Jinên kurd ên koçberî Enqerê bûne: Ligel qedexeyan jî me zimanê xwe ji bîra nekir 2020-02-21 12:51:25  ENQERE – Jinên ku di salên berê de ji bajarên xwe hatine koçberkirin û li Enqereyê bicih bûne dan zanîn ku bi salan eli Enqereyê di nava malbata wan de bi kurdî diaxivin û gotin: “Heke aştî pêk bihata em ê bi zimanê xwe bêtir bi hêsanî biaxiviyan.”    Li her gelek deverên cîhanê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ku bi armanca ziman winda nebin ji aliyê UNESCO ve hat ragihandin bi çalakiyên cuda tê pîrozkirin. Gelê kurd jî girîngiyê dide vê rojê îsal jî wek her sal bi çalakiyên cuda vê rojê pêşwazî dike.    Jinên kurd ku bi salane ji ser axa xwe ango ji bajarên Kurdistanê koçberî navçeyên cuda yên Enqereyê bûne, tevî hemû zordesî û polîtîkaya pişaftinê jî dest ji zimanê xwe bernedane. Ev jin ango dayikên kurd li gel bi salan e li Enqereyê dijîn jî bi zimanê xwe diaxivin û pêwendiyên xwe rojane bi zimanê xwe datînin û ji bo wan zimanê jiyanê yê rojane kurmancî ye. Jinên kurd ên li Enqereyê ji ajansa me re axivîn û di warê ziman de balê kişandin ser zihmetiyên ku heta îro kişandine.    Nebahat Akbay a ku 10 sal berê bi malata xwe re ji Agiriyê koçberî navçeya Keçîorenê ya Enqereyê bûye wiha got: “Me li Agiriyê ji xeynî saziyên fermî li her deverê bi kurmancî xeber dida. Piştî ku em hatin Enqerê jî me dest ji axaftina bi zimanê xwe berneda û em diaxivin. Ji bo zarokên min zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin ez ji wan re timî dibêjim kurmancî biaxivin. Kurê min ê 14 salî pir baş bi kurmancî dizane. Yên din, di axaftinê de hinek zihmetî bikişînin jî lê baş fêm dikin."   'ZAROK ZIMANÊ XWE NIZANIBIN WÊ ÇAWA BI DAPÎR Û BAPÎRÊN XWE RE BIAXIVIN’    Akbay û malbata xwe piştê ku hatine Enqerê her çiqas di malê de zimanê xwe axivîbin jî lê li derve gelek zihmetî kişandine û di vî derbarî de wiha dibêje: “Zarokên min zimanê xwe nizanibin wê çawa bi bapîr û dapîra xwe re biaxivin? Ji ber vê yekê ji bo ku zimanê zikmakî ji bîr nekin, çi jî destê min hat min kir."     ‘LI ENQERÊ ZÊDE DERFET NÎN IN’    Akbay diyar kir ku li Enqerê ji bo pêşvebirina zimanê kurdî zêde cihek nîne û got: "Dewlet kursê zimanê kurdî veke jî ez baweriya xwe pê naynim û ez zarokên xwe naşînim. Lê ku kursên alternatîf hebin ji bo ziman baştir hîn bibin ez dê bişînim. Lazim e tu kes zimanê dayîkê ji bîr neke,  hemû kes li zimanê xwe xwedî derkeve."   'ZIMANÊ ME ÇANDA ME YE’    Saliha Kaya ku 29 sal berê ji bajarê Mêrdînê neçar maye koçberî navçeya Altindaga Enqereyê bike jî dibêje ku wan qet dest ji zimanê xwe bernedaye. Kaya anî ziman ku ew dixwazin hemû kes bi azadî li her derê bi zimanê dayîkê biaxive û xwedî lê derkeve û wiha got: “Hewceye zarokên me zimanê dayîkê hîn bibin. Bila biçin kursên Kurdî,  qanalên Kurdî temaşe bikin û hewceye rojname, kovar û pirtukên Kurdî jî zêde bin. Ji ber ku zimanê dayikê çand e. Her çiqas fêrbûna zimanê tirkî li me hat ferzkirin jî û ez hîn bûm jî lê min dest ji zimanê xwe yê zikmakî berneda.”    'HEKE EM DEST JI ZIMANÊ XWE BERDIN EM Ê NEMÎNIN’    Jina bi navê Selma Sancar jî ku 11 sal berê ji Amedê koçberî Enqerê bûye jî wiha got “Me tu carî dev ji zimanê xwe bernedaye. Heke zimanê te tune be tu jî tune yî. Bila hemû kes bi kurdî bi zarokên xwe re biaxive. Ji bo em bi zimanê xwe fêr bibin em li Enqerê zêde derfetan nabînin. Materyalê ji bo fêrbûna kurdî em ji welat dixwazin. Ji bo pêşvebirina kurdî divê kursê kurdî zêde bibin. Bila zarok li dibistanan bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û bila kurd dikaribin li nexweşxaneyan bi zimanê xwe nexweşînên xwe bînin ziman. Ji bo nexweşxaneyan ziman meseleya sereke ye. Li Enqerê dema em ji cihekî diçin cihekî din û em di otobusê de bi kurdî daixivin, her kes bi çavekî din li me dinêre. Çi dibe bila bibe em ê dev ji zimanê xwe bernedin.”    'QEDEXEKIRINA ZIMAN ZIRDESTÎ YE’    Jina bi navê Remziye Guçlu ku ev 20 sal in ji Semsûrê hatiye li Enqereyê dijî jî wiha got: “Her çiqas em hatin Enqereyê jî lê me tu carî dev ji zimanê xwe bernedaye. Di warê ziman de me gelek zehemtî kişand. Dema em hatin vir û dizanibûn em kurd in û em bi kurmancî diaxivin kesî mal nedida me. Em şeş mehan li malekî geriyan. Cîranên me bi çavê dijminahiyê li me dinêhirî. Dema ez bi zimanê xwe neaxivim mîna ez di zîndanê de bim. Qedexekirina ziman zordestî ye. Ji îro pede jî em dev ji zimanê xwe bernadin. Ji bo pêşvebirina ziman barê giran li ser pişta jinan e. Zarok dema hînî ziman bibe hînî çandê xwe jî dibin. Bila tu kes zimanê xwe ji bîr neke."   ‘TEVÎ QEDEXEYAN JÎ ME ZIMANÊ XWE JI BÎRA NEKIR’    Dayîka bi navê Hanim Varli jî ku 43 sal e bi darê zorê ji ji bajarê xwe ewilî mişextî Trabzonê û pişt re jî mişextî Enqerê bûye jî wiha got: “Dema em mişextî bûn hema bêje kurdî qedexe bû. Ev kêmasî kêmasiya dewletê ye. Li vê dewletê îngilîzî, elmanî,  fransizî tên bi kurdî diaxivin lê zimanê ku bi milyonan kurd pê daixive hatiye qedexekirin. Li dibistana perwerdeya bi zimanê kurdî hebûya wê zarokên me hemû fêrî kurdî bibûna. Zimanê me qedexekirîbû lê me zimanê xwe ji bîr nekir. Îro em zimanê xwe ji bîr bikin, tê wateya em xwe ji bîr bikin. Serê her tiştî ziman e.”    MA / Zemo Aggoz – Emrullah Acar