Surucu bi Kurmancî pirsname da: Wezaret biryara ji bo Xerabreşkê pêk tîne ya na? 2020-02-21 14:58:51 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî têkildarî rewşa warê dîrokî Xerabreşkê pirsname bi Kurmancî da Melisê û xwest ji aliyê Wezîrê Çand û Tûrîzmê  Mehmet  Ersoy  ve bê bersivandin.  Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surcu, têkildarî rewşa Warê Dîrokî Xerabreşkê bi minasebeta 21'ê Sibatê bi Kurmancî pirsname da meclîsê. Surucu, diyar kir ku li Rihayê Xerabreşk wekî navenda tewafgeha herî kevnar a cîhanê tê nasîn û ji aliyê UNESCO ve di rêzên Mîrateyên Cîhanê de cih girtî, xwedî dîroka 12 hezar sal in. Surucu wiha got: "Piştî barîna berfê rewşa derket holê bi awayekî  pir vekirî  xemsarî û kêmasiyên xwedî derneketinê, neparastinê raxist berçavan. Ji ber xemsariya peywirdaran bi barîna berfê re stûna D û B ketiyê û diyar e ku bi demê re dê, rê ji deformasyon û xirabûnê re veke. Dîroka rastîn a herêmê, ji bo gihandina siberojê cihê kû mirovahiyê destpêkirî  parastina Xerabreşk di heman demê de di xebatên Turîzmê de jî dê pêşketinek bi nirx be."    Surucu ji bo wezîr bibersivîne ev pirs pirsîn.    * Biryara ji bo Xerabreşkê di Rojnameya Fermî de  hatî weşandin, ji aliyê Wezareta we ve tè pêk anîn? * Ger biryar pêk nayê Wezareta we yê dest bavêjê?  * Li gorî  biryarê ger xebat çêdibin, derbarê mijarê de xebatên parastinê hûn dikarin  ji me re  ragihînin? * Ji ber şert û mercên  demsalê ji bo sekinandina pêvajoya deformasyonê bi  lezgînî destwerdana we dê hebe gelo?