Jinên kurd ên koçberî Enqerê bûne: Ligel qedexeyan jî me zimanê xwe ji bîra nekir

  • rojane
  • 12:51 21 Sibat 2020
  • |
img

 ENQERE – Jinên ku di salên berê de ji bajarên xwe hatine koçberkirin û li Enqereyê bicih bûne dan zanîn ku bi salan eli Enqereyê di nava malbata wan de bi kurdî diaxivin û gotin: “Heke aştî pêk bihata em ê bi zimanê xwe bêtir bi hêsanî biaxiviyan.” 

 
Li her gelek deverên cîhanê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ku bi armanca ziman winda nebin ji aliyê UNESCO ve hat ragihandin bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Gelê kurd jî girîngiyê dide vê rojê îsal jî wek her sal bi çalakiyên cuda vê rojê pêşwazî dike. 
 
Jinên kurd ku bi salane ji ser axa xwe ango ji bajarên Kurdistanê koçberî navçeyên cuda yên Enqereyê bûne, tevî hemû zordesî û polîtîkaya pişaftinê jî dest ji zimanê xwe bernedane. Ev jin ango dayikên kurd li gel bi salan e li Enqereyê dijîn jî bi zimanê xwe diaxivin û pêwendiyên xwe rojane bi zimanê xwe datînin û ji bo wan zimanê jiyanê yê rojane kurmancî ye. Jinên kurd ên li Enqereyê ji ajansa me re axivîn û di warê ziman de balê kişandin ser zihmetiyên ku heta îro kişandine. 
 
Nebahat Akbay a ku 10 sal berê bi malata xwe re ji Agiriyê koçberî navçeya Keçîorenê ya Enqereyê bûye wiha got: “Me li Agiriyê ji xeynî saziyên fermî li her deverê bi kurmancî xeber dida. Piştî ku em hatin Enqerê jî me dest ji axaftina bi zimanê xwe berneda û em diaxivin. Ji bo zarokên min zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin ez ji wan re timî dibêjim kurmancî biaxivin. Kurê min ê 14 salî pir baş bi kurmancî dizane. Yên din, di axaftinê de hinek zihmetî bikişînin jî lê baş fêm dikin."
 
'ZAROK ZIMANÊ XWE NIZANIBIN WÊ ÇAWA BI DAPÎR Û BAPÎRÊN XWE RE BIAXIVIN’ 
 
Akbay û malbata xwe piştê ku hatine Enqerê her çiqas di malê de zimanê xwe axivîbin jî lê li derve gelek zihmetî kişandine û di vî derbarî de wiha dibêje: “Zarokên min zimanê xwe nizanibin wê çawa bi bapîr û dapîra xwe re biaxivin? Ji ber vê yekê ji bo ku zimanê zikmakî ji bîr nekin, çi jî destê min hat min kir."  
 
‘LI ENQERÊ ZÊDE DERFET NÎN IN’ 
 
Akbay diyar kir ku li Enqerê ji bo pêşvebirina zimanê kurdî zêde cihek nîne û got: "Dewlet kursê zimanê kurdî veke jî ez baweriya xwe pê naynim û ez zarokên xwe naşînim. Lê ku kursên alternatîf hebin ji bo ziman baştir hîn bibin ez dê bişînim. Lazim e tu kes zimanê dayîkê ji bîr neke,  hemû kes li zimanê xwe xwedî derkeve."
 
'ZIMANÊ ME ÇANDA ME YE’ 
 
Saliha Kaya ku 29 sal berê ji bajarê Mêrdînê neçar maye koçberî navçeya Altindaga Enqereyê bike jî dibêje ku wan qet dest ji zimanê xwe bernedaye. Kaya anî ziman ku ew dixwazin hemû kes bi azadî li her derê bi zimanê dayîkê biaxive û xwedî lê derkeve û wiha got: “Hewceye zarokên me zimanê dayîkê hîn bibin. Bila biçin kursên Kurdî,  qanalên Kurdî temaşe bikin û hewceye rojname, kovar û pirtukên Kurdî jî zêde bin. Ji ber ku zimanê dayikê çand e. Her çiqas fêrbûna zimanê tirkî li me hat ferzkirin jî û ez hîn bûm jî lê min dest ji zimanê xwe yê zikmakî berneda.” 
 
'HEKE EM DEST JI ZIMANÊ XWE BERDIN EM Ê NEMÎNIN’ 
 
Jina bi navê Selma Sancar jî ku 11 sal berê ji Amedê koçberî Enqerê bûye jî wiha got “Me tu carî dev ji zimanê xwe bernedaye. Heke zimanê te tune be tu jî tune yî. Bila hemû kes bi kurdî bi zarokên xwe re biaxive. Ji bo em bi zimanê xwe fêr bibin em li Enqerê zêde derfetan nabînin. Materyalê ji bo fêrbûna kurdî em ji welat dixwazin. Ji bo pêşvebirina kurdî divê kursê kurdî zêde bibin. Bila zarok li dibistanan bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û bila kurd dikaribin li nexweşxaneyan bi zimanê xwe nexweşînên xwe bînin ziman. Ji bo nexweşxaneyan ziman meseleya sereke ye. Li Enqerê dema em ji cihekî diçin cihekî din û em di otobusê de bi kurdî daixivin, her kes bi çavekî din li me dinêre. Çi dibe bila bibe em ê dev ji zimanê xwe bernedin.” 
 
'QEDEXEKIRINA ZIMAN ZIRDESTÎ YE’ 
 
Jina bi navê Remziye Guçlu ku ev 20 sal in ji Semsûrê hatiye li Enqereyê dijî jî wiha got: “Her çiqas em hatin Enqereyê jî lê me tu carî dev ji zimanê xwe bernedaye. Di warê ziman de me gelek zehemtî kişand. Dema em hatin vir û dizanibûn em kurd in û em bi kurmancî diaxivin kesî mal nedida me. Em şeş mehan li malekî geriyan. Cîranên me bi çavê dijminahiyê li me dinêhirî. Dema ez bi zimanê xwe neaxivim mîna ez di zîndanê de bim. Qedexekirina ziman zordestî ye. Ji îro pede jî em dev ji zimanê xwe bernadin. Ji bo pêşvebirina ziman barê giran li ser pişta jinan e. Zarok dema hînî ziman bibe hînî çandê xwe jî dibin. Bila tu kes zimanê xwe ji bîr neke."
 
‘TEVÎ QEDEXEYAN JÎ ME ZIMANÊ XWE JI BÎRA NEKIR’ 
 
Dayîka bi navê Hanim Varli jî ku 43 sal e bi darê zorê ji ji bajarê xwe ewilî mişextî Trabzonê û pişt re jî mişextî Enqerê bûye jî wiha got: “Dema em mişextî bûn hema bêje kurdî qedexe bû. Ev kêmasî kêmasiya dewletê ye. Li vê dewletê îngilîzî, elmanî,  fransizî tên bi kurdî diaxivin lê zimanê ku bi milyonan kurd pê daixive hatiye qedexekirin. Li dibistana perwerdeya bi zimanê kurdî hebûya wê zarokên me hemû fêrî kurdî bibûna. Zimanê me qedexekirîbû lê me zimanê xwe ji bîr nekir. Îro em zimanê xwe ji bîr bikin, tê wateya em xwe ji bîr bikin. Serê her tiştî ziman e.” 
 
MA / Zemo Aggoz – Emrullah Acar 
 
 

Sernavên din

21/02/2020
23:56 Bi hastaga #herrojkurdî bi hezaran twîtên kurdî
19:51 ‘Zimanê me hebûna me ye’
19:35 'Hem êrîşî zimanê kurdan hem jî êrîşî dîroka wan dikin'
16:57 Li Riha panela zimanê zikmakî: Ziman tune bibe wê ew netew jî tune bibe
15:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:52 Baroya Amedê li kujerên Elçî pirsî û qedexeya li ser ziman şermezar kir
15:52 Li Îranê ji vîrûsa koronayê 2 kes mirin
15:42 9 HDP'iyên girtî hatin berdan
15:35 Ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî hatin dayîn: Zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e
15:23 Çawîşê pispor ê întîhar kir bêdeng û bê kes defin kirin
15:18 Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê di roja ziman de zimanên cuda qebûl nekir
15:05 Taşçier: Ez dixwazim ji bo Perwerdehiya Kurdî lêkolîna meclîsê bê vekirin
14:58 Surucu bi Kurmancî pirsname da: Wezaret biryara ji bo Xerabreşkê pêk tîne ya na?
14:42 Kubîlay: Dê xeta polîtîka û rêxistina HDP'ê ya nû çalakî û têkoşîn be
14:41 Malbata Olçen ji bo kurê xwe mewlîd da
13:35 Meclîsê bi hênceta ku tirkî nîne pêşniyazpirsa kirmanckî red kir
13:23 Kavala: Hevîya beraetê ji aliyê Serokomariyê ve hat astengkirin
13:18 Hunermendan ji bo Kovara Zrîngê banga abonetiyê kirin
13:04 Gunay: Heta nika çend mamostayê Kurdkî ameyî tayînkerdiş?
13:00 Li Mêrdînê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
12:51 Jinên kurd ên koçberî Enqerê bûne: Ligel qedexeyan jî me zimanê xwe ji bîra nekir
12:15 Nivîskarê Kurd Varli: Ziman winda bibe dê gel jî winda bibe
11:51 KCD: Em li her qada jiyanê bi kurdî baixivin
10:40 KNK: Yên ziman winda bikin dê her tiştî winda bikin
10:29 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê girtiyan xistin hucreya yek kesî
10:04 PEN a Kurd: Zimanê kurdî yê 50 milyon kurdan e
09:36 'Divê kurd malên xwe bikin dibistanên kurdî'
09:15 Di binçavan de gef lê xwarin, gotin 'em ê diya te jî bigirin'
09:15 Dozger der barê polîsê bi wesayîta zirxî Can kuşt de îdianame amade kir
09:14 'Beraatê naxwazim, bimire faşîzm'
09:14 GÎŞ-DER: Em ê pirsgirêkên karkeran hel bikin
09:04 'A ku netewekî li ser piya dihêle û hêzê dide gel ziman e'
09:03 Di 20 rojî de 400 berfok firotine
09:03 Girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 Di qeydan de gumanbar diyar e, lê di biryarê de 'meçhûl' e
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2020'AN
20/02/2020
17:12 Jinan li Amedê ji bo zimanê zikmakî daxuyanî dan
16:54 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:53 Li Qelqelî û Serayê çalakiyên 8'ê Adarê hatin birêvebirin
16:44 Platforma Yekîtîya Jinên Kurd: Mafê kurdan e ku zimanê wan bibe zimanê fermî
16:37 Rojnameger Boltan û 6 kesên din hatin berdan
16:21 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn serdana şîna Olçen
15:57 Hat xwestin tabeleya Heskîfê jî bê daxistin
15:53 Ji Rêxistina Efoya Navneteweyî rapora Rojava: 180 sîvîl hatin qetilkirin
15:36 Ji bo Kongreya HDP'ê piştevaniya enternasyonalist
14:52 Ji bo kurdî daxwaza statûyê kirin
14:45 Xebatkarên tenduristiyê yên Zanîngeha Dîcleyê dest ji kar berdan
14:34 Di doza Nisêbînê de bal kişandin ser tecridê
14:33 Berteka li dijî Qeyûm Yaman: Mînaka berbiçav a rejîma yekzilamî
14:29 TJA: Her malekê em bikin dibistanek zimanê kurdî
14:19 Banga beşdariya kongreya HDP’ê li xelkê kirin
13:57 Hevjîna polîs ê parazvanê Qeyûm kirin midûr
13:40 Li Elmanya êrişa çekdarî: Piraniya miriyan kurd in
13:39 Qeyûm hemû midûriyetên qeymeqamiyê dikişîne avahiya Şaredaiyê
13:01 Hejmara 10'emîn a Psychology Kurdî derket
12:55 Danişîna doza Medeni Yildirim hat dîtin
TUBİTAK'ê ragihand ku nikare rapor amade bike
12:34 Cenazeyê Dîdem a winda hat dîtin
12:02 Xelîl: Idlib û gundên Helebê ji aliyê siyasî ve hatibûn firotin
12:01 'Boltan ji ber beşdarî merasima Musa Anter bû hat binçavkirin'
12:00 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Tiştên li Idlibê dibin şanoyeke encamên wê diyar in!
11:50 Alinak: Ez ji wan rebenên di bin parastina polîsan de bextwartir û azadtir im
11:32 Karkerek din jî întîhar kir!
11:15 ‘Ne aşûtê xemsariyê wan kuşt’
10:32 Xwedêda Çûkê: Gelê Şengalê dê ji bo Xalid Şemo li ser piyan bin
10:23 Pitika Afganî, ciwanê Pakîstanî, welatiyê Sûriyê, Îranî…
10:20 Kevîrê Pîvangê yê Kurdî: Enstîtuya Kurdî
10:20 Rêxistinên ciwanan: Sedema întîharan îqtîdar e
09:05 'Kurê min bêsûc e, bila nemire'
09:04 'Mirov ji hêjarî û neçariyê întihar dikin'
09:03 ‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2020'AN
07:51 Osman Kavala cardin hat girtin
19/02/2020
19:12 Girtiya nexweş Terfa Akçin hat berdan
17:02 'Çavkaniya pirsgirêkan ne xebatkarên tenduristiyê ne polîtîka ne'
15:09 Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Adnan Orhan hat binçavkirin
15:08 AYM’ê biryar da ku 37 leşker ji nûve werin lêpirsînkirin
14:48 Platforma Jinan a Enqerê: Divê Hasan Bîlgîlî bê girtin
14:36 Got ‘nikarim deynê bankayan bidim’ û întîhar kir
14:10 Peskov bersiva Erdogan da: Ji bo Îdlîbê senaryoya herî xerab be
13:28 Dozger dîsa xwest Serokê Odeya Tabîban ê Şirnexê Kunî bê cezakirin
12:58 Ji ber qeyrana aborî di 12 rojan de 9 kesan xwe kuşt
12:38 Di 21'ê Sibatê de dê gelek çalakiyên ziman bên birêvebirin
12:31 Mamosteyê matematîkê întîxar kir
12:19 Raporên ji bo doza Medenî Yildirim dîsa nehatin amadekirin
11:56 Li Îzmîrê di 4 rojan de 2 kesan întîxar kir
11:44 Derûnnas Turkmen: Sedemê întîharan xerabûna pergalê ye
10:49 Doza Buyukada dest pê kir
10:46 Li Enqereyê zilamekî jinek qetil kir
10:21 'Medya bûye amûra bîrdozî'
09:09 'Bila fîrmayên sicûqan bên kontrolkirin'
09:09 Waliyê Mêrdînê heqaret li tîma hentbolê kiriye, dîrektor û hevjîna wî desteser kiriye
09:08 Ji HEP'ê heta HDP'ê israra ji bo siyaseta demokratîk û îtifaqê
09:08 'Kî dixwaze zarok bi tecawizkarê xwe re bizewice?'
09:07 Mihail Vasiliadis: Ziman heye civak tune ye
09:06 ‘Kurdî li dijî bişavtinê li ber xwe dide'
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2020'AN
08:18 Polîsan Rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
18/02/2020
22:09 Cenazeyê Olçen 108 roj şûn de spartin axê
21:47 Der barê Osman Kavala de biryara binçavkirinê