Tiştên li Idlibê dibin şanoyeke encamên wê diyar in!

  • rojane
  • 11:51 20 Sibat 2020
  • |
img

IDLIB -Ji fermandarên Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sûltan ê ji Idlibê, ji bo tiştêk ku li Idlibê pêk tên, pênaseya şanoyê kir û ev tişt got: "Ev şano, wê heta girtina rejîm û Rûsyayê ya Rêya Bejahî ya M4'ê berdewam bike."

Li Idlibê her ku diçe şer dijwartir dibe. Rejîma Sûriyeyê Rêya Bejahî ya M5'ê ku ji Helebê diçe Şamê girtine û li herêmê operasyonên paqişkirinê didomînin. Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ/El Nusra) ku Tirkiye piştgirî didê jî ji bo ku hin cihên din winda neke li dijî êrîşên rejîmê derdikeve. Şer û pevçûnên li Idlibê Tirkiye û Rûsyayê anî hemberî hev û her du alî jî hev dû sûcdar dikin. Li gel hevdîtinên di navbera wan de jî Tirkiye û Rûsyayê li hev nekirin. 
 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, duh di komcivîna partiya xwe de got ku li hemana ne operasyona leşkerî li dijî Idlibê bidine destpêkirin. Rêveberiya Rûsyayê jî bi van gotinan bersiva Erdogan da: "Heke li dijî hikûmeta meşrû ya Sûriyeyê qala operasyoneke leşkerî bê kirin, dê ev bibe senaryoyeke herî xerab." Pentagonê jî têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "Em dibînin ku Rûsya û Tirkiyeyê li vê qadê nêzî şer û pevçûneke berfireh in. Em hêvî dikin ku rêyeke çareseriyê bibînin. "
 
Şerê Idlibê dema deman werdigere êrîşên li hemberî hev ên di navbera rejîm û Hêzên Leşkerî yên Tirk (TSK). Di hedefa rejîmê de Rêya Bejahî ya M4 û bejahiya Lazkiyeyê heye. Cigîrê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sûltan, geşedanên li Idlibê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Sûltan, diyar kir ku bi ketina Tirkiyeyê ya herêmê re rewş guheriye û wiha got: "Rejîmê bi alikariya Rûsyayê Rêya Bejahî ya M5'ê bi temamî kir bin kontrola xwe. Şerê li herêmê şanoyek e. Wê ev şano heta rejîm Rêya Bejahî ya M4'ê bike bin kontrola xwe berdewam bike. Wê peşveçûna rejîmê ber bi bakur ve be. Wê berê xwe bide Çiyayê Zaviyeyê (Cebel Zaviye). Li vir rêya ku Lazkiye û Serakîbê digihîne hev heye. Heta girtina vir dê ev rewş berdewam bike. Bi vê rêyê dê rejîm û Rûsyay rêyên M5 û M4 bikin bin kontrola xwe. Tu demê di navbera rejîm û komên ku navê muxalefetê li wan hatiye kirin de  lihevkirine çênebûye. Tiştên hatin kirin biryarên dewletên ku piştgiriya komên çete kirinbûn. Ev dewlet û hêz xwestin ku ev kom xwe paşve vekişînin. Li ser vê yekê li hin deverên Helebê vekişandin çêbû."
 
SOÇÎ DIŞIBE BAŞÎQAYÊ 
 
Sûltan, detnîşan kir ku li herêmê hêzên girêdayî Îranê jî hene û ev tişt got: "Hêzên girêdayî Îranê li bi taybetî li aliyê rojavayê Helebê ne. Di nav tiştên demên dawîn pêk hatin de cih negirtin. Ew piştî cih tên girtin diçin herêman. Pozîsyona wan a niha wiha ye. Jixwe şerekî zêde jî neqewimî. Rewşa radestkirina hin deveran heye. Ev jî bi hevkariya Tirkiye û Rûsyayê pêk hat. Herêmên ji M5 û M4'an wê de jî dê di bin kontrola Tirkiyeyê de bimînin." Sûltan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Soçiyê û wiha pê de çû: "Ev peyman dişibe peymana Tirkiyeyê ya ku li Başîqayê kir. Li gorî vê peymanê divê ku Tirkiye li Idlib û hin deverên wê bimîne. Li herêmên ji M5 û M4'an wê de dibe ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hevkarî bê kirin. Li hin deveran jî dê Tirkiyeyê bi tenê bimîne. Eleqeya gelên Idlibê ya ji bo Tirkiyeyê kêm bû. Lê ev tam rastiyê nîşan nade. Lewre niha gelek kesên ku li Idlibê mane bi îstixabarata Tirkiyeyê re dixebitin. Ji ber vê rewşê di navbera Tirkiyeyê de jî dabeşî heye. Niha du beş hene. Beşekî piştgiriya geşedanên li Idlibê dike û beşekî jî li dij dertê."
 
EM TUNENE'
 
 
Fermandar Sûltan, bi lêv kir ku ne Artêşa Şoreşgeran û ne jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nav geşedanên li Idlibê de cih nagirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tiştên ku di demên dawîn de tên axaftin ji rastiyê dûr in. Kes nikare bibêje ku me di talankirin û tunekirina cihekî de rol girtiye. Tirkiye di serî de li Idlibê li gelek deverên Sûriyeyê siyaseteke dualî dimeşîne. Li aliyekî bi Rûsyayê re li aliyekî jî bi Amerîkayê re gavan davêje. Di demên pêş de wê alî ji hev biqetin. Ev jî qrîzên nû bi xwe re bîne. Bi pekhatina vê rewşê re ji bo Tirkiyeyê dê pêvajoyeke xerab dest pê bike. Dibe ku rejîm ji hin deverên ku girtiye xwe vekişîne. Polisên rûs û hin hêzên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bên avakirin li vir bimînin. Lê wê saziyên girêdayî hikûmetê li van deveran careke din vebibin. Alên rejîmê li van deran bilind bibin. Wê hewl bê dayîn ku şertên vegerandina gel a malên xwe bên pêkanîn. Bi vî awayî dê li herêmê tu hêzeke çekdar nemîne. Tenê hêzeke polis ku ewlehiya herêmê bigire bimîne." 
 
MA / Nazim Daştan
 
 

Sernavên din

21/02/2020
23:56 Bi hastaga #herrojkurdî bi hezaran twîtên kurdî
19:51 ‘Zimanê me hebûna me ye’
19:35 'Hem êrîşî zimanê kurdan hem jî êrîşî dîroka wan dikin'
16:57 Li Riha panela zimanê zikmakî: Ziman tune bibe wê ew netew jî tune bibe
15:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:52 Baroya Amedê li kujerên Elçî pirsî û qedexeya li ser ziman şermezar kir
15:52 Li Îranê ji vîrûsa koronayê 2 kes mirin
15:42 9 HDP'iyên girtî hatin berdan
15:35 Ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî hatin dayîn: Zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e
15:23 Çawîşê pispor ê întîhar kir bêdeng û bê kes defin kirin
15:18 Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê di roja ziman de zimanên cuda qebûl nekir
15:05 Taşçier: Ez dixwazim ji bo Perwerdehiya Kurdî lêkolîna meclîsê bê vekirin
14:58 Surucu bi Kurmancî pirsname da: Wezaret biryara ji bo Xerabreşkê pêk tîne ya na?
14:42 Kubîlay: Dê xeta polîtîka û rêxistina HDP'ê ya nû çalakî û têkoşîn be
14:41 Malbata Olçen ji bo kurê xwe mewlîd da
13:35 Meclîsê bi hênceta ku tirkî nîne pêşniyazpirsa kirmanckî red kir
13:23 Kavala: Hevîya beraetê ji aliyê Serokomariyê ve hat astengkirin
13:18 Hunermendan ji bo Kovara Zrîngê banga abonetiyê kirin
13:04 Gunay: Heta nika çend mamostayê Kurdkî ameyî tayînkerdiş?
13:00 Li Mêrdînê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
12:51 Jinên kurd ên koçberî Enqerê bûne: Ligel qedexeyan jî me zimanê xwe ji bîra nekir
12:15 Nivîskarê Kurd Varli: Ziman winda bibe dê gel jî winda bibe
11:51 KCD: Em li her qada jiyanê bi kurdî baixivin
10:40 KNK: Yên ziman winda bikin dê her tiştî winda bikin
10:29 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê girtiyan xistin hucreya yek kesî
10:04 PEN a Kurd: Zimanê kurdî yê 50 milyon kurdan e
09:36 'Divê kurd malên xwe bikin dibistanên kurdî'
09:15 Di binçavan de gef lê xwarin, gotin 'em ê diya te jî bigirin'
09:15 Dozger der barê polîsê bi wesayîta zirxî Can kuşt de îdianame amade kir
09:14 'Beraatê naxwazim, bimire faşîzm'
09:14 GÎŞ-DER: Em ê pirsgirêkên karkeran hel bikin
09:04 'A ku netewekî li ser piya dihêle û hêzê dide gel ziman e'
09:03 Di 20 rojî de 400 berfok firotine
09:03 Girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 Di qeydan de gumanbar diyar e, lê di biryarê de 'meçhûl' e
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2020'AN
20/02/2020
17:12 Jinan li Amedê ji bo zimanê zikmakî daxuyanî dan
16:54 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:53 Li Qelqelî û Serayê çalakiyên 8'ê Adarê hatin birêvebirin
16:44 Platforma Yekîtîya Jinên Kurd: Mafê kurdan e ku zimanê wan bibe zimanê fermî
16:37 Rojnameger Boltan û 6 kesên din hatin berdan
16:21 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn serdana şîna Olçen
15:57 Hat xwestin tabeleya Heskîfê jî bê daxistin
15:53 Ji Rêxistina Efoya Navneteweyî rapora Rojava: 180 sîvîl hatin qetilkirin
15:36 Ji bo Kongreya HDP'ê piştevaniya enternasyonalist
14:52 Ji bo kurdî daxwaza statûyê kirin
14:45 Xebatkarên tenduristiyê yên Zanîngeha Dîcleyê dest ji kar berdan
14:34 Di doza Nisêbînê de bal kişandin ser tecridê
14:33 Berteka li dijî Qeyûm Yaman: Mînaka berbiçav a rejîma yekzilamî
14:29 TJA: Her malekê em bikin dibistanek zimanê kurdî
14:19 Banga beşdariya kongreya HDP’ê li xelkê kirin
13:57 Hevjîna polîs ê parazvanê Qeyûm kirin midûr
13:40 Li Elmanya êrişa çekdarî: Piraniya miriyan kurd in
13:39 Qeyûm hemû midûriyetên qeymeqamiyê dikişîne avahiya Şaredaiyê
13:01 Hejmara 10'emîn a Psychology Kurdî derket
12:55 Danişîna doza Medeni Yildirim hat dîtin
TUBİTAK'ê ragihand ku nikare rapor amade bike
12:34 Cenazeyê Dîdem a winda hat dîtin
12:02 Xelîl: Idlib û gundên Helebê ji aliyê siyasî ve hatibûn firotin
12:01 'Boltan ji ber beşdarî merasima Musa Anter bû hat binçavkirin'
12:00 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Tiştên li Idlibê dibin şanoyeke encamên wê diyar in!
11:50 Alinak: Ez ji wan rebenên di bin parastina polîsan de bextwartir û azadtir im
11:32 Karkerek din jî întîhar kir!
11:15 ‘Ne aşûtê xemsariyê wan kuşt’
10:32 Xwedêda Çûkê: Gelê Şengalê dê ji bo Xalid Şemo li ser piyan bin
10:23 Pitika Afganî, ciwanê Pakîstanî, welatiyê Sûriyê, Îranî…
10:20 Kevîrê Pîvangê yê Kurdî: Enstîtuya Kurdî
10:20 Rêxistinên ciwanan: Sedema întîharan îqtîdar e
09:05 'Kurê min bêsûc e, bila nemire'
09:04 'Mirov ji hêjarî û neçariyê întihar dikin'
09:03 ‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2020'AN
07:51 Osman Kavala cardin hat girtin
19/02/2020
19:12 Girtiya nexweş Terfa Akçin hat berdan
17:02 'Çavkaniya pirsgirêkan ne xebatkarên tenduristiyê ne polîtîka ne'
15:09 Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Adnan Orhan hat binçavkirin
15:08 AYM’ê biryar da ku 37 leşker ji nûve werin lêpirsînkirin
14:48 Platforma Jinan a Enqerê: Divê Hasan Bîlgîlî bê girtin
14:36 Got ‘nikarim deynê bankayan bidim’ û întîhar kir
14:10 Peskov bersiva Erdogan da: Ji bo Îdlîbê senaryoya herî xerab be
13:28 Dozger dîsa xwest Serokê Odeya Tabîban ê Şirnexê Kunî bê cezakirin
12:58 Ji ber qeyrana aborî di 12 rojan de 9 kesan xwe kuşt
12:38 Di 21'ê Sibatê de dê gelek çalakiyên ziman bên birêvebirin
12:31 Mamosteyê matematîkê întîxar kir
12:19 Raporên ji bo doza Medenî Yildirim dîsa nehatin amadekirin
11:56 Li Îzmîrê di 4 rojan de 2 kesan întîxar kir
11:44 Derûnnas Turkmen: Sedemê întîharan xerabûna pergalê ye
10:49 Doza Buyukada dest pê kir
10:46 Li Enqereyê zilamekî jinek qetil kir
10:21 'Medya bûye amûra bîrdozî'
09:09 'Bila fîrmayên sicûqan bên kontrolkirin'
09:09 Waliyê Mêrdînê heqaret li tîma hentbolê kiriye, dîrektor û hevjîna wî desteser kiriye
09:08 Ji HEP'ê heta HDP'ê israra ji bo siyaseta demokratîk û îtifaqê
09:08 'Kî dixwaze zarok bi tecawizkarê xwe re bizewice?'
09:07 Mihail Vasiliadis: Ziman heye civak tune ye
09:06 ‘Kurdî li dijî bişavtinê li ber xwe dide'
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2020'AN
08:18 Polîsan Rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
18/02/2020
22:09 Cenazeyê Olçen 108 roj şûn de spartin axê
21:47 Der barê Osman Kavala de biryara binçavkirinê