Waliyê Mêrdînê heqaret li tîma hentbolê kiriye, dîrektor û hevjîna wî desteser kiriye 2020-02-19 09:09:13 MÊRDÎN – Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman, di lîstika tîmên hentbolê ya jinan a Gorele Belediyespor û Mardîn Buyukşehîr Başaksporê de daketiye qadê û heqaret li lîstikvanên jin û hakeman kiriye. Her wiha Yaman, talîmat daye polîsan ku dîrektorê Gorele Belediyesporê û hevjînê wî desteser bikin û dîmenên hatine kişandin jî bi darê zorê jê bibin.  Hefteya borî yanî di 16'ê Sibatê de tîmên hentbolê yên jinan Mardîn Buyukşehîr Başaksporê û Gorele Belediyesporê pev re lîstin. Derket holê ku di dema lîstikê de Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman daketiye qadê û heqaret li koma teknîkê ya Gorele Belediyesporê kiriye.    Piştî Yaman dadikeve qadê, lîstik tê rawestandin û talîmatê dide polîsan ku dîrektorê Gorele Belediyesporê Mehmet Alî Bînen û hevjîna wî binçav bikin. Hevjîna Bînen jî dîmenên bûyerê digire. Piştî Yaman pê dihese, bi darê zorê dîmenan jê dibe. Piştî dîmen tên jêbirin, Bînen û hevjîna wî tên berdan. Ji bo ev tişt dernekevin holê Yaman gefan li Bînen û hevjîna wî dixwe. Lê gava Gorele Belediyespor vedigere Gîresûnê tiştên qewimîne ji Federasyona Hentbolê ya Tirkiyeyê re dibêje.    Dîrektorê Gorele Belediyesporê Mehmet Alî Bînen, têkildarî mijarê axivî.    ‘BERÊ XWE DA HAKEMAN, ÇI HAT BER DEVA GOT'    Bînen, diyar kir ku gava Yaman li tîrbunan bûye tim ji hakeman re gotiye "vî tiştî bikin, wiha bikin". Bînen, anî ziman ku lê belê piştî navberê Walî Yaman ji trîbunan derketiye tevî 10-15 polîsên sivîl hatiye qadê. Bînen, destnîşan kir ku Yaman berê xwe daye hakeman û got: "Çi hat ber devê wî ji haeman re got. Çavdêr rezîl û ruswa kir. Bi ser de qîriya û çû."    PÊŞÎ HEVJÎN DÎREKTOR, PAŞÊ JÎ DÎREOKTOR DESTESER KIRIYE    Bînen, anî ziman ku ji ber navber bûye ew jî çûye odeya tîma xwe, lê belê hevjîna wî li trîbunan bûye û got: "Wê kêliyê hevjîna min jî dîmenên lîstikê digire. Me jî got ji xwe paş walî beg ewle ye, me gotibû bira li paş wî rûnê. Hevjîna min û hevalê menajer tev de li wir rûniştibûn. Yek ji walî beg re dibêje 'ev jin dîmen girtine.' Ew jî ji polîsan re dibêje 'Her duyan jî desteser bikin.' Gava hatim qadê, polîsek sivîl hat cem min û xwest pê re biçim. Gava min sedema wê pirsî, gotin em ê te bibin cem hevjîna te. Lê sedema wê negotin. Gava ez çûm li derdora hevjîna min 10-15 polîs kom bûbûn."    BI DARÊ ZORÊ DÎMEN JÊ BIRINE    Bînen, got: "Te digot qey bûyereke terorê ye polîsan hevjîna min biriye û xistine odeyeke li qata dudoyan. Gava ez çûm hevjîna min ji tirsan direhilî, digiriya. Gava min sedema wê pirsî got, dîmen girtine û dibêjin em ê jê bibin. Me jî got, temam jê bibin. Lê vê carê gotin wê ji emniyetê hin kes werin baş kontrol bikin û ji binî ve jê bibin. Heqaretên walî beg kiribûn û dîmenên lîstikê hemû jê birin. Gava vegeriyam lîstik dabûn destpêkirin."    Bînen, anî ziman ku Walî Yaman ji tîrbunan bi ser lîstikvanên jin de diqîriya û ji bo daketina Yaman a qadê jî got: "Daket qadê, Hakem çavtirsandî kirin. Paşê ji ber ku jinek dîmenan digire, wê desteser dike. Ev ne tiştên asayî ne. Çima walî beg datê qadê û heqaretan dike. Tişta ez dizanim walî hinekî giran in, li cihê xwe rûdinên û lîstikê temaşe dikin û çend şîreveyên biçûk dikin."    Bînen, destnîşan kir ku wan ev bûyer ji Federasyona Hentbolê ya Tirkiyeyê (THF) re jî gotiye û ew ê li benda rapora hakeman bin. Bînen, diyar kir ku xwestine gilî bikin lê belê ji ber ku dîmenên wan hatine jêbirin ew ê niha bisekinin. Bînen, diyar kir ku Serokê THF'ê Bîlal Eyûpoglû têkildarî mijarê li Yaman geriyeyaye, lê belê Yaman gotiye tiştekî wiha tuneye. Bînen, diyar kir ku herî kêm 300 polîs li wir bûne û got: "Meger tim wiha dike, lê ji tirsa kes tiştekî nake. Ev rewşeke pir derasayî ye. 35 sal in vî karî dikim, cara ewiil tiştekî wiha dibînim. Ji ber tîma meriv e meriv dikare adiz bibe, lê wisa xuyaye wî xwe winda kiriye. Niha em hewl didin dîmenan derxin holê. Gava em derxin çi hewce be em ê bikin. Divê lêborînê bixwaze. Diviya wiha nekirina."    SEROKÊ THF'Ê EYÛPOGLÛ: EM Ê LI BENDA RAPORÊ BIN    Têkildarî mijarê em li Serokê THF'ê Bîlal Eyûpoglû geriyan. Eyûpoglû, diyar kir ku pê hesiyane, lê belê niha tam nizane çi bûye. Eyûpoglû, destnîşan kir ku piştî lêkolînan û ew ê li benda rapora Desteya Hakeman a Navnedî bin.    MA/ Ahmet Kanbal