Waliyê Mêrdînê heqaret li tîma hentbolê kiriye, dîrektor û hevjîna wî desteser kiriye

  • rojane
  • 09:09 19 Sibat 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman, di lîstika tîmên hentbolê ya jinan a Gorele Belediyespor û Mardîn Buyukşehîr Başaksporê de daketiye qadê û heqaret li lîstikvanên jin û hakeman kiriye. Her wiha Yaman, talîmat daye polîsan ku dîrektorê Gorele Belediyesporê û hevjînê wî desteser bikin û dîmenên hatine kişandin jî bi darê zorê jê bibin. 

Hefteya borî yanî di 16'ê Sibatê de tîmên hentbolê yên jinan Mardîn Buyukşehîr Başaksporê û Gorele Belediyesporê pev re lîstin. Derket holê ku di dema lîstikê de Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman daketiye qadê û heqaret li koma teknîkê ya Gorele Belediyesporê kiriye. 
 
Piştî Yaman dadikeve qadê, lîstik tê rawestandin û talîmatê dide polîsan ku dîrektorê Gorele Belediyesporê Mehmet Alî Bînen û hevjîna wî binçav bikin. Hevjîna Bînen jî dîmenên bûyerê digire. Piştî Yaman pê dihese, bi darê zorê dîmenan jê dibe. Piştî dîmen tên jêbirin, Bînen û hevjîna wî tên berdan. Ji bo ev tişt dernekevin holê Yaman gefan li Bînen û hevjîna wî dixwe. Lê gava Gorele Belediyespor vedigere Gîresûnê tiştên qewimîne ji Federasyona Hentbolê ya Tirkiyeyê re dibêje. 
 
Dîrektorê Gorele Belediyesporê Mehmet Alî Bînen, têkildarî mijarê axivî. 
 
‘BERÊ XWE DA HAKEMAN, ÇI HAT BER DEVA GOT' 
 
Bînen, diyar kir ku gava Yaman li tîrbunan bûye tim ji hakeman re gotiye "vî tiştî bikin, wiha bikin". Bînen, anî ziman ku lê belê piştî navberê Walî Yaman ji trîbunan derketiye tevî 10-15 polîsên sivîl hatiye qadê. Bînen, destnîşan kir ku Yaman berê xwe daye hakeman û got: "Çi hat ber devê wî ji haeman re got. Çavdêr rezîl û ruswa kir. Bi ser de qîriya û çû." 
 
PÊŞÎ HEVJÎN DÎREKTOR, PAŞÊ JÎ DÎREOKTOR DESTESER KIRIYE 
 
Bînen, anî ziman ku ji ber navber bûye ew jî çûye odeya tîma xwe, lê belê hevjîna wî li trîbunan bûye û got: "Wê kêliyê hevjîna min jî dîmenên lîstikê digire. Me jî got ji xwe paş walî beg ewle ye, me gotibû bira li paş wî rûnê. Hevjîna min û hevalê menajer tev de li wir rûniştibûn. Yek ji walî beg re dibêje 'ev jin dîmen girtine.' Ew jî ji polîsan re dibêje 'Her duyan jî desteser bikin.' Gava hatim qadê, polîsek sivîl hat cem min û xwest pê re biçim. Gava min sedema wê pirsî, gotin em ê te bibin cem hevjîna te. Lê sedema wê negotin. Gava ez çûm li derdora hevjîna min 10-15 polîs kom bûbûn." 
 
BI DARÊ ZORÊ DÎMEN JÊ BIRINE 
 
Bînen, got: "Te digot qey bûyereke terorê ye polîsan hevjîna min biriye û xistine odeyeke li qata dudoyan. Gava ez çûm hevjîna min ji tirsan direhilî, digiriya. Gava min sedema wê pirsî got, dîmen girtine û dibêjin em ê jê bibin. Me jî got, temam jê bibin. Lê vê carê gotin wê ji emniyetê hin kes werin baş kontrol bikin û ji binî ve jê bibin. Heqaretên walî beg kiribûn û dîmenên lîstikê hemû jê birin. Gava vegeriyam lîstik dabûn destpêkirin." 
 
Bînen, anî ziman ku Walî Yaman ji tîrbunan bi ser lîstikvanên jin de diqîriya û ji bo daketina Yaman a qadê jî got: "Daket qadê, Hakem çavtirsandî kirin. Paşê ji ber ku jinek dîmenan digire, wê desteser dike. Ev ne tiştên asayî ne. Çima walî beg datê qadê û heqaretan dike. Tişta ez dizanim walî hinekî giran in, li cihê xwe rûdinên û lîstikê temaşe dikin û çend şîreveyên biçûk dikin." 
 
Bînen, destnîşan kir ku wan ev bûyer ji Federasyona Hentbolê ya Tirkiyeyê (THF) re jî gotiye û ew ê li benda rapora hakeman bin. Bînen, diyar kir ku xwestine gilî bikin lê belê ji ber ku dîmenên wan hatine jêbirin ew ê niha bisekinin. Bînen, diyar kir ku Serokê THF'ê Bîlal Eyûpoglû têkildarî mijarê li Yaman geriyeyaye, lê belê Yaman gotiye tiştekî wiha tuneye. Bînen, diyar kir ku herî kêm 300 polîs li wir bûne û got: "Meger tim wiha dike, lê ji tirsa kes tiştekî nake. Ev rewşeke pir derasayî ye. 35 sal in vî karî dikim, cara ewiil tiştekî wiha dibînim. Ji ber tîma meriv e meriv dikare adiz bibe, lê wisa xuyaye wî xwe winda kiriye. Niha em hewl didin dîmenan derxin holê. Gava em derxin çi hewce be em ê bikin. Divê lêborînê bixwaze. Diviya wiha nekirina." 
 
SEROKÊ THF'Ê EYÛPOGLÛ: EM Ê LI BENDA RAPORÊ BIN 
 
Têkildarî mijarê em li Serokê THF'ê Bîlal Eyûpoglû geriyan. Eyûpoglû, diyar kir ku pê hesiyane, lê belê niha tam nizane çi bûye. Eyûpoglû, destnîşan kir ku piştî lêkolînan û ew ê li benda rapora Desteya Hakeman a Navnedî bin. 
 
MA/ Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

21/02/2020
23:56 Bi hastaga #herrojkurdî bi hezaran twîtên kurdî
19:51 ‘Zimanê me hebûna me ye’
19:35 'Hem êrîşî zimanê kurdan hem jî êrîşî dîroka wan dikin'
16:57 Li Riha panela zimanê zikmakî: Ziman tune bibe wê ew netew jî tune bibe
15:55 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:52 Baroya Amedê li kujerên Elçî pirsî û qedexeya li ser ziman şermezar kir
15:52 Li Îranê ji vîrûsa koronayê 2 kes mirin
15:42 9 HDP'iyên girtî hatin berdan
15:35 Ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî hatin dayîn: Zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e
15:23 Çawîşê pispor ê întîhar kir bêdeng û bê kes defin kirin
15:18 Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê di roja ziman de zimanên cuda qebûl nekir
15:05 Taşçier: Ez dixwazim ji bo Perwerdehiya Kurdî lêkolîna meclîsê bê vekirin
14:58 Surucu bi Kurmancî pirsname da: Wezaret biryara ji bo Xerabreşkê pêk tîne ya na?
14:42 Kubîlay: Dê xeta polîtîka û rêxistina HDP'ê ya nû çalakî û têkoşîn be
14:41 Malbata Olçen ji bo kurê xwe mewlîd da
13:35 Meclîsê bi hênceta ku tirkî nîne pêşniyazpirsa kirmanckî red kir
13:23 Kavala: Hevîya beraetê ji aliyê Serokomariyê ve hat astengkirin
13:18 Hunermendan ji bo Kovara Zrîngê banga abonetiyê kirin
13:04 Gunay: Heta nika çend mamostayê Kurdkî ameyî tayînkerdiş?
13:00 Li Mêrdînê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin
12:51 Jinên kurd ên koçberî Enqerê bûne: Ligel qedexeyan jî me zimanê xwe ji bîra nekir
12:15 Nivîskarê Kurd Varli: Ziman winda bibe dê gel jî winda bibe
11:51 KCD: Em li her qada jiyanê bi kurdî baixivin
10:40 KNK: Yên ziman winda bikin dê her tiştî winda bikin
10:29 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê girtiyan xistin hucreya yek kesî
10:04 PEN a Kurd: Zimanê kurdî yê 50 milyon kurdan e
09:36 'Divê kurd malên xwe bikin dibistanên kurdî'
09:15 Di binçavan de gef lê xwarin, gotin 'em ê diya te jî bigirin'
09:15 Dozger der barê polîsê bi wesayîta zirxî Can kuşt de îdianame amade kir
09:14 'Beraatê naxwazim, bimire faşîzm'
09:14 GÎŞ-DER: Em ê pirsgirêkên karkeran hel bikin
09:04 'A ku netewekî li ser piya dihêle û hêzê dide gel ziman e'
09:03 Di 20 rojî de 400 berfok firotine
09:03 Girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 Di qeydan de gumanbar diyar e, lê di biryarê de 'meçhûl' e
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2020'AN
20/02/2020
17:12 Jinan li Amedê ji bo zimanê zikmakî daxuyanî dan
16:54 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
16:53 Li Qelqelî û Serayê çalakiyên 8'ê Adarê hatin birêvebirin
16:44 Platforma Yekîtîya Jinên Kurd: Mafê kurdan e ku zimanê wan bibe zimanê fermî
16:37 Rojnameger Boltan û 6 kesên din hatin berdan
16:21 Partiyên siyasî û saziyên sivîl çûn serdana şîna Olçen
15:57 Hat xwestin tabeleya Heskîfê jî bê daxistin
15:53 Ji Rêxistina Efoya Navneteweyî rapora Rojava: 180 sîvîl hatin qetilkirin
15:36 Ji bo Kongreya HDP'ê piştevaniya enternasyonalist
14:52 Ji bo kurdî daxwaza statûyê kirin
14:45 Xebatkarên tenduristiyê yên Zanîngeha Dîcleyê dest ji kar berdan
14:34 Di doza Nisêbînê de bal kişandin ser tecridê
14:33 Berteka li dijî Qeyûm Yaman: Mînaka berbiçav a rejîma yekzilamî
14:29 TJA: Her malekê em bikin dibistanek zimanê kurdî
14:19 Banga beşdariya kongreya HDP’ê li xelkê kirin
13:57 Hevjîna polîs ê parazvanê Qeyûm kirin midûr
13:40 Li Elmanya êrişa çekdarî: Piraniya miriyan kurd in
13:39 Qeyûm hemû midûriyetên qeymeqamiyê dikişîne avahiya Şaredaiyê
13:01 Hejmara 10'emîn a Psychology Kurdî derket
12:55 Danişîna doza Medeni Yildirim hat dîtin
TUBİTAK'ê ragihand ku nikare rapor amade bike
12:34 Cenazeyê Dîdem a winda hat dîtin
12:02 Xelîl: Idlib û gundên Helebê ji aliyê siyasî ve hatibûn firotin
12:01 'Boltan ji ber beşdarî merasima Musa Anter bû hat binçavkirin'
12:00 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
11:51 Tiştên li Idlibê dibin şanoyeke encamên wê diyar in!
11:50 Alinak: Ez ji wan rebenên di bin parastina polîsan de bextwartir û azadtir im
11:32 Karkerek din jî întîhar kir!
11:15 ‘Ne aşûtê xemsariyê wan kuşt’
10:32 Xwedêda Çûkê: Gelê Şengalê dê ji bo Xalid Şemo li ser piyan bin
10:23 Pitika Afganî, ciwanê Pakîstanî, welatiyê Sûriyê, Îranî…
10:20 Kevîrê Pîvangê yê Kurdî: Enstîtuya Kurdî
10:20 Rêxistinên ciwanan: Sedema întîharan îqtîdar e
09:05 'Kurê min bêsûc e, bila nemire'
09:04 'Mirov ji hêjarî û neçariyê întihar dikin'
09:03 ‘Divê zimanê kurdî bibe zimanê jiyanê'
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2020'AN
07:51 Osman Kavala cardin hat girtin
19/02/2020
19:12 Girtiya nexweş Terfa Akçin hat berdan
17:02 'Çavkaniya pirsgirêkan ne xebatkarên tenduristiyê ne polîtîka ne'
15:09 Rêveberê ÎHD’ê yê Amedê Adnan Orhan hat binçavkirin
15:08 AYM’ê biryar da ku 37 leşker ji nûve werin lêpirsînkirin
14:48 Platforma Jinan a Enqerê: Divê Hasan Bîlgîlî bê girtin
14:36 Got ‘nikarim deynê bankayan bidim’ û întîhar kir
14:10 Peskov bersiva Erdogan da: Ji bo Îdlîbê senaryoya herî xerab be
13:28 Dozger dîsa xwest Serokê Odeya Tabîban ê Şirnexê Kunî bê cezakirin
12:58 Ji ber qeyrana aborî di 12 rojan de 9 kesan xwe kuşt
12:38 Di 21'ê Sibatê de dê gelek çalakiyên ziman bên birêvebirin
12:31 Mamosteyê matematîkê întîxar kir
12:19 Raporên ji bo doza Medenî Yildirim dîsa nehatin amadekirin
11:56 Li Îzmîrê di 4 rojan de 2 kesan întîxar kir
11:44 Derûnnas Turkmen: Sedemê întîharan xerabûna pergalê ye
10:49 Doza Buyukada dest pê kir
10:46 Li Enqereyê zilamekî jinek qetil kir
10:21 'Medya bûye amûra bîrdozî'
09:09 'Bila fîrmayên sicûqan bên kontrolkirin'
09:09 Waliyê Mêrdînê heqaret li tîma hentbolê kiriye, dîrektor û hevjîna wî desteser kiriye
09:08 Ji HEP'ê heta HDP'ê israra ji bo siyaseta demokratîk û îtifaqê
09:08 'Kî dixwaze zarok bi tecawizkarê xwe re bizewice?'
09:07 Mihail Vasiliadis: Ziman heye civak tune ye
09:06 ‘Kurdî li dijî bişavtinê li ber xwe dide'
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2020'AN
08:18 Polîsan Rojnameger Hakki Boltan binçav kirin
18/02/2020
22:09 Cenazeyê Olçen 108 roj şûn de spartin axê
21:47 Der barê Osman Kavala de biryara binçavkirinê