NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber metirsiya vîrûsa koronayê li tevahiya Başûrê Kurdistanê dibistan û zanîngeh ketin betlaneyê û bazirganî û peywendiyên li gel Îranê hatin rawestandin.
Piştî li Kerkûkê 4 nexweşên vîrûsa korona hatin tespîtkirin, li bajêr dibistan û zanîngeh ketin betlaneyê. Herwiha wê li bajêr 14 rojan şahî û sersaxî qedexe bin.
Li gorî biryara ji aliyê Meclîsa Walîtiya Kerkûkê ve hatiye dayîn wê heta 24’ê adarê dibistin û zanîngeh di betlaneyê de bin. Wê ji sibe û pêve xwendekar neçin dibistanê.
Herwiha li bajarê Iraqê Necefê jî biryara girtina dibistan û zanîngehan hatibû girtin.
Her wiha li Hikumeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa korona tevahiya dibistan, peymangeh û zanîngehan bûn betlane. Herwiha wê bazirganiya bi Îranê re jî were rawestandin.