ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî têkildarî rewşa warê dîrokî Xerabreşkê pirsname bi Kurmancî da Melisê û xwest ji aliyê Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Ersoy ve bê bersivandin.
Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surcu, têkildarî rewşa Warê Dîrokî Xerabreşkê bi minasebeta 21'ê Sibatê bi Kurmancî pirsname da meclîsê. Surucu, diyar kir ku li Rihayê Xerabreşk wekî navenda tewafgeha herî kevnar a cîhanê tê nasîn û ji aliyê UNESCO ve di rêzên Mîrateyên Cîhanê de cih girtî, xwedî dîroka 12 hezar sal in. Surucu wiha got: "Piştî barîna berfê rewşa derket holê bi awayekî pir vekirî xemsarî û kêmasiyên xwedî derneketinê, neparastinê raxist berçavan. Ji ber xemsariya peywirdaran bi barîna berfê re stûna D û B ketiyê û diyar e ku bi demê re dê, rê ji deformasyon û xirabûnê re veke. Dîroka rastîn a herêmê, ji bo gihandina siberojê cihê kû mirovahiyê destpêkirî parastina Xerabreşk di heman demê de di xebatên Turîzmê de jî dê pêşketinek bi nirx be."
Surucu ji bo wezîr bibersivîne ev pirs pirsîn.
* Biryara ji bo Xerabreşkê di Rojnameya Fermî de hatî weşandin, ji aliyê Wezareta we ve tè pêk anîn?
* Ger biryar pêk nayê Wezareta we yê dest bavêjê?
* Li gorî biryarê ger xebat çêdibin, derbarê mijarê de xebatên parastinê hûn dikarin ji me re ragihînin?
* Ji ber şert û mercên demsalê ji bo sekinandina pêvajoya deformasyonê bi lezgînî destwerdana we dê hebe gelo?