Tiştên li Idlibê dibin şanoyeke encamên wê diyar in! 2020-02-20 11:51:09 IDLIB -Ji fermandarên Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sûltan ê ji Idlibê, ji bo tiştêk ku li Idlibê pêk tên, pênaseya şanoyê kir û ev tişt got: "Ev şano, wê heta girtina rejîm û Rûsyayê ya Rêya Bejahî ya M4'ê berdewam bike." Li Idlibê her ku diçe şer dijwartir dibe. Rejîma Sûriyeyê Rêya Bejahî ya M5'ê ku ji Helebê diçe Şamê girtine û li herêmê operasyonên paqişkirinê didomînin. Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ/El Nusra) ku Tirkiye piştgirî didê jî ji bo ku hin cihên din winda neke li dijî êrîşên rejîmê derdikeve. Şer û pevçûnên li Idlibê Tirkiye û Rûsyayê anî hemberî hev û her du alî jî hev dû sûcdar dikin. Li gel hevdîtinên di navbera wan de jî Tirkiye û Rûsyayê li hev nekirin.    Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, duh di komcivîna partiya xwe de got ku li hemana ne operasyona leşkerî li dijî Idlibê bidine destpêkirin. Rêveberiya Rûsyayê jî bi van gotinan bersiva Erdogan da: "Heke li dijî hikûmeta meşrû ya Sûriyeyê qala operasyoneke leşkerî bê kirin, dê ev bibe senaryoyeke herî xerab." Pentagonê jî têkildarî mijarê ev daxuyanî da: "Em dibînin ku Rûsya û Tirkiyeyê li vê qadê nêzî şer û pevçûneke berfireh in. Em hêvî dikin ku rêyeke çareseriyê bibînin. "   Şerê Idlibê dema deman werdigere êrîşên li hemberî hev ên di navbera rejîm û Hêzên Leşkerî yên Tirk (TSK). Di hedefa rejîmê de Rêya Bejahî ya M4 û bejahiya Lazkiyeyê heye. Cigîrê Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sûltan, geşedanên li Idlibê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Sûltan, diyar kir ku bi ketina Tirkiyeyê ya herêmê re rewş guheriye û wiha got: "Rejîmê bi alikariya Rûsyayê Rêya Bejahî ya M5'ê bi temamî kir bin kontrola xwe. Şerê li herêmê şanoyek e. Wê ev şano heta rejîm Rêya Bejahî ya M4'ê bike bin kontrola xwe berdewam bike. Wê peşveçûna rejîmê ber bi bakur ve be. Wê berê xwe bide Çiyayê Zaviyeyê (Cebel Zaviye). Li vir rêya ku Lazkiye û Serakîbê digihîne hev heye. Heta girtina vir dê ev rewş berdewam bike. Bi vê rêyê dê rejîm û Rûsyay rêyên M5 û M4 bikin bin kontrola xwe. Tu demê di navbera rejîm û komên ku navê muxalefetê li wan hatiye kirin de  lihevkirine çênebûye. Tiştên hatin kirin biryarên dewletên ku piştgiriya komên çete kirinbûn. Ev dewlet û hêz xwestin ku ev kom xwe paşve vekişînin. Li ser vê yekê li hin deverên Helebê vekişandin çêbû."   SOÇÎ DIŞIBE BAŞÎQAYÊ    Sûltan, detnîşan kir ku li herêmê hêzên girêdayî Îranê jî hene û ev tişt got: "Hêzên girêdayî Îranê li bi taybetî li aliyê rojavayê Helebê ne. Di nav tiştên demên dawîn pêk hatin de cih negirtin. Ew piştî cih tên girtin diçin herêman. Pozîsyona wan a niha wiha ye. Jixwe şerekî zêde jî neqewimî. Rewşa radestkirina hin deveran heye. Ev jî bi hevkariya Tirkiye û Rûsyayê pêk hat. Herêmên ji M5 û M4'an wê de jî dê di bin kontrola Tirkiyeyê de bimînin." Sûltan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser Peymana Soçiyê û wiha pê de çû: "Ev peyman dişibe peymana Tirkiyeyê ya ku li Başîqayê kir. Li gorî vê peymanê divê ku Tirkiye li Idlib û hin deverên wê bimîne. Li herêmên ji M5 û M4'an wê de dibe ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hevkarî bê kirin. Li hin deveran jî dê Tirkiyeyê bi tenê bimîne. Eleqeya gelên Idlibê ya ji bo Tirkiyeyê kêm bû. Lê ev tam rastiyê nîşan nade. Lewre niha gelek kesên ku li Idlibê mane bi îstixabarata Tirkiyeyê re dixebitin. Ji ber vê rewşê di navbera Tirkiyeyê de jî dabeşî heye. Niha du beş hene. Beşekî piştgiriya geşedanên li Idlibê dike û beşekî jî li dij dertê."   EM TUNENE'     Fermandar Sûltan, bi lêv kir ku ne Artêşa Şoreşgeran û ne jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nav geşedanên li Idlibê de cih nagirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tiştên ku di demên dawîn de tên axaftin ji rastiyê dûr in. Kes nikare bibêje ku me di talankirin û tunekirina cihekî de rol girtiye. Tirkiye di serî de li Idlibê li gelek deverên Sûriyeyê siyaseteke dualî dimeşîne. Li aliyekî bi Rûsyayê re li aliyekî jî bi Amerîkayê re gavan davêje. Di demên pêş de wê alî ji hev biqetin. Ev jî qrîzên nû bi xwe re bîne. Bi pekhatina vê rewşê re ji bo Tirkiyeyê dê pêvajoyeke xerab dest pê bike. Dibe ku rejîm ji hin deverên ku girtiye xwe vekişîne. Polisên rûs û hin hêzên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bên avakirin li vir bimînin. Lê wê saziyên girêdayî hikûmetê li van deveran careke din vebibin. Alên rejîmê li van deran bilind bibin. Wê hewl bê dayîn ku şertên vegerandina gel a malên xwe bên pêkanîn. Bi vî awayî dê li herêmê tu hêzeke çekdar nemîne. Tenê hêzeke polis ku ewlehiya herêmê bigire bimîne."    MA / Nazim Daştan