Hevalên Mahmût Alinak: Zilma sala 1994’an li ber a niha ne tiştek e

  • rojane
  • 14:21 18 Sibat 2020
  • |
img

WAN – Siyasetmedarên kurd Sirri Sakik û Selîm Sadak bertek nîşanî hevrêyên xwe siyasetmedar Mahmût Alinak dan û gotin: ""Zilma niha tê kirin ji zilm û zordestiya sala 1994’an bihûri ye.” 

Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak di 17’ê sibatê de bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Alinak bi daxwaza cezayê muebetê dê were darizandin.
 
Li ser medya civakî li dijî girtina Alinak nerazîbûn tên nîşandan. Hevalên Alinak ku pê re xebitîne Sirri Sakik û Selîm Sadak bertek nîşanî girtinê dan. 
 
SAKIK: 26 SALIN TU TIŞTEK NEGUHERIYE 
 
Sirri Sakik da zanîn ku ew salên dirêj bi Mahmû Alinak re xebitiye û wiha got: “Em ji bo têkoşîna demokrasiyê xebitîn. Dema di sala 1994’an de me ji Meclîsê derxistin birin, ez û keke Mahmût bi hev re bûn. Wan rojan em hemû bi cezayê darvekirinê dihatin darizandin. Piştî ewqas salên dirêj derbas bûn siyasetmedarek kurd dîsa bi cezayê ku xistine şûna cezayê darvekirinê ji xala 302’an tê darizandin. Ev jî dide nîşandan ku li Tirkiyê tiştek neguheriye. Kekê Mahmût ew kes e ku dinivîse, siyasetê dike û ji bo gelê xwe têdikoşe. Hûn dixwazin biecibînin an jî ne ecibînin, lê ew bêtirs ji bo navê demokrasiyê ramanên xwe tîne ziman. Kekê Mahmût yek ji ewladên wêrek ê vê axê ye. Kekê Mahmût nikare xwe li pirsgirêkan ragire. Ew li dijî neheqiyê derdikeve. Tişta ku Kekê Mehmût pê tê sûcdarkirin temamî li dijî hiqûqê ye. Divê ev neheqî û bêhiqûqî ji holê were rakirin.”
 
'BÊHIQÛQÛ ZÊDETIR BÛYE’ 
 
Sakik diyar kir ku 26 sal bi ser derxistina wan a ji Parlamentoya Tirkiyê de derbas bûye û wiha domand: “Heman sepan didome û ev welat li wan rojan maye. Tevî ewqas dem derbas bû û êş bi serê me ve hatin jî lê tu tiştek lî welatî neguheriye. Gelek aktorên siyasî û siyasetmedar hatin û çûn, lê polîtîkaya wan a înkarê ya ji bo pirsgirêka kurd neguherî. Niha dîsa em di pêvajoyek hatiye jiberkirin de derbas dibin. Di sala 1994'an de çawa siyasetmedaran xistin girtîgehan, îro jî heman tişt xwe dubare dike û piştî 26 salan tiştek neguheriye. Îro jî siyasetmedar, serokşaredar, akademîsyen û gelek kes tên girtin. Tiştên di sala 1994’an de hatin serê me îro girantirî wê pêvajoyê tê serê me. Lê bila baş bê zanîn, tenê ne gelê kurd her kes bedelê vê yeka giran dide.” 
 
'TIŞTÊN HATIN KIRIN EM QEBÛL NAKIN’ 
 
Sakik anî ziman ku Alinak yek ji wan siyasetmedaran e ku tu demê sekna xwe li dijî neheqiyê neguherandiye û got: “Alinak ji roja ewil ve her tim xwedî helwestek xwe ya muxalîf bû û her tim tiştên radîkal dibêje û di tevahiya jiyana xwe de li pey gotinên xwe ye. Li vê erdnîgariyê her kes Alinak baş nas dike. Her tim li ser xeta mezlûman e. Titşa ku li Edliyê li dijî wî pêk hat qet û qet nayê qebûlkirin. Ji bo ev rewş were guhertin ez bang dikim.” 
 
'BI SEKNA XWE DADGEHÊ HEJAND’ 
 
Siyasetmedar Selîm Sadak jî destnîşan kir ku Mahmût Alinak bi raman, fikr û sekna xwe adeta dadgehê “hejand” û wiha got: “Mahmût Alinak tişta ku divê siyasetmedarek kurd bike dike. Ez wî ji ber vê sekna wî ya wêrekî silav û pîroz dikim. Tu sûcê wî nîne. Divê nehata binçavkirin jî. Lê mixabin ev dewlet li hember siyasetmedarên kurd har û dîn bûye qet neguherî. Ev dewlet siyasetmedarek 68 salî digire û bi rojan li ser betona sar disekinîne. Em vê yekê qet qebûl nakin. Mahmût wêrek e û kedkarek ku bi arîşeyên gelê xwe re eleqedar dibe. Ez ji sala 1991’an vir ve wî nas dikim. Tu demê ji têkoşîna xwe gavek paşve neavêt. Wî berê çav, guh û ramanê xwe daye ser têkoşîna vî gelî. Wî tu demê rêya xwe şaş nekiriye. Mahmût nobedarê gelê xwe yê bêtirs e.” 
 
'YÊN BIRYAR DANE DIVÊ ŞERM BIKIN’ 
 
Sadak da zanîn ku angaştên Alinak pê hatiye girtin cihê şerm û pêkenokiyê ye û wiha got: “Axaftina wî ya li gel malbata Mehmet Tûnç jî kirine sûc. Mehmet Tûnç di dilê gelê xwe de dijî. Pirtûka qala Mehmet Tûnç û Bêkes dike û dîsa pereyê ji pirtûkê hatiye bexçî malbatê hatiye kirin, baş e ez dipirsim kî dera vê yekê sûc e? Ew însanek parlamenteriya Şirnexê kiriye ye. Em dikarin ji vê sekna wî ya mirovî re ku tê cezakirin hiqûqî ye? Ji ber vê yekê em bang dikin; divê xwedî li Mahmût Alinak derkeve û pirtûka wî were xwendin. Her wiha dîsa ji lihevanîna du malbatan tê sûcdarkirin. Ji Xwedê bitirsin! Pêkanîna aştiyê çawa dibe sûc? Heke ev sûc be, divê hemû siyasetmedarên me dest ji karê xwe berdin û malbatên ji hev xeyîdine li ku ne bila li hev bînin. Ev welat wisa nayê birêvebirin. Yên vê biryarê dane divê şerm bikin.” 
 
'WELAT BI PAŞ VE DIÇE’ 
 
Sadak bi bîr xist ku ew di sala 1994'an de bi cezayê darvekirinê hatin darizandin û wiha got: “Mahmût Alinak niha bi xala anîne şûna cezayê darvekirinê tê darizandin. Di 26 salan de tu tiştek li vî welatî nehat guhertin. Heta mirov dikare bêje ku welat îro li paş 1994’an maye û bi paş ve diçe. Divê bêhiqûqiya li dijî Alinak demildest were bidawîkirin û were berdan.” 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

18/02/2020
17:05 Ceza li 90 kesên daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê kiribûn hat birîn
16:51 Ji bo Ozçelîk a di serdegirtina malê de jiyana xwe ji dest da bû gilî kirin
16:50 Di depoyek Qamişloyê de teqîn: 2 welatî mirin
16:09 Li Êlihê 6 kes hatin berdan
15:15 Dadgehê derbarê Doza Geziyê de biryara beratê da
15:14 Dadgehê li Rojnameger Necla Demîr doz vekir
15:04 Rojnameger Kemal Kiliç li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 'Kiliç ji bo alîkariyê çû qeymeqamiyê, lê li wî guhdar nekirin'
14:33 Danişîna doza Gerînendeyê Weşana Ozgur Gundemê hat dîtin
14:21 Hevalên Mahmût Alinak: Zilma sala 1994’an li ber a niha ne tiştek e
14:20 Bernameya 8'ê Adarê ya Wanê hat aşkere kirin
14:01 HDP'ê xwest îstîsmara zarokan bê lêkolînkirin
13:43 Dîdem a 17 salî ev 9 rojin windaye
13:39 Komeleya Jiyana Nû, bernameya qurs û semîneran aşkere kir
13:19 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:55 Hevalên Taşdemîr ê xwe kuşt: Ev ne xwekujiye cînayet e
12:31 Derbarê rojnameger Şerîfe Orûç de biryara girtinê hat dayîn
11:44 Ger û geşta li Heskîfê êdî qedexe ye!
11:35 ‘Kurd dê qedera Kurdî diyar bikin'
11:02 Çalakiyên ji bo Gulîstan Dokû sûc hatin dîtin
11:01 ‘Qey mirov dibêje li hundir edaletê belav dikin’
10:45 Demîrtaş bal kişand ser çetebûna di nava dewletê de
10:41 Dadgehê mamosteyên dersa Kurdî didan beraet kir
10:20 Kaplan: Berpirsiyarê nelirêtiya îqtîdar bi xwe ye
09:13 Der barê Kişanak û Anli û 63 endamên meclîsê de doza 'hevserokatiyê'
09:12 Qeyûmê Mêrdînê şaredarî kiriye şîrketa malbatî: Xwarzîkê xwe danî ser şîrketa şaredariyê
09:12 Ji bo saetekê kurê xwe bibîne 745 kîlometre rê diçe
09:11 Li dijî fabrîkeya plastîkê bûn yek
09:10 Prof. Dr. Atmiş: Gotinên 'me daristan ava kirin' xapandin e
09:10 Li girtîgehê saeta destan jî hatiye qedexekirin
09:09 Surucu: Berpirsiyar dewlet e
09:09 ‘We karê wî dayê, lê hûnê dikaribin giyana wî jî bidinê?’
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2020'AN
17/02/2020
18:04 Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Evrenselê jiyana xwe ji dest da
17:05 Li Amedê çawîşekê pispor întîxar kir
16:44 Têkildardî Ocalan daxuyaniya hevpar: Tecrîd îşkence ye, rakin
16:05 Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak hat girtin
15:18 Asli Erdogan: Ez carek din bêm girtin ji bo min mirin e
15:12 Daxuyaniya banga tevlîbûna kongreya HDP’ê hat astengkirin
14:52 Rêxistinên tenduristiyê: Tundî hebe xizmet tune
14:43 Li Mêrdînê, bertek nîşanî binçavkirinên 15’ê Sibatê dan
14:31 Olûç: Îqtîdar wê heta 2023’an li ser vî qoltixî rûnenê
14:28 Mezlûm Ebdî: Ne pêkan e ku rewşa li Sûriyê vegere beriya sala 2011'an
14:18 Kesekî xwe ji avahiya Qeymeqamtiya Cizîrê avêt
14:17 Jinan banga 8'ê Adare kirin: Em li dijî tundî û qeyranê serî hildidin
13:41 Li Geverê sitûriya berfê 6 metreyî derbas kir
13:08 Şahidê Nepen: Parlak rojnameger e
12:31 Gefa kuştinê li Hevseroka HDP’a Rihayê hat xwarin
12:01 Demîrtaş banga beşdariya kongreya HDP’ê kir
11:52 Li gorî Walîtiya Enqereyê zarokan xesar daye goristana xiristiyanan!
11:51 Delegeyên HDP'ê bi otobusa EGO hat revandin
11:46 Li Wanê rêya 343 gundan hat girtin
11:35 Polîsna endamê Meclîsa HDP’ê yê ji wesayîta Sarisaç binçav kirin, anîn edeliyê
10:49 Eskerên Îranê kolberek kuşt û 9 kolber birîndar kirin
10:43 ‘Xewna Şevek Havînê’ dê li Enqereyê bê pêşandan
10:17 Paylan: Êrîşkarên Goristana Dêra Katolik a Santa Morîna kî ne?
09:19 Rojnameger Şamî: Çeteyên Idlibê malbatên xwe li Efrînê cih dikin
09:06 Li Girtîgeha Kalkandereyê qepsûnên guleyan davêjin baxçeyên qawîşan
09:06 Neçîrvan ketine şopa nêçîra Pezkoviyên Cudî
09:05 Ambargoya li Mexmûrê 8 mehin didome: Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê
09:04 'Me xwest xeyalên Tahîr Elçî pêk bînin'
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2020'AN
16/02/2020
22:01 Rejîma Sûriye seranserî rojavayê Helep xist konrola xwe
19:56 Li Îranê erdeja hêza wê 6.0 pêl pêk hat
19:39 Li Konyayê ajokarekî ji ber qeyrana aborî întîxar kir
17:11 Çepnî: Divê têkoşîna li dijî şer û parastina ekolojiyê bibin yek
17:06 Ciwanên HDP’î bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:52 'Di pirsgirêka kurd de sermuzakerevan Ocalan'
15:34 11 kesên li Edenê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:15 Malbata Azad Çetîn ê QSD’î şîna kurê xwe bi dayîna mewlîdê bi dawî kir
15:11 Kesên di qedexeya Hezexê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
14:44 Çerkezoglu dîsa bû Seroka Giştî ya DÎSK'ê
14:40 Komîteya Şopandina Lîbyayê li Munîhê civiya
14:22 'Yên ku ji rakirina tecrîdê ditirisin ji aştî û wekheviyê jî ditirsin’
14:21 Li Wanê ji 65 kesan 14 kes hatin berdan
13:56 Guven: Dê nikaribin bêyî Kurdan siyasetê bikin
13:00 Koçerên Hezexe 10 rojin bê av in
12:06 Li 4 bajaran rêya 444 gundan girtiye
11:58 Xwebûn bi manşeta "Neheqî li vî zarê zêrîn bûne’ derket
10:28 Serlêdanên ji bo qûrsên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kirin
10:08 Li Cînê Hezar û 666 kes ji ber vîrûsa corona mirin
09:39 Polîsan ewil derp kirin, dûre gotin 'şaşî çêbû'
09:08 Hevşaredar Şen: Dayika min a 90 salî serî natewîne
09:07 Girtî li sê girtîgehan rastî lêdanê hatin
09:05 Parêzer Kûzû: Biryara ji bo Ayverdiyê divê ji bo hemû bersûcên Nisêbînê bê dayîn
09:03 Hatîmogûllari: Li Sûriyeyê pêdivî bi rêveberiyên aştiyê dixwazin heye
09:02 Polîs ceza birî dadgehê xera kir
09:01 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2020'AN
08:52 Ciwanan li Cizîrê 15'ê Sibatê şermezar kirin
15/02/2020
18:24 Zaroka 17 salî, 5 rojin agahî jê nayê girtin
16:45 Bi deh hezaran şêniyên Kantona Qamişlo li dijî 15'ê Sibatê meşiyan
16:27 Hejmara binçavkiriyên Şirnex û Mêrdînê derket 24'an
16:26 Şandeya HDP û HDK’ê Hêlîn Bolek ziyaret kir: Divê ev beden nehelin û neçin
16:20 Li 3 bajaran ji bo nexweşan daxuyanî dan: Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin
15:44 Ji Bandirmayê û Afyonê 26 girtî hatin sewqkirin
15:36 'Kesên ku xizmên me winda kirin dê teqez winda bikin'
15:35 Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî: Şertê ewil ê aştiyê rakirina tecrîdê ye
15:08 Di salvegera 21’emîn de komployê û tecrîtê şermezar kirin: Me bi Serokê xwe çavê xwe li dinyayê vekir û em ê bi wî azad bibin
14:46 Şen a 90 salî ku rapora îşkenceyê stend dê serlêdana sûc bike
14:43 Di hefteya 777'emîn de Dayikên Şemiyê: Em dozdar in