Li Başûr ji ber vîrûsa korona dibistan ketin betlaneyê 2020-02-25 16:09:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber metirsiya vîrûsa koronayê li tevahiya Başûrê Kurdistanê dibistan û zanîngeh ketin betlaneyê û bazirganî û peywendiyên li gel Îranê hatin rawestandin.    Piştî li Kerkûkê 4 nexweşên vîrûsa korona hatin tespîtkirin, li bajêr dibistan û zanîngeh ketin betlaneyê. Herwiha wê li bajêr 14 rojan şahî û sersaxî qedexe bin.   Li gorî biryara ji aliyê Meclîsa Walîtiya Kerkûkê ve hatiye dayîn wê heta 24’ê adarê dibistin û zanîngeh di betlaneyê de bin. Wê ji sibe û pêve xwendekar neçin dibistanê.   Herwiha li bajarê Iraqê Necefê jî biryara girtina dibistan û zanîngehan hatibû girtin.   Her wiha li Hikumeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa korona tevahiya dibistan, peymangeh û zanîngehan bûn betlane. Herwiha wê bazirganiya bi Îranê re jî were rawestandin.