bûye welatê ku alîkariyê dide komên cihatkar ên radîkal. Li vir Tirkiye malzemeyên xwe yên li Sûriye xelas kir."      MA / Ferhat Çelîk